SHAHÎN BEKIR SOREKLÎ

Va çend sal in mijara standardkirina zimanê Kurdî di nav jimareke ji Kurdên meraqdar de zindî ye. Mixabin hîn jî tevliheviyeke mezin di vî warî de heye û hinek kesên derbarê wê de diaxafin yan dinivîsînin li şûna ku bandoreke erênî bigihînin holê, dibin sedema wê yekê ku va ev mijara dijwar hîn dijwartir xuya bike. Li milê din, hinek kes û alî standardkirina zimanê Kurdî wek tehlûkeyeke têkbirina zaravayan dibînin. Ji aliyekî din ve, hinek kesên ku derbarê zimanan û fêrkirina wan de ne xwediyên zanistiyeke akadêmî ne xwe wek têkile vê mijarê dikin, ku ne karê wan e. Çawa ku di demên par de, û li hinek deveran ta nuha jî, pijîşkên nexwende di nav Kurdan de hebûne, ne tiştekî seyr e ku “zimanzanên nepispor” yên bêyî hîm jî di nav wan de hebin. Mkixabin, hinek ji wan tew di konfrens û kombûnan de jî wek “zimanzan” rolan bi dest xin. “Zimanzan” li vir ne ew kesa ye ku bi Kurdî baş diaxafe, ne jî ew kesa ye ku bi Kurdî baş dinivîsîne. Ger weha bûya li welatekî wek Brîtanyayê bi milyonan “zimanzan” dê hebûna. “Zimanzan” li vir wateya “linguist” dide, ew kesê ku bi salan “i’lmê” derbarê zimanekî, yan zimanan, de xwendiye û bi şêweyeke zanistî haydare sîstêma karkirina zimanan e. Li welatên pêşkevtî kesên dibin mamosteyên fêrkirina zimanan, ew jî beşdare xwendineke akadêmî ya derbarê karê fêrkirina zimanekî/zimanan de dibin. Dizanin babet û metodên fêrkirina zimanan çi ne, dizanin pirtûkên fêrkirina zimanan pêwîst e li gor pêkaniya mêjiyên şagirtan û zihniyeta qonaxa jiyana wan bihên nivîsandin. Mamosteyekî têgihîşt û zîrek dikare bêyî pirtûk jî zimanekî bo şagirtan nû fêrî wan bike. Bo nimûne dikare têkeve hindir û ji şagirtên xwe re:
- Ev pirtûk e, pirtûk! Erê, ev pirtûk e.
- (Pirtûkê li ser maseyê dihêle û diçe tev zaroyan dibe, destê xwe ber bi pirtûkê dirêj dike: Ew pirtûk e…). Li maseyê vedigeri, li zarokan seyr dike û dipirse:
- Ev çi ye?
Zarok: - Ew pirtûk e.
- Ev çi ye?
- Ew pênûs e.
- Ev pirtûk e?
- Na, ew pênûs e (Dû re: Na, ew ne pirtûk e, ew pênûs e).
- Ev pirtûk e?
- Erê, ew pirtûk e.
- Pirtûk û pênûs li ser erdê ne (…)
- Pirtûk li ku ye?
- Pirtûk li ser erdê ye?
- Lê pênûs?
- Pênûs jî li ser erdê ye
- Her du li ser erdê ne?
- Erê, her du li ser erdê ne.
Bi vî awayê dengî yê rasterast, bo nimûne, mamoste dikare bi hefteyan xwendin û nivîsandinê bi kar nehîne, şagirtên xwe fêrî tiştên wek navên rojan, mehan, jimartinê, slavdanê, … bike û dû re li wan vegere û li ser textereşê binivîsîn e: Pirtûk. Ev pirtûk e, …
Mamoste dikare herweha metodên dengî-wêneyî, medodê klasîk û yên din bo xwegîhandina armancan bi kar bihîne. Li milê din, nivîskarê pispor yê pirtûkan bo fêrkirina zimanan dinivîsîne, weha dest bi dersa yekemîn nake: “Filankesê nemir rêberekî Kurdan e… Têkoşîna ji bo azadiyê pîroz e…” Nivîskarê derbarê nivîsandina dersên fêrkirina zimanan de xwediyê zanistiyê û tecrûbeyê be, nivîskarê ku derbarê qonaxên hişmendiya zarokan de haydar be û xwe berpirs bibîne, heye ku weha dest pê bike:
- Roj baş Ehmed. Tu çawa yî?
- Roj baş Sosin. Ez baş im lê tu?
- Ez jî baş im. Ew çi ye di destê te de, gul e?
- Erê, gul e.
- Rengê gula te zer e, ne sor e.
- Erê, erê, zer e. Dixwazî?
- …
(Têbinî: van gotinên li jor wê wateyê nadin ku kesekî ta nuha metodên wek yên li jor bi kar nehanîne. Mixabin min hemî pirtûkên fêrkirina Kurdî nedîtine).
Rast e me xwendegehên ku em tê de fêrî zimanê xwe bû bin nebûne, lê ev yeka wî mafî nade her kesî ku xwe wek “zimanzan” pêşkêş bike û xwe têkile mijarên dijware wek pirsa standkirina zimên bike, ew jî wekî ku di wî warî de “pispor” be. Yê karekî weha bike divêt bi kêmasî di zanîngehekê de zanistiya “linguistics” ya zimanekî xwendibe, bi du-sê zimanan zanibe û derbarê gellek tiştên xwe bi zimanan ve peywendîgir dikin de haydar be.
Ne şerm e ger standardkirina Kurmancî hîn negihîştibe qonaxa xwe ya dawîn. Rewşa gellek zimanên din jî berê weha bûye, ji wan Almanî, Înglizî, Yewnanî û Îtalî, bo nimûne. E’reban quran wek hacetê standardkirina E’rebî bi kar hanîne, Înglizan şêweya axaftina koma rewşxweş û rewşenbîr ya bajarê London kirine zimanê standard û Almanan încîla bi almanî hatî nivîsandin. Standardkirina zimanê îtalî, bo nimûne, li dû yekkirina herêmên îroj wek Îtalya dihên nasîn û dewletbûna wan di bin alekê de hatiye holê. Lê zimanê standard di nav roj û şevekê de nahêt holê. Xwendegeh, zanîngeh, berhemên nivîskaran, yên pisporên zimanan… û babetên din yên nivîsandinê hemî rola xwe di “standardkirina” zimanekî de dileyizin. Li welatên li jor hatinî binavkirin hîn îroj jî zaravayên herêmî zindî ne. Welatine din hene, ligel ku ji mêj ve serbixwe ne jî, hîn nikaribûne zimanekî nivîskî yê standard bi dest xin. Li Afrîkayê û Asyayê hîn îroj jî dewlet hene ku Înglizî, Fransî, yan zimanekî din wek zimanê nivîsandina standard bi kar dihînin. Ji bo Kurmancî zimanê standard pêş her tiştî ji bo nivîsandinê ye û şêweyeke ji standardê ev demek e di kar de ye, çiqa hinek cudatiyên bi sûnor hebin jî. Ev gotara tu dixwîniye bi şêweya standard hatiye nivîsandin.
Standardkirina zimanekî ne jiholêrakirina zaravayan (lehceyan) e, ne jî yekirina wan zaravan e. Mebest bi standardkirinê berbihevhanîna şêweya nivîsandinê ye, da ku hemî endamên gelekî bikaribin heman nivîsê bixwînin û ji naverokê têbigihên. Jiholêrakirina zaravayan (lehceyan) ne pêkan e. Sûriye sal 1946 bûye dewleteke serbixwe, bo nimûne, lê hîn jî di navbera şêweya axaftina xelkê Şamê û şêniyê bajarekî wek Dêr el Zorê de cudabûn heye. Lubnaniyek bêyî wergerandin ji fîlmeke tûnîsî fêhm nake, lê tûnisiyek û lubnaniyek dikarin rojnameyeke li Qahîreyê hatî çapkirin bixwînin û jê fêhm bikin, ger perwerdekirî bin, çimkî ji bo E’rebî yek zimanê standard yê nivîsandinê heye.
Meraqa li standardkirina zimên ne ji bo xatirê keyfê ye, lê ji ber wê sedemê ye ku hebûna gelê kurd wek neteweyekê bêyî standardkirina şêweya nivîsê di tehlûkeyê de dimîne. Hevgirtina zihniyeta neteweyî bêyî xwendina berhemên hevbeş ne pêkan e. Ji nuha ve aşkere ye ku zihniyeta siyasî û şêweya ponijandina ramyarî li nik daniştvanên beşên Kurdistanê bi hinek şêweyan ji hev cuda ne. Ev jî ne tiştekî seyr e, çimkî daniştvanên her beşekî, ewên fersenda xwendinê hebûne, di sîstêmeke perwerdeyî ya cuda re derbas bûne û nikaribûne berhemên nivîskî yên beşên din bi dest xin û bixwînin.
Dikare bihêt gotin standarda nivîsandinê ya kurmanciya nûjen sal 1932 bi derketina HAWARê re dest pê kir. Hinek kurd navê “Kurdiya Hawarê” li şêweya nivîsandina kurmancî ya îroj dikin. Bala xwe bidin van çend rêzên ku hêja Hemreş Reşo pêş bêtir ji 40 salan di pêşgotina ji-nû-ve-çapkirina HAWARê de nivîsandine:
“Mîr Celadet roja 25.8.1930 de hate Şamê û roja 15.5.1932 de jî dest bi derxistina HAWAR’ê kir. Bi derketina “HAWAR”ê tîpên latînî jî di nav gelê Kurd de, cara yekan, belav bûn. Mîr Celadet di sala 1918 de dest bi pêkanîna “Elifbaya” kurdî a latînî kiriye û di kovara “Hawar” de, tev Rêzimana Kurdî, pêşde bir. Li nik “Hawar”ê kovara mehî “RONAHΔ jî derdêxist. Mîr Celadet tev kurdî zimanên E’rebî, farisî ,tirkî, yûnanî, firansî ,elmanî û înglIzî jî dizanîn û bi van zimanana jî gelek gotar û pirtûk derdêxistin.
“… Berî mirina xwe li gundê Hêcanê, nêzikî Şamê, [Celadet Bedirxan] xwe bi çandina pembo mijûl dikir. Di reşbeleka ku di 22.4.1951 de ji jina xwe re nivîsandibû: ‘Ez dixwazim berî mirina xwe, ku ne dûr e, tiştekî biçûk ji we re bihêlim. Ma ev ne hewce ye? Tiştê ku ez dixwazim, Xwedê bi destê min bigre.
“Bawer dikim ku ez bi pêwestiyên (wazîfe) xwe, ji bo gel û welatê xwe, bi awakî çak û bêtir jî rabûm û niha divê ji bo mala xwe jî tiştekî bikim.’
“Mîr Celadet sê mehan piştî vê reşbelekê, di demeke ku gelê wî hîn hewceyî wî bû, roja 15.7.1951 de li gurdê Hêcanê, ji bo avdana pembo, bû goriyê qezayeke bêbext û çû dilovaniya xwedê.”
Bêyî guman e her kurmancê bi zimanê xwe baş dizane û dikare bixwîne dê van rêzên pêş bi dehan sal hatine nivîsandin fêhm bike. Bi gotineke din, pêş 40-50 salan jî babetekî ji standarda kurmancî cîhê xwe girtibû. Bi dîtina min, di nav 35 salên derbas bûnî de nivîsa bi kurmancî gellekî ber bi pêş çû û hema-hema xwe gîhand standardbûna tevahî, çiqa haya hinekan jê nebe jî. Di heman demê de kurmanciya nivîskî dewlemendtir, zelaltir û rêk-û-pêktir bû. Tevî ku Kurd kêm behsa keda nivîskar û rewşenbîrên xwe yên zindî dikin û derbarê binavkirina wan de gellekî miqris in jî, nikare bihêt înkarkirin ku hinek kesên îroj hîn zindî ne roleke mezin di pêşvexistina standardkirina kurmanciya nuha heye de leyiztine. Xwe serbilind dibînim ku rola min bi xwe jî di vê mijarê de ne yeke biçûk bû.Hêvîdar im di siberojê de derfetên weha di dest lêkoleran de hebin ku bikaribin rola hinekan ji nivîskarên 35 salên derbas bûnî di pêşvexistina standarda kurmancî de leyiztinî bibînin û behemên wan bidin ber hev, wekî ku mirov di wêjeya zimanên pêşkevtî de îroj li zanîngehan û di pirtûkan de dibîne.
Ev gotara tu dixwîniye bi Kurmanciya standard ya nivîsandina Kurmancî hatiye nivîsandin. Zimanê îroj ji bo nivîsandinê dihêt bikarhanîn, ger bi şêweyeke durist hatibe nivîsandin, ne tenê bi peyvên xwe dewlemend e, lê her weha zimanekî bedew e û dikare rola xwe wek zimanekî jêhatî di vê qonaxa demî de bileyize. Rast e pêdivî hîn bi peyvine nû heye, lê va kêşeya ne tenê ya Kurdî ye, ne jî bikarhanîna peyvine ji zimanine din ji dewlemendiya Kurdî kêm dike. Zimanên wek Tirkî û Farisî jî gellek peyvên biyanî bi kar dihînin, her weha gellek zimanên din.
Bala xwe bide hevoka li jêr:
“Di kombûneke îroj li Mosko cîh girtî de nûnerên desthelatdariya amerikî û yên ya rûsî guft-û-goyên derbarê kêmkirina hejmara mûşekên dûramance atomîserik de domandin.”
Pêşkevtina Kurmanciya nivîskî ye ku ragîhandina nûçeyeke bi naverokeke weha pêkan dike. Ger kurdekî pêş sed salan mirî îroj ji gora xwe rabe û peyvên li jor ji kesekî bibihîse, bêguman ew ê derbarê têgihîştina wateya hinek peyvên di hevokê de rastî dijwariyê bihêt. Hîn ber dora 40 salan jî gellekan ji me dê nikaribûna hevokeke weha binivîsandana û bêguman hinek kes ê hebin ku nuha jî bi nivîsandina hevokeke wek ya li jor ne razî ne, ji ber ku ne ligor Kurmanciya ew bi xwe bi kar dihînin e. Lê zimanekî zindî divêt xwe li gor pêdiviyên demê biguhere, yan na ew ê nikaribe bi derbasbûna demê re li ser lingan bimîne. Ji ber ku kurmancî bi şêweyeke rêk-û-pêk di xwendegehan de nehatibûye fêrkirin û ji ber ku Kurd ne xwedî dewlet in, rola ku hinek kesan di nav 70-80 salên derbas bûnî de ji bo pêşvexistina kurmanciya (her weha dimiliya) nivîskî leyiztine roleke layiqe pesindaneke bêyî hempa ye (Soranî, li milê din, qe nebe va bûn bi dehan sal di xwendegehan de dihêt fêrkirin). Kêşeya gellek kesan ya derheqê tênegihîştina zimanê standard de ew e ku kurmanciya nivîskî bi gavên beza ber bi pêş çûye û wan hay jê niye. Ew nagihên wateya gellek peyvan, yan jî şêweya nivîsandina hevokekê ji şêweya axaftina xwe ya devokî der dibînin. Bi encama vê yekê heye ku ew ji şêweya nivîsandina hinek nivîskaran ne razî bin, çimkî nikarin bi tevahî têbigihên. Hinekên din, ku kesên dilgerm û zimanhej in, derbarê xwendin û nivîsandina bi kurmancî de “nûpêketî” ne. Mixabin, ew derbarê tevahiya tevna ta nuha hatî ristin de ne haydar in. Standarda nivîsandina bi kurmancî heye û di kar de ye, çiqa haya hinek kesan jê nebe û çiqa çend kêmasiyên vê standardê hîn hebin jî. Ger li hinek şûnan şaşî di hinek berhemên nivîskî de hebin, ew wê wateyê nade ku tawan ya nebûna standarbûnê ye, lê heye ku wê wateyê bide ku xwediyên berheman şaş nivîsandibin. Bila ji bîr neçe ku heta di îngliziya ku îroj bûye zimanê herî pêşkevtî li cîhanê, hîn di warê nivîsandinê de standardeke sed ji sedî yekgirtî niye. Li DYE, bo nimûne, peyva ku li Brîtanya wek “orgonisation” dihêt nivîsndin dibe “organization” û peyva ku li Brîtanya wek “favour” dihêt nivîsandin dibe “favor.”
1- Ger pisporên derbarê kurmancî de xwedî zanyariya akadêmî û tecrûbe hebûna û standardkirina şêweya nivîsandinê ji xwe re kiribûna armanc, rewşa Kurmanciya standard dê nuha hîn çêtir bûya. Ji ber cîhnegirtina proseyeke weha û nebûna karbidestiyeke ku xwedî li armanceke weha derkeve, derî ji her kesî re vekirî maye ku xwe li şûna xwe bike otorîte. Bo nimûne, berpirsê kovarekê, malperekê yan weşanxaneyekê carine ew azadiya daye xwe ku heta peyvên durist jî, ligor zanîna xwe, biguhere û bi şêweyeke şaş bide çapkirin û weşandin. Wek mînak, hevokeke wek “Makîne çel û heyşt salan hat bikarhanîn” heye ku ji aliyê berpirsekî weşanekê/edîtorê çapxaneyekê ve wek “şaş” bihêt hesibandin û bi encamê ew maf bide xwe û vê hevoka şaş têxîne şûna ya durist: “Makîne çil û heşt sal hat bi kar anîn.” Carine jî weha bûye ku birêzine hêja, bêguman bi mebesteke çak, pirtûk û gotarên derbarê “gramera” zimanê Kurdî de nivîsandine û li şûna ku sûdekê bigihînin holê ziyan li zimên kirine; ziyan lê kirine ji ber ku ne zimanzan in, heta derbarê nivîsandina bi zimanekî wêjeyî de ne xwediyên pêkaniyeke rêk-û-pêk in. Bi encama berhemên xwe, wan hinek xwendevan li hev şaşo-maşo kirine. Guman tê de niye ku bi kêmasî hinekan ji wan kiryarên weha kirine, ji ber ku kesên di warê zimên de tênegihîşt ew wek “zimanzan” dîtine û pesna wan dane. Ez bi xwe carine li kesine rast hatime, hinek ji wan leqeba “Dr” li pêş navên wan, ku wek zimanzanên zîrek û jêhatî behsa kesine din kirine, kesine ku bi rastî jî ne zimanzanên têgihîşt in. Lê ji ber ku pesindarên weha bi tevahî ji xwendina kurmancî dûr in û wan ew navan bihîstine, ew wan dihînin ser zimên, da ku xwe di çavên mirovî de wek kesên ku ji zimên û zimanzanan haydar in bidin xuyakirin. Carine din weha bûye ku hinekan bi keyfa xwe nav li tiştên ku berê xwedî nav in kirine, yan xwaztine ku bila illeh navên tiştan sed ji sedî Kurdî bin. Bi encamê wan jî xelk li hev şaş kirine û ziyan gîhandine holê. Wek nimûne, di salên 80yan de navên mehan şûna xwe di kurmancî de wek Çeleyê Pashîn, Sibat, Adar, Nîsan, Gulan, Hezîran, Tîrmeh, Tebax, Îlon, Cotmeh, Çirî, Çeleyê Pêshîn girtibûn.
Dû re hinekan, li şûna ku wan navan bi kar bihînin, dest pê kirin navên nû li mehan bikin. Îroj, ger em Kurdên başûr û rojhilat jî têxin wêneyê, dora deh şêwe navên mehan di zaravayên Kurdî de hene û di kurmancî de bi kêmasî sê babet. Li nik min çi guman niye ku bêtir ji sedî 75ê Kurmancan navên mehan ji hev dernaxin (Hinek Soran navên înglizî bo mehan bi kar dihînin, ku ez wek çareyeke ne weqa bed di rewşa îroj de dibînim). Bi encama vê yekê pirraniya caran ez bi xwe hejmaran li şûna navên mehan bi kar dihînim (Nimûne: Di 4ê meha 12emîn de; yan: Roja 4/12/2014). Ev hemî li aliyekî, li aliyê din car li dû carê mirov di gotarine de rastî navine dihêt ku xwediyên gotaran ew wek rêber û otorîteya derbarê zimanê Kurdî de dane lê di rastiyê de, û ligel rêza min ji hemî kesên bo zimanê Kurdî têkoşiyane re, berhemên hinekan ji wan kesên ku xwediyên gotaran wek rêzan û pispor ji me re pêşniyaz kirine tiji şaşiyên rêzimanî ne. Ji ber ku hinek ji xwediyên wan navan kesên bi nav û deng in û nema zindî ne kî biwêribe di nav Kurdan de bibêje ku di berhemên filan kesî de şaşî hene?! Gotineke weha ji erf û toreyên kurdî der e, “pozbilindî” ye û xwediyê wê dê bihêt şermezarkirin. Rast e hinek nivîskarên rêzdar yên demên par heye ku “ji sifrê,” li hinek herêman ji binê sifrê, dest pê kiribin; lewma xebata wan û berhemên wan wê demê nivîsandine layiqe rêzgirtin û pesindanê ne. Lê li milê din, nixamtina şaşiyan sûdê nagihîne holê. Bi kurtî: Yek ji egerên dijwarbûna standardkirina kurmancî kurmanc bi xwe ne, bi taybetî kesên nûpêketî û ewên xwe dixin nav “zanyarên zimanzan” bêyî ku xwediyên zanistiyeke akadêmî û tecrûbeyên perwerdeyî yên di warê zimanan de bin.
Wek hat ragîhandin, hinek kes xwe bi meraqeke germ dixin nav mijara rêzimaniyê û ya standardkirina zimanê Kurdî, bêyî ku ji standarbûna zimanan û hîmên gramerê fêhm bikin. Bo nimûne, hinek wisa tê digihên ku ji bo xatirê standardkirinê divêt tenê yek peyv ji bo ragîhandina wateyekê (xwebêjekê, ma’neyekê) bihêt bikarhanîn. Lê dîtineke weha ne her dem di şûna xwe de ye û dikare zimên hejar û rût bike. Hebûna peyvên heman wateyê didin (synonym/ مرادف) şana dewlemendiya zimanan e û wêjeya wan rengîntir dike. Wek mînak, di kurmancî de bikarhanîna peyvên wek wisa, weha, wanî, werg û wilo bo heman mebestê durist e, her weha peyvên wek baş, rind, qenc, çak û çê ji bo xwebêjeke kêm-zêde wek hev, ligel ku her yek ji wan dikare xwediya wateyeke taybet be, wek peyvên “good, nice, fine, excellent” di înglizî de. Lê ji aliyê rastnivîsa rêzimanî de, ji aliyêî gramerê ve, bikarhanîna heman şêweya nivîsandinê grîng e. Bi gotineke din, ne durist e kesek binivîsîne: “Ez mamosteme,” çimkî di Kurmancî de lêkera bûnê bi serê xwe dihêt nivîsandin: Ez mamoste me.
Hêviya gellek Kurdan ew bû ku zêdebûna hejmara dezgehên Kurdî yên televizyonê û pêşkevtina beza ya teknolojiya elektronî dê ji bo pêşvexistina nivîsandina Kurdî gellekî sûdmend bin. Rast jî ta nuha hinek kelk di vî warî de hatiye bidestxistin. Mixabin tirsa li holê nuha ew e ku va sûda em li bendê bûn ne bêyî ziyan be. Di dezgehên kurdî yên radyo û televizyonê her rojnamevanek/pêşkêşerek ligor dîtina xwe peyvan û tîpan bi kar dihîne. Li nik wan ne hevkarî û koordinasyoneke di warê nivîsandinê û ragîhandina peyvî de heye, ne jî, mixabin, haya hinekan ji berhemên nivîskarên xwedî berhemên qenc heye, da ku sûdê ji wan wergirin. Hîn bi ser de Soranên tîpên latînî di Fêsbûkê de bi kar dihînin, bo nimûne, li şûna tîpên latînî wekî ku Kurmancî bi kar dihîne bi kar bihînin, sîstêmeke nû ji xwe re peyda kirine û her yek bi keyfa xwe wan tîpan bi kar dihîne, yan tîpên latînî wekî ku tîpên e’rebî ji bo nivîsandina peyveke soranî bi kar dihînin dinivîsînin. Nimûne: “mn esta ntwanm” (ez nuha nikarim) li şûma “Min êsta netwanim.”
Lê em bi carekê ve reşbîn jî nebin. Yê rewşa Kurdan ya berê û ya nuha di vî warî de bide pêş çavan ê bibîne ku kesên nivîsandina bi Kurmancî gîhandine radeya îroj wek wan kesên tî bûne yên dikaribûne avê ji zinêr derînin. Ji vir û şûn ve, tevî hemî kêmasiyên li holê jî, rewş dikare tenê ber bi pêş biçe, em hêvîdar in.
ÇEND NIMÛNEYÊN NEWEKHEVIYÊN DI NIVÎSANDINA KURMANCÎ DE
- Lêkera “bûn”ê (Bi Înglizî: verb to be / Almanî: sein/ E’rebî: فعل الكون):
Çawa ku di zimanên wek înglizî, almanî û fransî de bi serê xwe dihêt nivîsandin di Kurdî de jî ev lêker bi serê xwe ye, ji navan û şanan (sîfatan) cihê dihêt nivîsandin. Mixabin hinek nivîskarên me weha nakin û li şûna ku binivîsînin “ew kurd e,” bo nimûne, “ew kurde” dinivîsînin. Bala xwe bide vê nimûneya bi înglizî:
“I am far/ you are far/ she is far / we are far / you are far/ they are far.” = Ez dûr im, tu dûr î, ew dûr e …
Bala xwe bide vê nimûneya bi almanî:
“Ich bin weit/ du bist weit/ er ist weit/ wir sind weit/ ihr seid weit/ sie sind weit.” = Ez dûr im, tu dûr î, ew dûr e …
Di zimanê fransî de jî weha ye, cihê dihêt nivîsandin.
Bi Kurdî:
Ez dûr im/ tu dûr î/ ew dûr e/ em dûr in/ hûn dûr in/ ew dûr in.
Di kurmancî de du şêweyên vê lêkerê hene, yek ji bo nav û şanên ku tîpa dawîn di peyvê de bêdeng e û yek ji bo ewên ku tîpa dawîn di peyvê de bi deng e (peyvên dengî: e, ê, i, î, o, u, û):
Ez dûr im/ Ez li Mosko me// tu dûr î/ tu li Mosko yî// ew dûr e/ ew li Mosko ye// em dû rin/ em li Mosko ne// hûn dûr in/ hûn li Mosko ne// ew dûr in/ ew li Mosko ne.
- Tê û dihê/ dihêt
Kurmancî jî wek zimanên din di şêweya xwe ya devokî de peyvan kurt dike yan ji bo “telafuzê” hêsan dike. Lê di zimanê nivîsandina standard de peyv bi pirranî wek şêweya orijînal dimînin. Bi saya vê yekê ye ku zimanê standard wek yê devokî zû bi zû nahêt guhertin. Li vir raber bikim ku cudabûna di navbera şêweyên devokî yên kurdî û şêweya nivîsandinê de gellekî ji cudabûna ku di hinek zimanên din de heye kêmtir e (E’rebî bo nimûne), lê li milê din, ji zimanekî wek înglizî bêtir e. Di zimanê E’rebî de şêweya devokî li gellek herêman hema-hema wek zimanekî bi serê xwe ye û ji zimanê nivîsandinê gellekî dûr e. Bala xwe bidin van nimûneyên ji şêweyên E’rebiya devokî û ya nivîsandinê:
Li Misir: iddêto filûs e’şan xatir mirato. (Min pere ji bo xatirê jina wî danê)
Li Sûriyeyê: Ëtêto misriyyat mîşan xatir merto.
Zimanê nivîsandinê: E’ëteytuhû niqûden lî eclî xatirî zewcetîhî.
أعطيته نقوداً لأجْل خاطر زوجته
Li Misir: Izzeyyek ye wad? (Lawo tu çawa yî?)
Li Lubnanê: Kîfeek ya’ zelemê?
Li beşine Sûriyeyê: Işlonek xeyyo?
Di nav e’şîrine şawî de: Iş halek?
Bi zimanê nivîsandinê: keyfe halûke ya hatha (ya recul)?
حالك يا رجل؟ كيف
Yek ji zimanên ku tê de şêweyên axaftinê û nivîsandinê gellekî ji hev nêzik in zimanê înglizî ye. Va yeka ne her dem weha bûye. Rojên îroj înglizî zimanekî lîberal e û ji guhertinê/liserxwezêdekirinê natirse. Lê dîsa jî têgihîştina naveroka berhemên wêjeyî yên kûr û gellek dokumentên qanûnî ji bo xelkê ne hêsan e. Bi gotineke din, Tevî lîberalîzma înglizî jî cudabûneke ne biçûk di navbera îngliziya devokî ya xelkê û ya fermî-qanûnî û akadêmî de heye.
- Di Kurdî de lêkera “hatin” xwediya rolên pirr grîng e. Ew hem wek lêkereke bi serê xwe ye, wek di vê hevokê de: Azad ji welêt hat (dihêt, dê bihêt…), hem jî lêkereke alîgir e (auxiliary verb) wek di van hevokên “pasîv” de:
Goşt li dawetê hat xwarin.
Pere li wir hatin bidestxistin.
Bac ji wan dihê (dihêt) girtin.
Va roja her sal dihê (dihêt) bibîrhanîn.
Ji ber ku kurmancî ji zimanekî nivîskî bêtir wek zimanekî devokî bi dirêjiya sedsalan domandiye, şêweya devokî ya “dihê”/ “dihêt” li gellek deveran bûye şêweya nivîskî jî: “tê.” Ligel ku bikarhanîna “tê” bi encama vê yekê ne şaş e jî ew ligor rêzimaniya nivîsandinê ne durist e û baştir e ji bo standardê nehêt bikarhanîn.
- Peyvên bi hev re dibin jêder (mesder / infinitive) li dû lêkerên alîgir bi hev de dihên nivîsandin, wek yek-peyv. Bala xwe bide van nimûneyên li jêr:
A: Xwediyê gund va bîra deh salan bi kar hanî.
B: Bîr deh salan ji aliyê xwediyê gund ve hat bikarhanîn.
A: Ewropiyan “Hindiyên Sor” li Amerîka hema-hema tune kirin.
B: “Hindiyên Sor” li Amerîka hema-hema hatin tunekirin.
Di hevokên B de lêkera “hatin” rola xwe wek lêkereke alîgir dileyize û di van hevokên “pasîv”مبني للمجهول de peyvên ku bi hev re bûnî jêder wek yek peyv dihên nivîsandin. Mixabin gellek kes bi şaşî weh dinivîsînin: “… hatin tune kirin.”
Bala xwe bide cudatiya di navbera wateyên van her du şêweyan de: “Tunekirin” wateya “nehîştin” yan “jiholêrakirin” dide. “Tune kirin,” li milê din wê xwebêjê dide ku hinekan kesek/ komek ji holê rakirin.
Bala xwe bide van her du peyvên almanî: zusammen (tev) / arbeiten (karkirin). Dema her du peyv di peyvekê de dibin yek peyv (infinitiv) ew peyva yekgirtî weha dihêt nivîsandin: zusammenarbeiten = tevkarkirin (NE: “tev kar kirin,” çimkî “tev kar kirin” wateyeke din dide û ne jêder e. Bala xwe bide van her du hevokan:
A: “Wan bi salan tev (bi hev re) kar kirin.”
B: Tevkarkirin xweş e.
Bi gotineke din: Dema du peyv yan bêtir bi hev re bibin jêder, ew wek peyvekê dihên nivîsandin, ne wek peyvên ji hev cuda.
- Lêkera siberojê: Di kurmancî de “ê” şûna xwe ji bo mebesta siberojê, dema dê bihêt (paşerojê) girtiye. – Ez “siberojê” bi kar dihînim, çimkî di Soranî de “paşeroj” wateya dema par, dema derbas bûyî, dide. Lê ji bo peyvên ku tîpa herî dawîn di wan de dengî be “ê” dibe “dê.” Nimûne:
Ez ê roja duşemê biçim mala hevalê xwe. / Mizgîn ê sibe were.
Tu dê roja duşemê biçî mala hevalê xwe. / Fato dê sibe were.
Li hinek herêmên Kurmancan her dem “dê” dihêt bikarhanîn. Bi dîtina min ev ne şaş e. Li herêmine din formên din hene, wek “wê” bo nimûne, lê “ê” û “dê” ji bo standardkirinê baş in.
Hacetê siberojê jî di kurmancî de, wek gellek zimanên din, bi serê xwe dihêt nivîsandin. Nivîsandina wê ji peyvê veqetiyayî hem ragîhandina mebestê, hem jî zimên hêsantir dike: Ez ê roja duşemê li wir bim, NE: Ezê roja duşemê li wir bim.
- Lêkerên veqetok – Nimûne:
Vemirandin, veqetandin, veşartin, ragîhandin, rakişandin, dagirkirin,…
Ji bo lêkerên weha “di” û “ne/na” li dû her du tîpên destpêkê cîhên xwe digirin; mînak:
Vedimirîne/ venamirîne// vediqetîne/ venaqetîne// vedişêre/ venaşêre// radigihîne/ ranagihîne// xwe radikişîne/ xwe ranakişîne// dadigire/ danagire,…
Bikarhanîna van peyvan wek “divemirîne” û “nevemirîne” şaşiyeke rêzimanî ye, bi dîtina mkin.
- Bikarhanîna “t” bo armanca ku peyveke şanî bikî peyveke navî:
Gellek caran hinek kes tiştine dixin nav zimên, zimên diherimînin û xelkê li hev şaş dikin. Di çend salên derbas bûnî de zeliqandina “t” bi peyvan ve bû modeyekê, wek şaştî, mirovtî, ciwantî, zaroktî û her weha… Gellek ji me carine bêyî tê de biponijin bi ber bayê van şêwe modeyan dikevin, modeyên ku kesên ziman-nezan bi rê dixin. Di Kurdî de “t” ji bo vê mebestê dihêt bikarhanîn, lê bi pirranî ji bo peyvên ku tîpa dawîn di wan de yeke dengî ye. Nimûne: bra/ bratî – birçî/ birçîtî – ezo/ ezotî,… Lê di peyveke wek “şaş” de, bo nimûne, tîpa dawîn bêdeng e û ji lewre “t” ne pêwîst e. Nimûne: şaşî/ qencî/ mirovî/ hevalî/ bêkesî/ dûrî.
- Bikarhanîn û bikarnehanîna du tîpên li ser hev:
Guman tê de niye ku nerxbilind Celadet Bedirxan yek ji mezintirîn rêberên standarda kurmancî ye, lê va yeka wê wateyê nade ku her tiştê wî nivîsandiye navêt bihêt guhertin. Wek mkin ku berê jî nivîsandiye, Celadet di dema jiyana xwe de bi xwe çend caran tiştên ku berê wek durist dîtibûn guherandine û guman tê de niye ger zindî mabûya dê hinekên din bi rê ve guherandibûna. Wekî her nivîskarê ku ji salan û vir ve ye dinivîsîne dê bizanibe, em hemî şêweya nivîsandina xwe bi rê ve diguherin. Wek nimûne ez bi xwe nema “di” pêş peyvên derheqê û derbarê dinivîsînim, ji ber ku têgihîştim bikarhanîna “di” pêş van her du peyvan ne pêwîst e, çimkî “der” bi karê “di” radibe.
Hêja Celadet di Hawarê de nivîsandiye ku di Kurdî de du tîp li ser hev nahên nivîsandin û ev li nik hinek nivîskaran bûye wek ayetekê. Ez vê yekê di cîh de nabînim. Bala xwe bide van nimûneyên li pêş:
Pir (koprî) yeke pirr kevn bû.
Gur ji ber agirê gurr reviya.
Hem ker û hem xwedî kerr bûn.
Gelê kurd gellekî êşiyaye.
Ew li ser gir pê hesiya û girr (hêrs) bû.
Wî xanî kirî (kirê) negirt, kirrî.
Kiras di şûna li ser birînê de hat birrîn.
Pêşiyên me ne bêyî sedem di hinek peyvan de du tîp li ser hev bi kar hanîne. Bi şiddandina tîpekê, dubarekirina wê, du peyvên wek hev, lê xwediyên du wateyên ji hev cuda ji hev dihên cudakirin. Wek nimûneyên li jor raber dikin hema-hema hemî peyvên ku tê de du tîpên li ser hev hene, xwe bi wê dubarekirinê ji peyveke din cuda dikin.
Kuştin û kujtin:
Di peyva “kujtin” de “j” di zimanê devokî de wek “ş” dihêt bihîstin. Lê bala xwe bide van nimûneyên li jêr:
Ez dikujim/ tu dikujî/ ew dikuje/ em dikujin/ hûn dikujin/ ew dikujin. Û kesê/kesa dikuje: kujer e. Eger weha be, de çima bikarhanîna “kuşt” di zimanê nivîskî de? ¬¬Bi zimanê devokî, ji bo axaftinê, bikarhanîna “kuşt” xem nake, lê ji bo nivîsandinê şaş e, bi dîtina min. Divêt wek “kujt” bihêt nivîsandin.
Di peyva “brajtin” de jî heman kêşe heye. Hinek kes bi şaşî “braşt” li şûna “brajt” dinivîsînin.
Hanîn û anîn:
Bingeha peyva “hanîn” ji peyva “hatin” e. Bala xwe bidin van hevokên li jêr:
Em hatin vir û me ew jî bi xwe re hanî.
Ew her roj bi me re dihat vir (Ne: “diat”).
Bala xwe bidinê ku “anîn” bi serê xwe wek lêker di kurmancî de tune. Ma em dikaribin bibêjin: Ez diînim yan “ez ê biînim”? De çima nivîsandina “anîn” li şûna “hanîn”?
- Bikarhanîna “i” bêyî ku pêwîst be.
Tîpa “i” carine di nav peyvine de şûna xwe digire bêyî ku pêwîst be. Bala xwe bide peyva “bra” (bira) / “brader” (birader) û wan bide hember peyvên bi heman wateyê di du zimanên ewropayî de, înglizî û almanî:
Înglizî: Brother/ almanî: Bruder, lê di Kurdî de hinek tîpa “i” li dû tîpa “b” bi kar dihînin, bêyî ku pêdivî pê hebe. Di alfabêya latînî de “b” di hinek peyvan de rola “i” jî digire ser xwe. Heman gotin dikare derbarê peyva “gran” de bihêt gotin, bo nimûne. Bale xwe bide peyva înglizî “grand” û peyva almanî “grün.” Di peyva “gir” de bikarhanîna “i” pêwîst e, lê ne di peyva “gran” de. Nimûne: Konên wan li ser giran bûn/ Barekî gran bû.
Di peyva “bir” de, bo nimûne, bikarhanîna “i” pêwîst e, lê ne di peyva “broş” de.
Bidim zanîn ku min jî berê “bira” dinivîsand, bo nimûne, lê nema weha dikim.
Di siberojê de, dema Kurmanc bûn xwediyên xwendegeh û zanîngeh û akadêmiyan, van şêwe cûdabûnan dikarin bihên çareserkrin. Lê ya grîng yekkirina aliyên rêzimanî (gramerê) ye. Ji bo standrdkirina tevahî ya kurmancî hîn çend salên din divên, lê careke din ragihînim ku standarda kurmancî, ligel çend kêmasiyên li holê jî, heye û di kar de ye. Em hêvî bikin ku di nav Kurdan de kesên “linguist,” kesên kurdolog û yên di warê zimên de xwedî pêzaniyên akadêmî û tecrûbeyên di pratîkê de bi derbasbûna demê re zêde bibin, da ku di siberojê de bikaribin roleke çaktir û duristtir sebaret bi pirsên xwe bi standardkirinê û nivîsandina matiryalê fêrkirina zimên ve peywendîgir dikin bileyizin. Em bi omdî bin ku kesên weha sîstêma zimên ya hevokî (syntax), ya wateyî (semantics), ya dengî (phonetics) û ya rêzimanî (grammatical) baş fêhm kiribin û zimanê Kurdî ne ku tenê ber bi nivîsandina yekgirtî bibin, lê her weha bigihînin radeyeke bilinde li gor pêdiviyên qonaxa demî. Em hêvî bikin ku her weha kesên haydare pirsên xwe bi fêrkirindana zimanan ve peywendîgir dikin hebin û bikaribin gavên sûdemend derbarê pirsên pêdagojî û nivîsandina matiryalê pêwîst de biavêjin.
ZIMANEKÎ STANDARD ji bo hemî zaravayên (zimanên) Kurdî: Gelo pêkan be?
Demekê baweriya min bi hevgirtina gelê Kurd û yekbûna mebestan pirr kûr bû. Min weha texmîn dikir tiştek ê nikaribe rê li yeketiya Kurdan û têkoşana bo amancên mezin bigire. Bi rê ve, sal li dû salê, û her ku min gelê xwe, rêxistinên wan û beşên Kurdistanê ji nêzik ve nasîn û rastî zihniyetên corbicor hatim, ew bawerî û hêviya min, mixabin, her ku çûn melûltir bûn. Pêş 20-30 salan min weha texmîn dikir ku standardkirina (yekkirina) kurdiya nivîskî ne ew kêşeya bêhûde mezin e. Nuha dibînime ku ne weha ye, çimkî heta bi standardkirina Kurmancî be, ji bo komeke ku pirraniya xwe nexwende ye û endamên wê bi vî zimanî nehatine perwerdekirin, ne hêsan e. Lê tevî ku standardkirina Kurdî ya hemî zaravayan (zimanan!) wekî ne pêkan xuya dike jî, ger rewş û mijar bi awayên din bûna, baştir bûna, guman li nik min niye ku Kurdan, qe nebe nifşê nû, dê bikaribûna di nav dora 10-15 salan de zimanekî standard bi kar bihanîna, ji Efrînê bigir ta Mehebadê.
Gellek ji me bi hêvî ne ku rojekê yek şêweya nivîsandina bi Kurdî hebe, ku mirovekî li Mehebadê bikaribe rojnameyeke li Diyarbekir hatî weşandin bi hêsanî bixwîne, ku Kurdekî li Kobanîyê bêyî kêşe pirtûkeke li Sulêmanîyê hatî çapkirin bixwîne… Ji bo gihîştina amanceke weha salên dûr û dirêj divên, bawer nakim di dema jiyana me de pêkan bibe, ne tenê ji ber egerên beşbeşbûna Kurdistanê, lê her weha ji ber sedemên beşbeşbûna bawerî û dîtinên Kurdan û hebûna cudabûnên rêzimanî di navbera “zaravayên” wek kurmancî, soranî û kirdkî (dimilî / zazakî) de. Bi dîtina min, pêwîst e berê, 1: alfabêya nivîsandinê bibe yek û, 2: standarbûneke rêk-û-pêk berê di nivîsandina her zaravayekî ji zaravayên serek de cîh bigire.
Yek ji kêşeyên mezin yên li holê ew yeka ye ku alfabêya soranî (ku tîpên E’rebî bi kar dihîne) li başûr û rojhilatê Kurdistanê şûna xwe girtiye. Ji ber ku tîpên E’rebî her weha tîpên quranê, bi gotineke din yên îslamê ne, kêşe hîn dijwartir dibe. Çiqa di nav Soranan de kesên weha hebin ku tîpên kurmancî (yên latînî) ji bo nivîsandina Kurdî baştir dibînin, hinekên din bi tundî li dij guherandina alfabêya E’rebî ne. Ji koma 2yemîn hinek ji ber dilsoziya bi soraniya ta nuha hatî nivîsandin re li dij guherandinê ne û hinek ji ber dilsoziya bi îslamê re. Di nav yên dawîn de kesên weha dê hebin ku dê amade bin heta zorê li dij ewên bikarhanîna tîpên latînî dixwazin bi kar wînin. Pêş demekê, dema li Hewlêr bûm, ji min re hat gotin ku çapxaneyeke pirtûkên kurdî bi alfabêya latînî diweşandin ji aliyê tundrêyan ve hatibû şewitandin. Ger guherandina alfabêya E’rebî bi ya latînî rojekê tew mumkin bibe jî, bi dîtina min amadekirina tevdêr û bernameyên ji aliyê dezgehên fermî ve divên. Dema meraq û daxwaz hebin guherandin ê pêkan be. Nimûneyeke ji gavên ku dikarin bihên ranan:
- Di xwendegehan de: Zarokên sinifa (pola) 1emîn di sal “X” de bi tîpên latînî dihên fêrkirin û şagirtên vê polê li seranserê başûrê Kurdistanê (û rojhilatê Kurdistanê?) sal bi sal alfabêya latînî bi xwe re dibin pola din ta ku digihên qonaxa xwendina di zanîngehan û xwendegehên bilind de. Bi gihîştina wan re (li dû 12 salan) li zanîngehan û xwendegehên bilind jî alfabêya latînî dest pê bike. Gotinê naxwaze ku menhec û bernameyên pêwîst divêt di dema guncav (munasib) de hatibin amadekirin.
- Di pola 6emîn de alfabêya E’rebî jî dihêt fêrkirin, da ku şagirt bikaribin, bi kêmasî di qonaxeke demî de, bi her du alfabêyan bixwînin.
- Mîdyaya nivîskî, dengî û dengî-wêneyî gav bi gav xwe ber bi bikarhanîna alfabêya latînî badide, lê destpêkê ji bo qonaxeke demî ya E’rebî jî bi kar dihîne.
- Dezgeh û nivîsgehên fermî û nefermî ji sal “X” ve her weha dest bi guherandina alfabêyê bikin û di nav, em bibêjin 15 salan de alfabêya nû bi tevahî şûna ya kevn bigire.
Guherandina alfabêya E’rebî bi ya Latînî ne tenê bi Kurdan û bi pirsa olî ve girêdayî ye. Bixwazin-nexwazin ew ê bibe pirseke siyasî jî. Welatên ereb û musilman jî dê ji vê guherandinê ne razî bin, bo nimûne. Lewma guherandin divêt bi plan û tevdêr be, gav bi gav be û alfabêya E’rebî bi carekê ve nehêt avêtin.
Me li jor got ku pêş standardkirina “zimanê Kurdî” standardkirina şêweya nivîskî ya zaravayên serek divêt. Dema her zaravayekî xwe di warê nivîsê de gîhand şêweyeke rêk-û-pêk ya standardbûnê, wê demê amadekirina tevdêrên ji bo standardkirina zimanekî yekgirtî ji bo hemî zaravayan hêsantir dibe, lê bi şertê ku niyet û daxwza ji bo vê yekê li nik hemî aliyan hebin, kesên pispor û zimanzan xwe têkile mijarê bikin, û ji bo xwegîhandina amanca dawîn aliyekî berpirs, derfetên aborî û mîkanîzma bicîhkirina biryaran hebin. Li dû standardkirina zimanê Kurdî yê nivîskî û fêrbûna vê şêweya nivîsandinê, Kurdên hemî beşên Kurdistanê dê bikaribin li herêmên xwe zaravayê herêmî ji bo axaftinê bi kar wînin, lê dema Kurdekî ji Swêregê û yekî ji Sine, wek mînak, rastî hev hatin ew ê bikaribin di dema axaftinê de şêweya standard ya zimanê nivîskî bi kar wînin û ji hev têbigihên. Va şêweya dan-û-stendinê îroj jî di navbera înglîzimanan, almanîzimanan û geline din de heye.
Bo xatirê vî zimanê bedew ji Kurdan tika dikime ku bila zimanê me nebe pergendeya bêxwedî. Bila kesên bêyî perwerdeya akadêmî ya xwe bi zanîna zimanan ve girê dide û kesên bêyî tecrûbeya pêdagojî xwe nexin nav mijarên kûr yên bi zimên ve peywendîgir. Û bila em derbarê pirsa standardkirinê de bi sebir bin. Ziman wek ava rûbarekê ye. Bi derbasbûna demê re bi xwe rêya xwe çêdike. Ger em îroj baş li zaravayên zimanê Kurdî guhdarî bikin, yan bi Kurdî bixwînin, em ê bigihên wê encamê ku zaravayan dest pê kirine hêdî-hîdî ber bi hev werin. Wekî kesên din jî berê gotine, yek ji wan bi rehmetî Samî Şoreş, Wezîrê Rewşenbîriyê li Hewlêr (di hevpeyvîneke bi Shahîn B. Soreklî re: 27/09/2005), dema dan-û-stendina di navbera hemî beşên Kurdistanê de xurt bibe, bazirganî û hevnasîn zêde bibe û mîdyaya nûjen rola xwe bigire, rûbarên zaravayan heye ku xwe bi şêweyeke xweristî jî di qonaxeke demî de di nav çemekî de ber bi hev wînin.
Li vir aşkere bikim ku nivîskarê vê gotarê jî di qonaxên par yên jiyana xwe de carine weha texmîn kiribûye ku standardkirin pirseke ne weqa dijwar e û divêt zû bihêt çareserkirin. Nuha ew wê dîtinê wek “naîv” (xeşîm) dibîne. Mixabin daxwaz û meraqên dilan û rastiya rewşê carine ne li gor hev in, wekî rêwiyekî ku di nîvê şevê de hêviya hilatina di cîh de ya rojê bike. Çiqa rastî carine tehl be jî heye ku vexwarina wê ji xwexapandinê baştir be. Va yeka ne tenê derbarê standardkirina zimên de di cîhê xwe de ye, lê her weha derbarê pirsine neteweyî de jî. Ligor ku ez îroj diponijim, heta gelê kurd tevahiya rastiya derbarê xwe û rewşa xwe de nebîne û nepejirîne ew ê, wek nexweşê ku nedizane derdê xwe çi ye, nikaribe ji xwe re dermanan jî bibîne; yan ew ê dermanên şaş bi kar wîne û xwe bide jehirkirin.
0 kommentarer