
Konê Reş
Malbata Bedirxaniyan û Rojnamegeriya kurdî Rojnameya KURDISTAN Banga Netewî Kurdî a 3’mîn e Konê Reş Di baweriya min de, eger Bedirxanî û Mîr Miqdad Medehet Bedirxan bi taybetî, ne xwediyên Banga Netewî Kurdî a 2’mîn bin, lê her ew xwediyên banga netewî Kurdî a û wek ku hatiye naskirin Hacî Qadirê Koyî yê xwediyê banga 2’mîn e. Hacî Qadirê ku li Stenbolê di bin bandora Bedirxaniyan de, fêr û serwextî Kurdewariya netewî bûye.. * * * 1- Mîr Miqdad Medhet Bedirxan û Rojnameya Kurdistan Mîr Miqdad Medhet Bedirxan di roja 22ê Nîsana 1898an de, yekemîn Rojnameya kurdî, bi navê (KURDISTAN) li Qahîre weşandiye û di nav rûpelên wê de gazî kurdan kiriye û gotiye: (Gelî mîr û axano, kurmancino! qenc bizanin, xwendin, ilm û marifet li dinya û axretê rûyê mirov sipî dike..) Rojnameya Kurdistan, 15 rojî bû, cihê weşandina wê ji 1-5an li Qahîra bû, ji hejmara 6-31ê xwediyê wê birayê wî Mîr Ebdirehman Bedirxan bû, cihê weşandinê ji hejmar 6-19an li Cinêvê çap bûne; ji hejmara 23-20an jî li Qahîra çap bûne; hejmara 24an li Londonê çap bûye; hejmarên 29-25 li Folkostonê û herdu hejmarên dawî li Cinêvê çap bûne; hejmara 1ê di 22ê Nîsana 1898an de derçûye û hejmara dawîn (3) di 14 ê nîsana 1902an de. Ev roj ji sala 1968an ve bûye roja rojnamegeriya Kurdî . belê di roja 21ê Nîsana 2021an de, Parlamentoya Kurdistanê biryar stand ku, roja 22ê Nîsanê ji her salê, Roja Rojnamegeriya Kurdî be. Mîr Miqdad Medhet Bedirxan kurê Mîrê Cizîra Botan, mîr Bedirxan e. Mîr Bedirxan, yê ku di sala 1843an de, di herêma Botan de mîrnişiyek ava kir, pere bi navê xwe deranîn û di bin navê Peymana Pîroz de Kurd li dor xwe civandin û belav kir û got: Dîn dine Xwedê ye, em tev birayên hev in… Û bi demê re biyaniyan di pesnê wî de gotin: Bedirxan Edalet e û edalet Bedirxan e… baweriya min de, weşana rojnameya Kurdistan û banga wî di hejmara pêşîn de, 3’mîn banga netewî Kurdî ye. 2- Mîr Mihemed Salih Bedirxan û rojnameya Ummîd û Yekbûn: Mîr Mihemed Salih Bedirxan (1915 – 1874), bavê Rewşen xanim Bedirxan e. wî jî baş bizav û çalakî di ber kêşeya kurdî û rojnamegeriya kurdî de kiriye. Wî jî wek pismamên xwe du rojname weşandine: Yek li Qahîre bi navê Ummîd (1900). Ummîd: Rojnameyek 15 rojî bû, cihê weşandina wê li Qahîra bû, hejmara (1) ê di Îlona 1900an dê çap bûye. û yek Stenbolê bi navê (Yekbûn). Yekbûn (1913): Rojnameyeke kurdî û tirkî bû, hefteyê du caran li Stenbolê dihat weşandin.. Erê.. Xwedî û berpirsyarên wan Mîr Mihemed Salih Bedirxan bû. 3- Mîr Sûreya Bedirxan û Rojnameya (Kurdistan): Di 127 Saliya Rojnemegeriya Kurdî de; werin em Mîr Sûreya Bedirxan û Rojnameya (Kurdistan), bibîr bînin: Wî di sala 1917an de li Misrê, bajarê Qahîre rojnameya (Kurdistan/ 1917) weşandiye. Wî jî daye ser şopa herdu mamên xwe; mîr Miqdad Medehet û Abdurehman Bedirxan yên ku rojnameya KURDISTAN a dayik weşandine.. Mîr Sûreya Bedirxan birayê mîr Celadet û mîr Kamîran Bedirxan yê mezin e û rola wî di şanda Şerîf Paşa ji bo kongreyê (Sîverê), mezin bû û wiha jî di avakirina komeleya Xoybûnê de li Libnanê sala 1927an.. Rojnameya wî Kurdistan: Rojnameyeke kurdî û tirkî bû, cihê weşandina wê li Qahîre bû, xwedî û berpirsyarê wê Mîr Sûreya Bedirxan (1938-1883), an Ehmed Sûreya Amîn Alî Bedirxan bû. Mîr Sûreya Bedirxan di sala 1938an de li Parîsê çûye ber dilovaniya Xwedê. 4- Mîr Celadet Bedirxan û kovara Hawar û Ronahî: Bi saya Mîr Celadet Bedirxan yekemîn care di dîroka kurdan de ku zimanê Kurdî bi tîpên latînî di nav rûpelên kovara HAWARê de li Şamê berdest dibe. Hejmara pêşî ji vê kovarê di 15 Gulana 1932an de hatiyeçapkirin, hejmara dawî (57) di 15 Tebaxa 1943an de derketiye. Di sala 1942an de jî, Mîr Celadet Bedirxan, kovareke din, ew jî bi alfabeya latînî, bi navê RONAHÎ li Şamê weşandiye.. 28 hejmar ji vê kovarê jî hatine çapkirin, hejmara dawî 28 di sala 1945an de derketiye.. Konê Reş, Qamişlo, 21.04.2025 5- Mîr Dr. Kamîran Bedirxan û Rojnameya Roja Nû û Stêr: Di sala 1943an de jî Mîr Dr. Kamîran Bedirxan li Beyrûtê, rojnameyek bi navê (ROJA NÛ) weşandiye. Ev rojnameye xurû bi kurdiya latînî bû, di gel ku beşekî fransizi ji têde hebû.. Ev rojnameya wî, bi berhemên nivîskarên kovarên Hawar û Ronahi ye dihat xemilandin. 73 hejmar jê hatine weşandin. Hejmara pêşî di 3ê gulana 1943an de bû, hejmara dawî 73 di 27ê Gulana 1946an de haitiye çap û belavkirin. Di sala 1943an de jî, Mîr Dr. Kamîran Bedirxan rojnameyeke din, bi navê (Stêr), xurû bi kurdiya latînî li Beyrûtê çap û belav kiriye..Ev rojname wek zêdeya rojnameya (Roja Nû) bû.. Bi tenê 3ê hejmar ji vê rojnameyê hatine çap û belav kirin, hejmara pêşî (1) di meha Çileyê berê de 1943an, hejmara (2)an di meha Sibata 1944an de û hejmara (3)an û dawî di 22ê Çêrya berê sala 1945an de, ango her salekê hejmarek hatiye çap û belav kirin.

22.04.2025
Konê Reş
0 kommentarer