Konê Reş

Mîr Abdulrezaq Bedirxan û Kovara Kurdistan Mîr Abdulrezaq Bedirxan kurê mîr Mihemed Necîb Paşa Bedirxan e. Mîr Abdulrezaq tê naskirin ji pêşengên dîplomatên kurd û yek ji rewşenbîrên bejin bilind di împeratoriya Osmanî de. Di sala 1906an de, digel mamê xwe mîr Alî Şamîl Paşa, Mihemed Axa, (Bavê Simko axayê Şikakî) û çend kesên din, li Stenbolê, bi gunehê kuştina Ridwan Paşa, serokê emniyeta Sultan Abulhemîd, hatine girtin û di encam de sirgûnî Afrîqyayê, bajarê Terablûsê bûne.. Di salên 1912 û 1913an de, wî û Simko Axayê Şikakî dibistanek kurdî, li bajarê Xoyê, bi alîkariya Rûsan vekirine û di eynê wan salan de, li Urmiyê kovarek bi navê (Kurdistan) weşandine. Di sala 1916an de, mîr Abdulrezaq Bedirxan, li Mûsilê hatiye girtin, bidarekirin û di goristana biyaniyan de hatiye veşartin. Kovara Kurdistan: Kovareke kurdî û tirkî bû, cihê weşandina wê li Urmiya bû, xwedî û berpirsyarê wê şehîd Mîr Ebdirezaq Bedirxan bû; hejmara (1) ê di sala 1912an de çap bûye; ya dawîn di sala 1914an de; di sala 1913an de piştî ku Mîr Ebdirezaq Bedirxan çûye Saint Petersborgê, Simko Axayê Şikakî bi berpirsyariya kovara (Kurdistan) rabûye.
Mîr Abdulrezaq Bedirxan û Kovara Kurdistan Mîr Abdulrezaq Bedirxan

Konê Reş, Qamişlo, 20.04.2025
0 kommentarer