
Firat Cewerî bi eslê xwe ji Dêrika Çiyayê Mazî ye. Di destpêka salên heftêyan de koçî Nisêbînê kir û di sala 1980 de jî terka welêt kir û li Swêdê bi cih bû. Wî di eynî salê de kitêbeke xwe da çapê. Ji wê salê û bi vir de ew di nav tevger û çalakiyên edebiyata kurdî de ye. Wî di adara 1992an de dest bi weşandina kovara NÛDEMê kir û deh salan bêyî navbir derxist. Piştî bi demekê kovareke xwerû werger bi nave NÛDEM WERGER derxist û weşanxaneya NÛDEMê ava kir. Firat Cewerî bi xwe heta niha 20 kitêb nivîsandine û 25 jî wergerandine kurdî. Kitêbên Cewerî wergeriyane swêdî, almanî, îtalî, portegîzî, îngilîzî, erebî, tirkî û farisî. Herweha çîrokên wî di antolojiyên gelek zimanan de cih girtine û bûne fîlm. Cewerî bi pênc romanên xwe; PAYIZA DERENG, EZ Ê YEKÎ BIKUJIM, LEHÎ, MARIA MELEKEK BÛ Û DERZA DILÊ MIN wek romannivîsekî girîng bal kişandiye ser xwe. Firat Ceweriyê ku hê jî li Swêdê dijî, bi salan di Komîteya Karger ya PENa Swêdê de serokatiya Komîteya Nivîskarên Sirgûnê kiriye û di gelek kovar û rojnameyên swêdî de jî nivîsandiye û dinivîse.Firat Cewerî di sala 2018an de ji ber xebatên xwe ji aliyê Akademiya Swêdê ve hat xelatkirin. Di sala 2020an de jî Wezareta Rewşenbîrî ya Kurdistanê ew bi qelema zêrîn xelat kir. Herweha di sala 2023an de cara dudan layiqî Xelata Akademiya Swêdê hate dîtin. Di sala 2024an de jî li Îtalyayê xelata navneteweyi ya Ostanayê wergirt.
Celadet bi Hawara xwe tenûr dada
Cewerî bi Nûdema xwe nan pêveda
Sebrî Botanî
Hevpeyvîn: Maruf Yilmaz
M. Yılmaz: Edebiyat û ziman di kîjan şert û mercan de bi pêş dikeve?
F. Cewerî: Edebiyat bi zimên dibe, ziman bingeh û çavkaniya edebiyatê ye. Ziman zaroka sîgnalên mêjî û pîvana entelektuelîya îndîvîd e. Yek ji tiştên bingehîn ku insan û heywanan ji hev vediqetîne ziman e. Bi xêra zimên û bi alîkariya zimên mirovatî li riyên pêşketinê geriyane. Bi têkiliya zimên bi hev re dane û standine û bingehê jiyaneke mirovane avêtine. Mirov bi zimên hîsên xwe, xeyalên xwe, daxwazên xwe, êşên xwe, hêrsên xwe bi lêv dike. Edebiyat jî ev e; hîs e, êş e, hêrs e, xeyal e, fantazî ye, daxwaz e…
Ziman di şerdên azad de bi pêş dikeve. Gava zilmek li ser zimên hebe, gava ziman qedexe be, ziman nebe zimanê xwendinê, zimanê bazarê, zimanê birêvebirinê, zimanê zanist û keşifan, zimanê edebiyatê, ew ziman bi pêş nakeve; bi pêşketina jiyana civakî re tê jibîrkirin û hêdî hêdî wenda dibe. Li dinyayê gelek nimûneyên wilo hene. Rewşa ku îro zimanê kurdî tê de ye jî, rewşeke kêm zêde wilo ye. Hemû pêşketinên siyasî û civakî ne bi zimanê kurdî dibin. Zimanê kurdî ji nîşana medeniyet û bajarvaniyê ketiye û bi tenê bûye sembola cehalet û paşketinê. Zimanê kurdî li mazatê pere nake, kurd bi xwe jî pênc peran di zimanê xwe nadin. Wek min got, bingeha edebiyatê ziman e, gava zimanek dewlemend be, bi her awayî di hundurê tevgerê de be, hingî di kîjan şert û mercan de dibe bila bibe, bi wî zimanî dikare edebiyat were nivîsandin. Yanî tu bindest be jî, tu girtî be jî, tu li serê çiyan be jî tu ê bikaribî bi zimanê xwe yê dewlemend daxwaza dil û mêjiyê xwe binivîsînî. Lê şerdên azad, jiyaneke aram, rewşa baş ji bo edebiyatê bingehekî qasidî ye. Bi kurtî ziman û edebiyat di şertên azad û aram de bi pêş dikevin.
– Bi raya te gava zimanê kurdî winda bibe neteweyê kurdî jî winda dibe?
– Erê, ji sedî sed wê winda bibe. Bala xwe bidin kurdên ku zimanê xwe ji bîr kirine, ma mirov tu tiştekî kurdîtiyê di wan de dibîne? Li kurdên li Stenbolan, Îzmîran, Enqeran binêrin, ez nabêjim hemû, lê yên ku zimanê xwe ji bîr kirine, çi ferqa wan û tirkan mane? Rengê wan yek, dînê wan yek, zimanê wan bûye yek. Reng yek be, ziman yek be, dîn cihê be, dîsa imkanê li serlinganmayînê heye. Lê yê kurdan tiştekî wilo nî ne, gava ziman diçe, ew jî pê re diçin. Gelek caran jî ew bi zanebûn ji zimanê xwe bi dûr dikevin, da ku ji xwe, ji nasnava xwe, ji koka xwe bi dûr bikevin. Ew ji ber xwe şerm dikin, ji esl û feslê xwe şerm dikin. Gava mirov ji xwe şerm bike, baweriya mirov ya bi xwe namîne û heke ew bawerî nemîne, cesaret kêm dibe, bi kêmbûna cesaretê re şexsiyet diçilmise û şexsiyeteke çilmisî dikare bide dû eskerekî, bide dû şêxekî, bide dû dînekî, bide dû miriyekî… Tu jê re bibêjî bemire, wê bemire, tu jê re bibêjî rabe, wê rabe. Lê mixabin, bi mirina zimên re, ew jî hêdî hêdî û roj bi roj dimire.
– Birêz Cewerî, edebiyat di şerê azadiya neteweyê kurd de roleke çawa dilîze?
– Edebiyat ne bi tenê di şerê azadiya welatan de roleke mezin dilîze, herweha ew di hebûn û navneteweyîkirina neteweyan de jî roleke mezin û berbiçav dilîze. Rûmeta neteweyan gelek caran bi rûmeta şaîr û nivîskarên wan tê pîvan. Ma Shakespeare ne rûmeta îngilîzan e? Ma Pûşkîn ne rûmeta rûsan e? Ma Firansayeke bêî Hugo, Balzak, Sartre, Camus… çi Firansa ye? Ma ne Goethe rûmeta almanan e? Edebiyat formê dide jiyana neteweyan, celebê jiyanê estetîze dike, fantazî û romantîzmekê tevlî jiyana xav dike.
– Kovarên edebî û kulturî divê di bin siya partî û rêxistinên siyasî de bin an na?
– Ez bi xwe nikarim biryarekê bidim û bibêjim bila kovarên edebî û kulturî di bin siya partiyên siyasî de bin an na. Ew ne mafê min e û ne hedê min e jî. Kovar û rojnameyên bi ser partiyan ve jî hene û yên serbixwe jî hene. Ev ne bi tenê li ba me, li gelek deverên dinyayê welê ye. Lê bi raya min, gava herkes karê xwe bike wê baştir be, wê bêtir bipêş bikeve û bêtir bigihîje armanca xwe. Di ruhuyeta edebiyatê de tolerans û bêhnfirehî heye, lê siyaset li ser reqabet û meşa ber bi desthilatdariyê ve tê avakirin. Gava partiyên siyasî di muxalefetê de bin, ew li hemberî partiya, an jî partiyên li ser hukum gelekî zimantûj in û wan didin ber pêla rexneyan. Gava ew tên ser hukum, vê carê yên din dikevin muxalefetê û îcar ew wî zimanê tûj bi kar tînin. Bêguman ez di vir de behsa siyaset û sîstemên demokratîk dikim. Ji xwe di sîstemên totalîter de partiyên muxalîf tunene û destûra weşanên muxalîfan jî tuneye. Heke em tenê xwe bi bakurê welêt ve bi sînor bikin, em ê bibibînin ku tu desthilatdariyek di destên kurdan de tuneye, lê legal û îlegal partî û tevgerên kurdan hene. Ev partî û tevgerên kurdan jî li hundur û derveyî welêt ji xwe re hinek kovar û rojname derdixin; wê derxin, heqê wan e. Lê kovarên edebî ku ew derdixin çiqasî pêşketî ne, çiqasî edebî ne, çiqasî ji edebiyatê re xizmetê dikin, li ber çavan in. Bi kirasekî siyasî weşanên edebî qels dimînin, edebiyat dibe qurbana siyasetê û pevçûn û xirecirên siyasî ber bi qada edebiyatê ve têne kişandin. Gava tu îro bala xwe bidî hin rexneyên xwedêgiravî edebî, tu ê bêhn û tesîra siyaseta partîtiyê baş tê de bibînî. Ziman hişk e, raman hişk e, perspektîf teng e. Ev yeka ha cih li cîhana edebiyatê ya fireh jî teng dike, edebiyatê tîne sînorê dijminahî û berberiyên siyasî. Mixabin, piraniya edebiyatvanên îro yên serbixwe jî, siyasetvanên do bûn. Loma, tolerans li ba wan jî kêm e. Ew bi perspektîfên siyasî nêzîkî edebiyatê dibin û bi nexweşiyên siyasî girrên edebî ji hev digirin. Bi kurtî, divê em bikaribin edebiyatê û siyaseta partîtiyê ji hev veqetînin. Lê mîna edebiyatvanên kurd, em hemû siyasetekê jî dikin. Siyaseta me jî nivîsandina bi zimanekî qedexe ye, protestoyek e, li dijî zilmê serîhildanek e. Di vir de em û partiyên siyasî digihîjin hev, em ber bi eynî armancê ve dimeşin.
– Birêz Cewerî, gava qala zimanê kurdî û kovara HAWARê dibe, axîn û oxîn ji dilê te diçe. Çima?
– Belê, rast e, ez bi xêra kovara HAWARê bi xwe hesiyam, min bi xêra kovara HAWARê şexsiyeta xwe ya milî bi dest xist. Ji ber ku kovara HAWARê damara dilê kurdîtiyê ye. HAWAR bingehê şiûra milî û destpêka şiyarbûna hîsên neteweperestiya kurd e. Di dîroka Kurdistanê de du kes û du şexsiyetên girîng derketine, yek jê Ehmedê Xanî, yê din jî Mîr Celadet Bedir-Xan e. Ehmedê Xanî berî bi sêsed salî bîra girîngiya zimanê kurdî biriye, Mîr Celadet Bedir-Xan jî piştî Xanî bi dusedsalekî bîr biriye. Ev herdu alimên me jî pir bi zanistî li ser zimanê kurdî rawstiyane û ziman ji bo hebûna kurdîtiyê çeka herî bingehîn dîtine. Bi taybetî jî Celadet Alî Bedir-Xan bi riya kovara HAWARê di ziman û edebiyata kurdî de şoreşek kiriye, bingehê rêzimana kurdî danîye, yekîtiya alfabeyê pêkaniye û deriyê edebiyata modern ji zimanê kurdî re vekiriye. Divê mirov ne bi tenê wek kovareke edebî li HAWARê binêre. Rast e, HAWAR kovareke edebî ye jî, lê belê ew kovareke zimanî, kovareke çandî, kovareke ilmî û neynika yekîtî û hebûna miletê kurd e. HAWAR hem dîroka edebiyata kurdî ye, hem jî dengê netewehezên kurd yên modern e. Ev jî hemû fikir û ramanên Celadet Alî Bedir-Xan bûn. HAWAR berhema bêhnfirehî, netewehezî û entelektueliya Celadet Alî Bedir-Xan e. Gava min di destpêka salên 80yan de kovara HAWARê bi dest xist, mîna ku malê dinyayê hemû bûn yên min, mîna ku min tiştekî xwe yê bi qîmet winda kiribû û dîsa dîtibû. HAWARê ez bi xwe ve girê dam, tiştên ez lê difikirîm, hemû di HAWARê de hebûn, tiştên di serê min de bûn û min dixwest ez bikim, min di HAWARê de dîtin. Bi gotineke din, HAWAR bû bersiva pirsên min, ji min re bû rêber, bû find û riya min rohnî kir. Loma, sala 1992an min di bin tesîra wê de dest bi weşandina kovara NÛDEMê kir. Min di bin tesîra wê de dest bi weşandina kovara NÛDEM WERGERê kir. Min di bin tesîra HAWARê de dest bi wergerandina berhemên dinyayê kir. Tiştê Celadet beg pê re negihîştibû, min xwest ez dewam bikim. Berî herî tiştî, min xwest ez wê xezîneya ziman û edebiyata kurdî bi hevwelatiyên xwe re par ve bikim, min hemû hejmarên HAWARê bi hezar zehmetiyan peyda kirin, digel tîpguhêziya alfabeya erebî, ew ji nû ve mîna du cildan çap kir. Min nivîsên Celadet Alî Bedir-Xan yên li ser zimên bi riya Rewşen Bedir-Xanê bi dest xist û ew wek kitêb çap kir. Min kitêbeke diyalogan ku portreyê Celadet beg derdixe, wek kitêb weşand. Min bi riya NÛDEMê, riya çapemeniya kurdan, bi riya Med û Medya Tv HAWAR û Celadet beg aktuel kir. Erê, mirov çiqasî behsa HAWARê û Celadet Bedir-Xan bike dîsa jî hindik e. Celadet beg yekî welê ye ku kurdan di sed salî de bi zorê derxistiye.
Ez dixwazim bi kurtî gotina xwe welê bi dawî bînim; heke em bixwazibin wek milet li ser lingan bimînin, em di sedsala bê de hebûna xwe biparêzin, divê em li HAWARê û fikrên HAWARê vegerin.

Hevpeyvîn digel nivîskarê Kurd ê neteweyî û navneteweyî Firat Cewerî
Kovara Akademî
22.04.2025
Maruf YILMAZ
0 kommentarer