Maruf Yilmaz Dr. Lêkolîner, zimanzan
EM HÊ AMADE DIKIN
Muzîk û Operaya Kurdî
Bi vî hawayî çîroka lehengiya Gustav hat afirandin. Nifşê zarokên dibistanê li ser bavê welat gustav xwendine û serpêhatiyên wî yên li Dalarnayê bixwînin. Di 6ê hazîrana 1523an de, ew wekî padîşah hate hilbijartin û efsane îro jî wekî¨i avakerê neyeweyë tê destnîşankirin. Operan lı ser Vasa bibihîzin!
- Konserên Pervîn Çakarê li Stockholma Swêdê
Sopranoya navdar a cîhanê Pervîn Çakar li Stockholmê ye û ew xwedî karekî profesyon e. Mijara konserên wê opera û stranên gelêrî yên kurdî bûn. Sopranoya kurd Pervîn Çakar ji ber rolên xwe yên li ser sehneyên operayê yên cîhanê hatin pesinandin. Pervîn Çakar di malbateka kurd de li Dêrika Mêrdînê hatiye dinyayê û ew di heman demê de xebateka bêwestan a xezîneya muzîka kurdî ya herêma xwe ye. Bêyî ku tu carî dest li orijînalan bike, bi aletên rojavayî û rojhilatî îlahiyan an stranan derdixe û wan digihîne gelên cîhanê û gelê xwe. Di vê konserê de ji bilî stranên kurdî yên kevneşopî, me ji hunera Pervîn Çakarê operayên Bellinî, Gounod, Mozart, Puccinî û Verdî jî bihîstin. Wê li Konservatura Perugia li îtalyayê xwendiye û wê çend xelatên bi prestîj wergirtine. Pervîn Çakar destepêkara ewilî ya operaya kurdî ye û wê serkeftinên mezin bi dest xist. Di dema “Pêvajoya Aştîyê” de xelata Sopranoya Kurdî ji AKP´ê wergirt, lê ev xelat ji bo propaganda siyasî bû û dûvre serokê CHP Özgür Özel destê Pervîn Çakar maçî kir ji bo hunera wê ya operayê. Pervîn Çakar li cîhanê navdar e? Bi dîtina min Pervîn Çakar operaya kurdî temsîl dike ji ber ku wê serkeftineka mezin bi dest xist.
Pervîn Çakar bi teknika operayê strana berhemên kurdî dîdomîne. Ew bi çanda xwe têr dibe, lê sûd ji çandên cûda jî werdigire. Ew behsa “Operayeka wenda” dike ku ew di salên 1920î de li ser kurdan hatiye nivîsandin. Alexandre Tansiman di sala 1927ê de nivîsîye. Ew muzîkolog, pîyalîst û bestekar bû û berhema wî ya operayê ”La Nuit Kurde” ye – Şeva kurd, bi lîbretoya Jean- Richard Blocha ve wek berhemeka hunerî hatiye amadekirin. Navenda operayê îtalîya bû û li wir cara ewilî opera di wateya nûjen de di sala 1597an de ji alîyê Jacoko Perî ve hatiye afirandin (amadekirin). Perî bi mûzîka kevnar, şano, trajediya yewnanî, klasîzma estetîk û çanda kevnar re eleqedar bû. Hunermenda kurd Pervîn Çakar gavên ewilî yên muzîkê bi operaya sopranoya kurdî avêt. Ew girîngîyê dide çanda dengbêjiyê ku bingeha operaya kurdî ye. Li gorî wê kurd xwe piçûk an kêm dibînin, lê wisan e. Dewleta tirk muzîka kurdî talan kir, perçe-perçe kir, kir malê xwe lê rastî di bin kûrahiya xwe de ma. Qirkirina çand û zimanê dayikê, înkarkirina nasnameya kurd, qedexekirina mîrata çanda kurd û kevneşopiyên neteweya kurd dibin mijareka balkêş ji bo hunermenda kurd Pervîn. Operaya kurdî ya Pervîn Çakar li ser van mijarên jorîn e û rola xwe li dinyayê dileyîze. - Teorî û termînolojî
Teorî ”berçavka ” min e ku bi wê re ez dikarim bibînim ku têgînên teorîk ên cihêreng şîrove bikim û ka ew çawa bi hevûdu re têkildar in û entegre dibin da ku diyar bikim ka çend şîroveyên cihêreng bi hevûdu re têkildar in.
Kilmer, Anne (1972/1986) – li zanîngeha Californiayê – lêkolîna xwe ya strana ”Hurrî Hymn nr6” eşkere kir. Kilmer 15 salan li ser stranên muzîka Hurrî û Hetîtî xwendibû û di ber de jî lêkolînê dikir. Di sala 2017an de guhertinên herî populer û şîroveyên nû li ser strana herî kevn ku ji alîyê bestekara Alman-Suryanî Malek Jandalî (2017) ve hat pêşkêş kirin. Marcelle Duchesne-Guillemin (1980: 5 – 25), ji nû ve li ser stran û muzîka ”Hurrî Hymn nr6” xebitî û encameka nû bi dest xist.
Zardeşt û stranên wî di warê muzîka êzidîyan de çandeka taybet e. Josehp, Îsya (1909) li ser muzîka Yezidîyan xebateka balkêş kirîye. Vartabeld, Gomidas (1903) bi navê ”Chansons kurdes transcrites par le pere Komitas” ku ji du melodîyan pêktê, nivîsîye. Ew behsa muzîka Yezidiyan dike û ew bi eslê ve ermenî ye. Yaş, Zeynep (2017) di pirtûka xwe de behsa “qeyda ewilî ya muzika kurdî dike ku li arşîva Columbiyayê hate dîtin, dike.” Ew qeyda ku wî dîtiye weke qeyda muzika kurdî ya herî kevn dipejirîne, lê mixabin ew zêdetir di bin bandora arşîva Osmanî-Tirkî de maye. Di derbara muzîka kurdî de qaydên kevn pir in. Ez ê di nivîseka xwe ya din li ser vê mijarê binivîsim. Strana ”Ez Evdala Xwedê” ku ji alîyê hunermendê ermenî Karekîn Proodîn hatiye gotin û ya din jî ji aliyê hunermendê Asurî Kosrof Malool ve hatiye gotin. Kosro Malool di sala 188an de li Amedê ji dayîka xwe dibe û di sala 1904an diçe Amerîka lê di sala 1908an de vedigere û jina xwe Madam Hrepsne digel du kurên xwe ku navên Anton û Edward in, bi xwe re dibe Amerîkayê. Li Mezopotamyayê du hunermendên Yezidî hebûn wan bi rêya muzîkê nexweşan baş dikir. Ibrahîm Musûsî muzîkologê kurd bû û ew li Baxdadê dibistana pêşîn a muzîkê vekiribû. Zîryad rewşenbîrê dema xwe bû û wî Enstûtiya medeniyetê damezrand, lê ket bin bandora dewleta Osmanî digel vê yekê jî ew kurd e.
Çend bestekarên navdar yên wek Gustav Holst (1908), Olivier Messiaen (1946) û John Cage (1946) îlhama xwe ji çanda Hindî girtine, lê bêtir ji helbest, felsefe û muzîkê.
Yek ji şiroveyên herî naskirî di sala 1972 de pêkhat dema ku Profesor Anne Kilmer li zanîngeha California – guhertoya xwe ya strana 3400 salî pêşkêş kir. Anne Kilmer wê demê 15 salan li ser strana muzîka Hurrî û Hetîtî xwendibû û encameka nû bi dest xist. Di sala 2017an de guhertinên herî populer û şîroveyên nû li ser strana herî kevn ji alîyê bestekara Alman-Suryanî Malek Jandalî (2017) ve hat pêşkêş kirin.
Dema ku Fîlozof Nietzsche (1883) berhema xwe ”Zarathustra weha got” nivîsî bi xwe ket bin bandora Zardeştî. Ji aliyê muzîkê ve, opera Jean-Philippe Rameau di 5ê Kanûna Pêşîn a sala 1749an de li ser Zardeşt´î li Parîsê lîst û derbasî dîrokê bû. Hin gotarên kesên navdartirîn li ser muzîkê di pirtûka Reflex de hene, ev in:
Vivaldi, Antonio (1678 – 1741); Bach, J. S. 1685 – 1750; Händel, G. F. 1685 – 1759; Haydn. Joseph 1732 – 1809; Mozart, W. A. 1756 – 1791; Beethoven, I. V. 1770 – 1827; Schubert, Frans 1797 – 1828; Berlioz, Hector 1803 – 1869; Mendelssohn – Bartholdy, F. 1809 – 1847; Schumann, R. 1820 – 1856; Chopin, Frédéric 1810 – 1856; Wagner, Richard 1813 – 1883; Brahms, J. 1833 – 1897; Tjajkovskij, P. 1840-1893; Dvorak, Antonin 1841-1904; Grieg, Edvard 1843 – 1907; Debussy, Claude 1862-1918; Sibelius, Jean 1865-195; Nielsen, Carl 1965-1931; Schönberg, A. 1874-1951; Ravel, M. 1875-1937; Bartök, Béla 1881-1945; Webern, Anton 1883-1945;Prokofjev Sergej 1891-1952; Hindemith, Paul 1895-1963 û bestekarên swêdî yên wek Roman J. H. 1694-1758; Bellman C. S. 1740-1795; Berwald Franz 1796-1868; Söderman, A. 1832-1876; Tegner, Alice 1864-1943; Peterson Berger, W. 1867-1942; Stenhammar W. 1871-1927; Alfven, Hugo 1872-1960…
Di opera Mozart de bi navê ”The Magic Flute”, Zardeşt we kesekî sêrbaz Sarastro xuya dike. Şopên vê yekê di berhema Friedrich Nietzsche (1883) ”Zarathustra weha got ” de jî tê xuyakiri. Friedrich Nietzsche ”Zardeşt weha got” di sala 1896an de ji aliyê Richard Strauss ve wek helbesta dengbêjîyê tê amadekirin û dûvre li gorî operayê hat lîstin. Helbesta dengbêjîyê li ser berhema edebî ya Friedrich Nietzsche ”Zardeşt weha got”, hat amadekirin û kete bin bandora muzîkolog an bestekarên Ewropayî. Li ser ”Zardeşt weha got” Wolfgang Amadeus Mozart, Jacques Offenbach, Johann Strauss II, Johannes Brahms û Gregoras Dinicu Ewropayê hejandin. Jean Philippe Rameus opereya xwe li ser têkoşîna di navbera qencî û xerabiyê ya Avesta Zardeşt de avakiribû, di sala1749an de li Operaya Parîsê hat pêşandan û leyistandin. Yên qenc bi rêberiya Zardeşt (Ahura Mazda) bû û yên xerab ji aliyê sêzbaz Ahrîman (Ahmane) ve têne birêvekirin û leyîstandin. Rameau, Jean – Phippe (1749) bi Zardeşt weha got gaveka din avêt ji bo nûkirina forma operaya fransî û her weha ku mijarek ji derveyî mîtolojiya Yewnanî hilbijart, kir mijara xwe ya sereke. Rameau, Jean – Phippe (1683-1764) bestekar û teoriyenê muzîkê yê fransî bû. Ew di malbateka muzîkê de mezin bû û ket bin bandora bavê xwe dûvre jî ji felsefeya Zardeşt sûd wergirt. Wî berhema Zardeşt weha got ya Neetzsche kir operaya xwe û ket sehneya neteweya Fransayê. Li gorî wî divê operaya qiraliyetê bibe qonaxa Neteweyî ya qraliyetê.
Bilûra efsanewî ya operaya Wolfgang Amedeus Mozart bi bandor bû. Heke bilûra a Mozart behsa Zardeşt bike, hingê mizgîniyên wî rasterast bûn, lê dema ku behsa Ahrîman dikir, ne rast bûn. Mozart di nameya xwe ya ku ji bavê xwe re nivîbû de behsa Zardeşt dike. Mozart di nameyeka xwe de ku wî ji bavê xwe re nivîsîbû li ser Zardeşt bû. W. A. Mozart bestekar, pîyanîst, kemançeker û şeweya klasîka Vîyanayî bû. Gustav Mahler senfoniya xwe ya operata sêhemîn li ser bingeha berhema Nietzsche´yî ”Zardeşt wisa got” e, ava kir. Gustav Mahler helbesta Nietzsche ya beşa 58an jî kir opera. Mahler Gustav bixwe jî gotibû ku ew di bin bandora Neietsche û agirê strana Zardeşt de maye. Richard Georg Strauss jî ketibû bin bandora berhema Nietzsche ya ku ”Zardeşt wisa got”. Richard Georg Strauss (1864-1949) li Munîchê, Almanya ji dayikê bûye, mîna ku Mozart di şeş saliya xwe de bi muzîkê re bû. Ew di sala 1896an de herî zêde bi felsefeya Zardeşt re eleqedar dibe. Strauss Richard, bestekarê alman bû. Strauss wek bestekarê pêşwext derketiye holê; berî ku ew bibe bîst salî, muzîka wî ji hêla muzîkologê herî pêşîn ê Almanya Hans von Bulow ve hate pesîndayîn. Lêkolîn nîşan dide ku muzîk dikare êşa fîzîkî û psîkolojîk ya takekesan (îndîvîd) ji laşên wan rabike da ku ew ji nexweşiyê azad bibin. Muzîk dikare bibe dermanê êşa mirovan. Li Zanîngeha Glasgow Caledonian, hat zanîn ku kesên ku li muzîka xwe ya bijare guhdarî dikin kêmtir êş hîs dikin û êşê tehemûl dikin.
Tembur di Şerefnameyê de jî cih digire. Girîngiya kevneşopiya ola Ehlê Heqê ya kevnar li ser muzîka kurdî heye (Minorsky 1920; C.J. Edmonds,1969). Opera di ronesansê de li Îtaliyê kete rojevê û mirov dikare bibêje ku opera yekane şêweya hunerê ye ku hemû şêweyên hunerê digihîne hev. Di operayê de şano muzîk, helbest, kilam /dengbêjî, stran, resim, wêne, mîmarî, cil û bergên neteweyî hene. Opera koka xwe ji dengbêjiyê wergirtiye.
Richard Strauss di sala 1896ê de berhema Neetzsche ”Zardeşt weha got” amade kir ji bo operayê. Kevneperestên fransî bawer kirin ku Ramerau li dijî qesrên qral, kevneşopîyên civakî û çanda qraliyetê ye. Paşê nivîskar û hunermendên fransî têgihîşin ku tiştê Ramerau dihizre (difikire) bêhtir ji kevneşopîyên fransî re xwedî derdikeve, lê bi hizreka kûr. Kevneşopiyên fransî mêjîyê wî bû. Yên ku dewleta îdeal a Platon birêve dibin fîlozof in.
3.1 Fîlozofî û muzîk
Li pişt hemû muzîkê felsefeyeka muzîkê heye. Muzîk bi pirsên felsefeyê ve girêdayî ye. Fîlozof kûr dihizrin. Ji lewre yên ku biryara desthilatdariya dewletê didin fîlozof in. Ne hêza siyasî ye. Divê dewlet zanînê bi kar bîne. Forma hikumetê ya ku Platon jê re dibêje timokratî diyar dike. Nêzikbûna wê bi aristokratiyê ve heye” serweriya herî baş”. Bi dîtina min, divê fîlozof hêza herî bilind bin, ne siyasetê.
3.2 Sehneya efsanewî û qiraliyeta BARZANÎ
Gademan, Göran (2015) divê opera bibe sehneya neteweyî. Ez digel dîtina wî me. Opera hunera dema nûjen (modern) e. Eposa neteweyî ya Fînlandî – ”Kalevala” bûye operaya neteweyî û eposa neteweyî ya Ferdousî – ku navê wê berhemê Şahname ye, bûye operaya neteweya farisî. Eposa neteweyî ya Ahmedê Xanî – Mem û Zîn dikare bibe operaya Neteweyî û rola xwe ya hunerê bileyîze. Divê “Operaya Neteweya Kurd” avabibe, bibe sehneya efsanewî ya berxwedana BARZANÎ. Kevneşopî, hîwûşî, kelepor, mîtolojî û felsefeya bapirên kurdan hebûn, bûn operaya ewropayî.
MESUD BARZANÎ li Kurdistanê ji dayik bû û ew ji malbateka arîstokrat e. Ew wek bavê xwe Mele Mistefa BARZANÎ sade, esilzade û bi nîjada xwe ve girêdayî ye. Serokatî û desthilatdariya wî xwezayî, sade û ji gel e. Serweriya herî baş ku tê wateya desthilatdariya elîteka xwedî îmtîyaz û bi esilzadeyê ve tê naskirin. Niha malbata Barzanî dişûbe arîstokratiyê. Hevwateya peyva arîstokratiyê ev e:
- Esilzade
- Elît
- Serweriya baştirîn ji bo gelê xwe.
3.1. Em Xwedê ne! Xwedê bi rastî kî ye?
Bersiv ev e ku em bixwe beşekê ji xwezayê ne, em Xwedê ne. Ew em in ên ku dikarin jîyanê biafirînin û şiklê ku hewce ne bidin mirovan da ku ew bidin Xwedayên nû yên ku di encamê de jîyanê bidin peşerojê û nifşên nû. Em bermayîn û berhemên bav û kalikên xwe ne ku jîyanê diafirînin da ku em demekê şûnde bijîn û heman pîşeya bav û kalên xwe bidomînin da ku çandeka mirovahiyê wenda nebe. Wezîfeya we ev e ku em mîrateya xwe bidomînin û bihizrin ka bav û kalên me çawan nifş û nifş têdikoşin ku jiyana nû biafirînin û civakên çêtir avabikin. Ji bo nifşên nû çi ji destên bapîrên me hat kirin, em jî bikin. Niha em wek Xwedê ne û em dikarin bi kirinên qenc, ramanên qenc û gotinên biaqilane cûdahiyekê çêbikin, ji ber ku bi mentalîteta niha kurd nagihîjin mafên xwe. Divê em li ber xwedayên biyanî yên elîta serdest ên ku welatê me dagir dikin, serî rakin û axa xwe biparêzin. Bav û kalên me xwedayên me ne û divê em ji bo wan têkoşînê bidin, ew in.
- Muzîka Hindistanê kevintirîn e
Çandên destpêkê û bilûr
Muzîka hunerî ya Hindistanê ji kevneşopiyên muzîkê yên herî kevn û dewlemend ên cîhanê ye, lê dîsan ji ew li cîhana rojavayî kêm tê zanîn. Vibrasyonên kevnar ên avê wekî kevneşopiya muzîkê tê zanîn. Mînak felsefeya wêjeya Hindî/sanskrîtî pir kûr e. Bilûrên çanda Hindistana kevnar an çanda îndusê navvala û heft qulên wan hene. Muzîka çanda bilind a Hindistanê û muzîka afrîkî ya ku di heman demê de bi rêya Hindistanîyên Rojavayî gihîştiye Ewropayê. - Mezopotamya – Muzîka Hurrî – Mîtanî
Asurolog Anne Draffkorn Kilmer (1971/1986) ji Zanîngeha Kalîforniyayê, di sala 1986an de şiroveya xwe ya lêkolînê bi tîpên mîxî li ser muzîkê li bajarê Nippura Mezopotamyayê ku mijar 2000 B.Z. ye, weşand. Paşê bestekarê herî navdar ê Almanî-Surî Malek Jandalî li ser muzîka strana herî kevn “Hurrî Hymn nr6”- ê şiroveya xwe ya sala 2017an pêşkêş kir û ev yek ji wan versîyonên herî navdar ên sala 2017an e. Tablo 36 tablo hatin û ya herî balkêş strana dua´yê ye. Cengên (harp) muzîkê ji bajarê Ura Mezopotamyayê ne. Di sala 1929an de Leonard Woolley dema ku li bermahiyên bajarê kevnare yê Urê dikoland, perçeyên çar çengan dît. Hin ji van amûrên muzîkê li muzexaneya Pennsîlana, muzexaneya Brîtaniya li Londonê û herwisan li Muzexaneya Bagdayê ne. Metn an nivîsên muzîka Hurrî yên ji Ugarîtê hene ku di derdora 1800 B.Z. de hatine nivîsandin, ku hin ji kevnintirînên muzîka cîhanê ne. 36 tablo ne û ya herî balkêş; strana li ser xwedawend Nikkal e û ji bo wê hatiye bestekirin. Di sala 1950î de strana herî kevn li bajarê kevnar Ugarîtê hat vedîtin.
Gîtar cara ewilî ji alîyê gelê Hîtîtî ve hatiye bikaranîn. Gitar li Ewropayê nehat îcadkirin. Gitar bi erebên ku Endulus an Spanyayê di 710î de dagir (kolonî) kirin re hat Ewropayê. Saz jî ji alîyê Hurrî – Hîtîtî ve hat îcadkirin û bikaranîn. Stranên herî kevn ên dîrokê Xwedayan- û jinekê pîroz dikirin. Piraniya stranên herî kevn ên dîrokê ji bo pesnê xwedayan bidin hatine nivîsandin. Zilamek bi stranê hezkirina xwe ji jina xwe ya mirî re disitirî û bi hesreta evîna jina xwe ve dijîya. Kompozîtor Athenaeus 128 sal B.Z. dijîye. Muzîk û du stranên xwe ji bo Xwedayê Apollon distire û di merasîmên olî de pêş dikir. Kompozîtorê muzîkê yê din Seikilos e û ew di navbera salên 1-90 PZ. de jîyaye. Wî muzîk û stranên xwe ji bo jina xwe ya mirî ku navê wê Euterpe ye, distirî.
Mehrandad R. Izad li Unîversîteya (Zanîngeha Hardardê) lêkolîner e û li gorî wî di dema antîkê de efsaneyên Mîtrayî hebûn û ew bûn bingehên dengbêjên îroyîn.130 sal P.Z. Avger bi rêya muzîkê mirovên nexweş tedawî dikir ku bi eslê xwe muzîkologê kurd e. Dûvre xwendekarê wî îshak Musulî jî da ser şopa mamosteyê xwe. Herdu jî êzidî bûn û çanda kevnar bûn. Ebu Feyz Binê Amedî (Diyarbekirî) jî navdar e. Xwendekarê wî Farabî pirtûka ”lêker – muzîkê nivîsî. - Rigveda, Zardeşt, Gatha, Avesta û Nietzsche
Dengê muzîka yekem çawa bû? Mirov nizane. Ne gengaz (mimkûn) e ku mirov jêder û çavkaniya muzîkê bişopîne û bi rêya lêkolînê bizanibe. Mirov muzîka gelê kevnar û ya zarokên biçûk bi not û amûrên muzîkê dikole, hin agahdariyan fêr dibe, lê ne bes e. Bi vê yekê, lêkolîneran hewl da ku fêr bibin ka muzîk çawa di zarokatiya mirovahiyê de deng veda. Lê tê zanîn ku muzîk ji bo hemû gelên kevnar ên çandên dewlemend roleka mezin lîstiye, mînak, li Hindistan, Mezobotamiya, Çîn, Misir û Yewnanîstanê. Wan bawer dikir ku muzîk dikare bandoreka efsanî ya li ser bûyerên derve hebe, bike, mînak şer, dirûn, hewa, nexweşî…
Gatha di merasîmên Zardeştî de mûzîk û nivîsa dînî ye. Notên orîjînal ên Gatha li ser bingeha melodiyên tembûr ên li gorî kevneşopiyên devkî hatine honandin. Tembûr lûtkeya kurdî ye û Şerefxan Bîtlisî (1597) di ”Şerefnameya xwe de jî dinivîsîne. Ew amûreka kevnar e ku berî zayînê 3000 sal li Mezopotamyayê hebû. Tembûr ji bo Zardeşt girîng bûye. Stran di çend versiyonan de heye. Strana – bi navê ”Hurrî himn no. 6” – strana herî kevn a ku hatiye vedîtin û tomarkirin. Lêbelê, Hûrriyan pergala nîşesaziyê ya dema me bikar neanîn ji ber vê yekê em hin cîh ji şîrovekirina muzîkê re dihêlin. Ji dema vedîtina sirûda kevnar ve, gelek lêkolîner û muzîkvan guhertoyên xwe yên strana herî kevn a dîrokê pêk anîne. Di şaristanıya kevnar de, mirovan bawer dikir ku muzîk wek kilîtekê ji bo gihistina cihana giyanî û danûstandina bi xwedayan re ye. Tê gotin ku muzîk xwediyê kilîta vekirina deriyên nenas e. Rola muzîkê di rîtuelên olî de mezin e. Muzîk wekî îfadeya çanda welatekî ye. Stranên herî kevn ên dîrokê li ser Xwedayan e û ji bilî wê jî zilamekî jina xwe ya mirî pîroz dike û jê re dua dike. Piraniya stranên herî kevn ên dîrokê ji bo pesnê xwedeyan hatine nivîsandin. Lêbelê, zilamekî bi daxuyaniya evîn û hezkirina xwe ji jina xwe ya mirî re xwe nivîsî.
Dema ku Fîlozof Nietzsche (1883) berhema xwe Also pracht Zarathustra” nivîsî bi xwe ket bin bandora Zardeştî. Ji aliyê muzîkê ve, opera Jean-Philippe Rameau di 5ê Kanûna Pêşîn a sala 1749an de li ser Zardeşt´î li Parîsê hat lîstin û Rameau pê re derbasî dîrokê bû. Muzîkolog Mozart bi felsefeya Zardeşt re di opera bilûra fêlbaziyê (the magic flute) de lîst. Zardeştî yek ji çend olên kevnar ên kurdan e. Çavkaniya îlhamê ya herî mezin a olan bi taybetî j’i di warê muzîkê de, ola kurdên êzidî ye. Li gorî êzidiyatiyê, Xwedê çamûr (lera) hilda û Adem çêkir, paşê emir kir ku ruh bi aheng bikeve Ademî ku nû hatiye afirandin û bê can. Li gorî Xwedê Adem ne hêjayê giyan (can) e. Ademê ku nû hatiye afirandin ji heriyê hatiye çêkirin û ne layiqê pêkhatinê ye. Xwedê bersîvek req dabû. Paşê heft melekên Xwedê biryar dan ku li temburê bixin û bilîzin. Tembûr amûreka mûzîkê ya kevnar e û di dema muzîka wan de ruh (giyan, can) bandor dibû û dest pê kir. Tembûr lûteka kurdî ye, amûreka kevnar e ku ji sê hezar sal beriya zayînê ve li Mezopotamyayê heye. Muzîk ji bo mirovan fonksiyoneka Efsaneyî ya paqijîkirin û dermankirinê hebû. Yewnanan muzîkê xwedayî dihesiband. Teorîsyenên muzîka yewnanî yên sereke Pythagonas, Arîstoxenos û Klaudios Ptolemaîos bûn. - Muzîka yewnanî û bingeha wê
Muzîka yewnanan li ser muzîka ku li Mezopotamyayê hebû, muzîka xwe avakir. Teoriya muzîkê ya Yewnanî ji hêla Pythagoras (570-494) ve hate damezrandin ku li muzîka Mezopotamyayê, li ba mamosteyekî xwendibû û zanyariyan bi xwe anî Yewnanistanê. Pyragoras tê hesibandin yê ku rêzika dengê xwezayî keşif kiriye ku bi dikarin 7 tonên Muzîkê yên cihêreng bibîne û bizanibe. Du bestekarên yewnanî ên navdar ev in: Athenaeus û Lîmenîus.
Lê dibe ku ew muzîkê ji mamosteyên ji Mezopotamyayê hîn bûne. Yekem delîlên ku mirovan muzîk lîstine bilûreka hestî ye ku li başûrê Almanyayê hatiye dîtin û bi kêmî ve 35000 sal kevn e. Ewropiyên pêşîn beriya hatina Ewropayê bi hezaran salan li Asyayê jiyabûn. Mirovên pêşîn bi awayê ku em jê re dibêjin Serdema Kevir dijîyan û ev tê wê wateyê ku ew wek nêçîrvanî û berhevkar dijiyan. Her çend ol û edebiyata Hindî, rewşenbîrên cîhana rojavayî eleqedar kiribin jî, muzîka Hindî heta salên 1950î bi rengek nenas bû.
Zayînbûna muzîkê - Efsaneya xwedayê rojê Mîtra û bilûrên Hindistanî
Efsane û rêûresm
Xîlofon, lîstîka demjimêr, bilûr li Hindistanê
Muzîk tenê awazên ku têne bihîstin. Muzîk ji awaz, deng, melodî, rît, deng û ahengan pêktê.
Formên derve yên Dêra Xwedê, ol, di ol û çandên cihê de pir diguhezin. Lê hema hema di hemî ayînên olî de hin merasîmên pîroz, ayîn hene, ku ji hêla xizmetkarên taybetî yên olê, ango kahînan ve têne kirin. Peyvên fîşekên efsaneyê kirinên pîroz û eslê wan ji temaşevanan re vedibêje. Di ayîna Mîtrayê de, gayekî ku xwîna wî li ser zilamekî ku li binê cihê qurbanê di çalê de bû, dihat kuştin. Xwîn hêza rizgarkirin û nûjenkirinê da vî mirovê ku behsa wî dike. Amûra herî kevn a cîhanê bilûra hestiyê teyrekê ye. Îcadkirin û peydakirina bilûrê ya ji hestiyê teyrekê ji 35000 salan derbas dibe. Bilûra kevnar nîşan dide ku mirovên berê xwedî tevgerên nûjen û pêwendiya pêşkeftî bûn. Bilûra 35000 sal berê wek amûra muzîkê ya herî kevn e. Ew li başûrê rojavayê Almanyayê hate îcadkirin. Flût ji hestiyê baskên teyran tê çêkirin. Bilût 22 santîmetre dirêj e. Bilûrên pêşîn ên ji sedsala 800 B.Z. li Hindistan û Çînê îcadbûne.
”Muzîka Kurdî” ji bav û kalên me Hurrîyan hate wergirt; muzîka kurdî ji 4000 salan zêdetir ku dijî. Muzîka kurdî ji cureyên stranbêjî, dengbêjî, çirokbêjî kilambêjî û kilaman pêktê. Zanista muzîka kurdî bi reh û eslê xwe ve li ser dîroka muzîkê, etnolojîya muzîkê, fîlozofîya muzîkê, psîkolojiya muzîkê, sosyolojiya muzîk û teoriya muzîkê avabûye. Muzîka erebî ya dansa zikê berê hebû û navenda wê Misir bû. Dansa zikê wek dansa herî kevn a cîhanê tê hesibandin û koka wê li Misrê ye. Amûrên herî girîng Darkukka, ûd, keman û tembûr in, lê tembûr bi reh û eslê xwe ya gelê kurd e. Tembur di Şerefnameyê de jî cih digire.
Jean Philippe Rameus, Wolfgang Amedeus Mozart, Richard Georg Strauss û Gustav Mahler opereya xwe li ser têkoşîna di navbera qencî û xerabiyê felsefeya Zardeşt an jî berhema Nietzsche´yî ”Zardeşt wisa got” e, ava kir.
9.Gotûbêjî, nîqaş li ser muzîkê
Muzîk çawa çêbû? Dema ku ba di nav qamîşan de diherike, dema ku çem diherike û çivîk dikin vîçe-vîç deng tên bihîstin. Lê dengên xwezayê bê armanc e. Em dikarin wan dengan wek muzîkê bibihîzin, lê ew ne muzîk in. Muzîk bi niyeta mirovan ve girêdayî ye. Ba dikare di qurmê darê yê/ya vala de biherike û deng derbixe. Lê tenê roja ku kesek notan di stranê de keşif kir, ji bo şada xwe û yên din dest bi lêdana wê kir, ew muzîk bû. Muzîk hunera dengbêjiyê ye. Materyalên muzîkê deng in. Em dikarin texmîn bikin ku tenê dengên me bi dengekî sabît wekî muzîkal têne hesibandin. Jixwe, ew tenê ”deng” e. - Dengê bê organîzekirin û dengekî organîzekirin
Dengê bê organîze ji dengê organîzekirin zêdetir e. Dengê mirovan, qîrîn, dengê trafîkê, dengên motoran mîna celebeka muzîkê ye. Lê bi ”koordînasyon” nîn in û ne jî organîzekirî ne. Em di çandeke dewlemend a dengbêjiyê de dijîn. Felsefeya muzîkê ji bo her kesî/herkesê ku li ser wateya muzîkê meraq kiriye an çima hin muzîk ji muzîkên din girîngtir têne hesibandin e. Ji bo min ya herî girîng estetîka muzîkê ye. Rola hunerê di civakê de çi ye? Huner dikare bibe sedema rastiyê an zanînê? Têkiliya di navbera bedew, baş û rast de çi ye? Divê mijarên estetîk ji bo çi baş bin? Peyva estetîk ji peyva Yewnanî”aisthetis” tê ku dihê wateya zanista bedewiyê. Estetîk di muzîk, felsefe, huner û edebiyatê de roleka sereke dilîze.
Bilûr hema hema li hemû welatan herdem hebûn dibe bi ku amûrên herî kevn ên cîhanê ne, ji ber vê yekê heke tu lêdana bilûrê hilbijêrin tu dibî beşek ji kevneşopiyeka neteweya xwe ya çend hezar salî ye. Amûrên muzîkê yên herî kevn li cîhanê bilûr in ku ji hestiyê teyran an a heywanan ji hatine çêkirin. Tabloyên zinar ên bi motîfên heywanan ên beriya zayînê 8000 – 5000î sal in, di girseya qûmê ya Çiyayê Vindhya de têne dîtin. Di dema çanda Îndus de (dora 2500–1700 BZ) peykerên yekem ên naskirî derdikevin holê; serdem bi giştî bi asteke hunerî ya bilind tê diyar kirin (li çanda Indus binêre). Gelek lêkolîner muzîka hindî ya ”Karnatîk” û sîstema wê wekî yek ji kevintirînên cîhanê dihesibînin û dipejirînin. Bingeha muzîkê ”raga” ye, ku pîvanên melodîk ên dengkirin/axaftinê ne û figurên rîtmîkî yên cihê ne. ”Raga” forma bingehîn a muzîka klasîk a Hindî ye ku eslê xwe di nivîsarên Weda yên ku zêdetirîn 4000 sal kevn in vedihewîne. ”Raga” rêbaz û prensîbên ku di nav nifşan de hatiine rêvebirin û guhertin e. Di sala 1995an de ji alîyê lêkolîneran de bilûrekê ku 50 000 hezar sal kevn e, hat dîtin. Lê cîhana zanistî napejirîne ku ew bilûr e. Bilûra 50 000 sal an tenê perçeyeka hestîyê hirçê ye ku heywannan xwarîye, ye. Hestiyê hirçekî ciwan a şikeftê dibe ku amûra herî kevn a cîhanê be ku hatiye dîtin. Lê zanyar napejirînin ku ew bi rastî bilûr û ji hêla mirovan ve hatine çêkirin. Cihê ku hestiyê wek bilûrê hatiye dîtin, paytexta Slovenya, Ljubjana ye. Dibe ku navvala û navqûlê xwezayî be û ne aliyê kesekî hatibe çêkirin. Li başûrê Almanyayê jî bilûreka kevintirîn hatiye dîtin û tê vegotin ku 35000 sal kevn e. Hestiyên teyran ji bo çêkirina bilûran baş bûn ji ber ku ew navvala û navqûl bûn. Lê guman li ser wê heye.
Muzîka dengbêjîyê ew muzîk e ku tê de stranbêjî pêkhateyeka bingehîn e. Dengbêjî û hunermend ji hev cûda ne. Dengbêj li gorî hunera xwe kilaman disitire (dibêje) û bêcîhaz û bêamûrên muzïkî ye, lê hunermend nerm û estetîk disitire. Di muzika kurdên berê de bilûr hebû, mûzîka niha bi tembur û saz e. Hin stranbêj û dengbêjên kurd ev in: Aram Tigran, Arif Cizirî, Ayşe Şan, Aynur Dogan, Bavê Selah, Beytocan, Ciwan Haco, Evdalê Zeynikê, Hesen Zîrek, Hesen Cizrawî, Ganî Mirzo (stîla muzîkê ya nû), Huseyno (Huseynoyê Mûşê), Îsa Berwerî, Reso (Resoyê Gopalan), Kawîs Axa, Karaperetê Xaço, Kazo, Meryemxan, Mem Ararat, mihemed Şêxo, Mihemed Arif Cizrawî, Simo(jin), Şakiro, Şivan Perwer, Şêrzad Efrînî, Şîyar (Şîyarê Farqînî), Tehsîn Taha…
- Kurte
Muzîka çanda kurdî bi kevneşopîya aheng û dengbêjîyê ve girêdayî ye. Muzîka enstrumemtal roleke duhemîn dileze. Muzîk dibe ku ji bo hevgirtina civakî ya komên mirovan be û girêdana wê bi şahî, govend (dans), merasîm û rîtualên kurdî ve heye. Muzîk ji awaz, deng, melodî, rît û ahengan pêktê. “Also sprach Zarathustra” helbesteke bi deng e, di sala 1896an de ji aliyê Richard Strauss ve li ser berhema edebî ya “Friedrich Nietzsche Zardeşt weha got” hatiye amadekirin. Mûzîk wek hunera xweş e. Kîjan stran di dîrokê de herî kevn e? Di salên 1950-an de, arkeologên fransî li ser strana kevnar a li bajarê antîkê Ugarî li Sûriyê lêkolîn kirin. Di vê lêkolînê de derket holê ku tabletên zindî yên beriya zayînê 3400 sal in û ji aliyê gelê Hûrrî ve hatine honandin. Dema ku lêkolîneran dest bi vedîtina mîxnivîsa Hurrî kirin, ew dikaribûn bibînin ku li ser tabletên nivîsê pesnê xwedayên Hûriyan didin, hene. Strana ewilî ya notakirî li cîhanê ya Hurrîyan e. Stran ji bo keybanûya bajarê kevnar Ugarî´yê hatiye nivîsandin û wê navê Nîkkal e. Xwedawenda fêkî û jina Xwedayê hîvê Yarik e.Opera di ronesansê de li Îtaliyê kete rojevê û mirov dikare bibêje ku opera yekane şêweya hunerê ye ku hemû şêweyên hunerê digihîne hev. Di operayê de şano muzîk, helbest, kilam /dengbêjî, stran, resim, wêne, mîmarî, cil û bergên neteweyî hene. Opera koka xwe ji dengbêjiyê wergirtiye. - Referens û çavkanî
Combi Visuell (1969: 1). Nordisk Familjenbok presenterar
International AB, Stockholm, och Förlagshuset Norden AB, Malmö, MCMLXI
Karsson, Ingmar (2008). Kurdistan landet som icke är. Falun, Sverige.
Yilmaz, Maruf (2015). Hur blev jag den jag är. Jîndan: Stockholm
Miller, Miller (1889) Du Caucase au Golfe Persiaque A Travers Larmenie, Le Kurdistan Et La Mesopotamie, Fransa: Henrik Hyvernat.
0 kommentarer