Beşa 1ê
Kovara Akademî
-Kek Berzan Kockaya hinek behsa xwe bike?

-Ez Berzan Kockaya me û 1996ê de li Licê qazaya Amedê ji dayika xwe bûme, di sala 1984ê de hatim Swêdê û serokê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê me.
Kovara Akademî
-Tu warê bav û kalikên xwe, nasnameya xwe ya orîjînal çawa şirove dikî? Tu dikarî kokên xwe yên eslê xwe vebibêjî?
-Bavê min Seydayê Mele Behrî dilsozê serokê Nemir Mele Mistafa BARZANî bû û di nav gelê Kurd de wek BARZANCî dihat naskirin. Mele Behrî endamê pêşîn yê Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiyê bû û bi siyasetzan Seîd Elçî re bi hawayekî çalak beşdarî xwepênîşandanên (mitîng) salên 1960î (1967) bû. Di sala 1967ê de di xwepênîşandanên Sivêrek û Dersimê de çalakvan. Mele Behrî helbestvan bû û berhema Seydayê Tirêj ji tîpên erebî a helbestan vegerand kurmanjî. Kalikê min Hesenê Kockaya, çûbû li eskeriyê, leşkeriya Tirk dikir ji bo ku ji Lîcê bû rastê neheqîyan hat û di wê demê de ji ber mijara Şex Seîd û kurdayetiya wî, wî kuştin. Mînak bavê min di 12ê îluna 1980î de pir dijwarî kişand. Bi gotineke din, piştina hatina cunta 1980î, bavê min name û hemû nivîsan li piştî Şîroyê, di nav şikeftê de veşartibû. Mînak, hinek xortên Lîciyan bi fikirên çeptiyê ew name û nivîsan şewitandin û got: “ Me arşiva Mele Behri BARZANCî şewitandin…” Gava kalê min hat kuştin du zarokên wî yên piçûk hebûn. Yek jê kur bû û ya din keç bû. Gava ku kalê min çû ser dilovaniya xwe, meta zarokan her du zarokan xwedî kir. Navê meta wan Xerîye Xanim bû û ew bixwe neteweyî dihizrî. Li Lîcê û dora wê weke jineka alîm dihat naskirin. Xerîye Xanim di wexta xwe de zimanê kurdî (kurmanjî/soranî), erebî, farisî û osmanî dikaribû bixwîne û binivîse. Di destpêkê de dersa kurdî û erebî fêrî rehmetî bavê min dikir. Di pey wextekê de meta bavê min nameyeke bi kurdî da rehmetî bavê min û wî şiyand Xunisê MEDRESA MALBATA ŞEX SEÎD EFENDÎ û li wir dersa olî ya bi kurdî perwerde bû. Li wir di Medresê de dersa kurdî û erebî li ser mijara felsefe û dîrokê dida xwendekarên xwe. Diyaloga bavê min û katibê Şêx Seîd Fehmî Bîlal li ser mijara neteweyî bû. Gava bavê min di Xunisê de bû Fehmî Bîlal ji bavê min re name û hin nivîsên xwe dişîyand. Bavê min li mala me behsa Şêx Seîd û xayinên kurdan dikir, digot Qasim, sixur, xayîn û di destpêkê de bi Mistefa Kemal re bû.
21.01-2025
Kovara Akademî
0 kommentarer