
Edebiyat: em amade dikin
ESKERÊ BOYÎK
Eskerê Boyîk yekemîn helbestvanê Kurd yê nifşa sêyemîn yê helbestvanên Kurdên Ermenistanê bû ku helbestên wî bi cûrê pirtûkan dervayî sînorên wî welatî û temamiya Yekîtiya Sovêtê hatin weşandin, bi taybetî sala 1979a gava li Stenbola Tirkiyeyê bi zimanê Kurdî û wergera li ser Tirkî berhevoka helbestên wî bi sernivîsa “Kulîlkê Çiya” hate çapkirinê. Sala 1990î eynî pirtûk li Stokoholmê hate weşandinê. Bi saya vê yekê Eskerê Boyîkî dervayî Ermenistanê bi
govek û aqareke berfireh hate naskirin, deng da. Lê sebebê popûlerbûna wî ya bingehîn, hê beriya 9-10 salan, min di lêkolîna xwe ya bi sernavê “Edebiyeta Kurdên Ermenistanê” da ku sed mixabin
hela hê nehatiye weşandinê, wa nivîsiye;
“Eskerê Boyîk di nav şayîrê Kurd yên ji nifşên xwe yên Ermenistanê bûye şayîrekî popûlyar û bi serda jî herî hizkirî. Û ne ku tenê
nava xwendevanên Ermenistanê û Sovêta berê da… lê wisa jî di nav
xwendevanên dervayî sînorên van welata da… Sebebekî vê yekê yê
bingehîn tenê ne ew e ku di nava şayîrên nifşê wî da berhemên wî
ji yên hemûşka bêtir dervayî Ermenistanê û Yekîtêya Sovêtê ya berê
bi tîpên Latînî hatine weşandinê. Lê sebebê weşandina wan yê bingehîn qet ew yek jî nine ku ew van salên dawî hatiye li Ewropayê bi cî bûye, bêtir ji wî ra îmkan çêkirine ku ew pirtûkên xwe li vira bide
weşandinê. Sebebê bingehîn poêziya wî ya bi şeweya hunermendiya bedew ya bilind e”.
Eskerê Boyîk di nava ronakbîrên dewrana me yên Kurdê Ermenistanê da fênomênekî herî balkêş e. Wî, weke emê bibînin, gora perwerda zanîngehî têza doktoriyê amade kir û navê doktorê zanîna aboriyê (Êkonomîka Malhebûna Gundîtiyê) qazanc kir. Lê li tenişta wî karî da wî karê xwe yê berhemdariyê weke helbestvan berdewam kir, pişt ra jî wî karê xwe di warê pirozayê, dîrokzaniyê, edebiyatzaniyê da pêş xist. Lê fênomêniya herî fênomên ew e ku Esker di van hemû waran da teyîsî, birq veda, ronayî da, ji ber vê yekê ez wek ronakbîrekî Kurd û wek xizmetkarekî wêje û çanda Kurdî xwe
berpirsiyar dibînim û bi şabûn vê firsenda temambûna 70 saliya wî
bi kar tînim ji bona bi obyêktîvî û xêrxwzî emekê wî di pêşketina
Kurdayetiyê da qîmetkim û kar û barên wî yê bi salan raxim ber
çavên xwendevanan.
Eskerê Boyîk (Askiyar Broyan), di 31ê tebaxa 1941ê de, li gundê Qundexsazê (niha Riya Teze li herêma Aragasotinê) yê ku bi ser
navça Axbaranê ya Ermenistanê ye, di malbateke Kurdên Êzdî da
hatiye dinê. Qundexsaz gundekî kurdan e.
Piştî tamkirina dibistanên gundê xwe û gundê cînar Elegezê, ew
sala 1961ê Înstîtûta Malhebûna Gundîtiyê ya bajarê Yêrêvanê da tê qebûlbûn û sala 1966a bi qîmetên herî bilind wê xilas dike. Demekê li Înstîtûteke Zanyariyê-Lêkolînê ya Yêrêvanê da wek pêşekzanê sereke
dixebite, paşê Înstîtûta Zanyariyê ya Aboriya Malhebûna Gundîtiyê da
dikeve Aspîrantûrayê (xwendina standina dereca doktoriyê).
Sala 1974a têza doktorayê diparêze û navê doktorê êkonomîkiyê
(aboriyê) distîne. Wî kifş dikin wek serokê beşeke wê înstîtûtê.
Tevî karê zanyariyê ew usa jî gelek sala Zanîngeha Yêrêvanê
ya Malhebûna Gundîtiyê da dersê rêvebirina (serkarîkirina)
malhebûnên gundîtiyê dide. Di warê zanyariya aboriya (êkonomîka)
gundîtiya Ermenistanê da xudanê devedevî 40 xebatê zanyarî ye.
Piştî hilweşîna Yekîtiya Sovêtê, sala 1993ya dest ji kar û barê xwe
berdide diçe Komara Qazaxistanê. Sê salan li wur dimîne û pey ra
berê xwe dide Ewropayê û li Almanyayê bi cî dibe, kî derê jî hetanî
roja îroyîn karê xwe yê nivîskariyê, zanyariyê, civakiyê dimeşîne, lê
êdî bi temamî di warê edebiyat, çand û dîroka Kurdî da. Her çiqas
wî di warê zanyariya aboriya malhebûna gundîtiyê da bi lêkolînên
zanyarî û perwerdekirinê barekî giran hilgirtibû û bi serketin dimeşand jî, wî li nav xwendevanên Kurd da weke helbestvan, diramatûrg, rojnamevan, pûblîsîst deng dabû.
Eskerê Boyîk bi ruhê xwe va helbestvan e. Di salên kar ên ewlîn
da wî bi xwe jî tê derdixist ku karê wî edebiyat e, jiyana wî da şaşî
çêbûye ku beşeke din bijartiye, lê çiqasî jî dixwest şaşiya xwe serrast bike, nikaribû. Ji ber ku tu nivîskarê Kurd li Sovêtistanê nikaribû tenê bi nivîskariya Kurdî ebûra xwe û nefera bike. Ji bo vê yekê jî
ez dixwazim Eskerê Boyîk weke fênomênekî bi nav bikim, çimkî bilî
karê xwe yê fermî, yê di warê bi zanyarî çareserîkirina pirsgrêkên
aboriya gundîtiya komara Ermenistanê de, usan jî bi serketin rêya
kar û barê edebiyat û çanda Kurdî da dimeşiya.
Ev karê dawî Esker êdî bi saya xwegîhandin û xweperwedekirina di warê ziman, edebiyat û çanda Kurdî da bi cî danî. Tenê piştî
sala 1993ya gava ewî Ermenistan pişt xwe va hîşt, li pey gelek zehmetiya ra (welate dereke da) jê ra îmkan û fersend çêbûn ku ew xwe bi temamî nivîskariyê, Kurdzaniyê, bi taybetî bi cîanîna lêkolînên di warê dîrok û ola Kurdên Êzdî va mijûl bike.
Ji alîkî va vê welatvanî û hogirtiya nêzîk û helal ya navbera min
û Esker da ez didefandim ber bi cîanîna peyveke xweş û germ ji bo
sersala wî, aliyê dinê va eynî tiştê ez bi psîkolojî hetanî warekî bend
dikirim ku dibe hinek bêjin Wezîrê Eşo jî ber wê yekê haqasî Eskerê Boyîk bilind dike? Ev fikir û ev tişt dilê min da disêwirîn gava
jimara rojnameke me Kurdan ya hêja Rûdawê ya 21ê tîrmeha îsal
ket ber destê min. Li wê da, hevpeyvîna Alî Guler tevî hunermendstiranbêjê Kurd ê bi nav û deng Nîzamettîn Arîç hatibû çapkirinê ku zemanekî bi navê Feqiyê Teyran jî deng dabû. Hevpeyvîn derheqa weşana albuma Nîzamettîn Arîç ya nû da bû. Di bersiva pirsekê da hunermendê pirşuret wa dibêje: “… di nav Kurdên Kavkas û Serhedê da cîhê Fêrîkê Ûsiv cuda ye. Helbestvanekî girîng e. Di helbestên wî da cihaneke kûr û fire heye. Merivan ji xwe ra dike heyran. Raman û felsefa wî gelekî kûr e. Eskerê Boyîk jî ne kêm e. Meriv dikare gelek bi hêsanî helbestên wan bike sitran.” Hevpeyvînê da tê agahdarkirin ku: Albuma “Azadî” ji 10 sitranan pêk tê. Hemû sitran jî li ser helbestên Kurdên Kavkasê Fêrîkê Ûsiv û Eskerê Boyîk hatiye amadekirin. Navê albumê ji navê helbesta hogerê min Eskerê Boyîk “Azadî” hatiye hildan.
Van gotinên Nîzamettîn Arîç û vê agahdariya rojnamê şabûneke
mezin xistin dilê min. Çawa şa nebî ku du weletî û du hogirên te yê
nêzîk, li dervayî Sovêta berê jî têne naskirinê û keda wan bi hêjatî
tê nirxandinê: Ya Fêrîk û Esker.
Gava Esker, ji bo sitandina xwendina bilind di sala 1961ê de hate
paytextê Ermenistanê Yêrêvanê, atmosfêra wur bi bîn û buxsa çanda Kurdî va dagirtî bû. Evan salên pêşketina edebiyat, çand, huner
û Kurdzaniyê yên herî xweş bûn. Piştî salên 1937-1938a yên rêprêsyayên Stalînîzmê salên 50î mecal û îmkan Kurdeyatiyê ra berfire vebûn, îmkanê ji bo nû va welidandin û xuliqandina çanda Kurdî çêbûn. Em dikarin wê demê weke ronesans bi nav bikin, kîjan dişibiya ronesansa Ewropa Rojavayê ya berya çend sedsala. Yêrêvanê da dezgeh, rêxistin, hevaltiyên edebiyat û çanda Kurdî, her usa jî Kurdzaniyê çêbûn: Rojnama “Riya Teze” ji nû va hate weşandinê, weşanên radyoya Ermenistanê bi zimanê Kurdî ji Yêrêvanê heroj bi zemanê angor dirêj û kifşkirî hatin bi cî anîn, Înstîtûta Rojhilatzaniyê ya Akadêmiya Ermenistanê ya Zanyariyê da beşa Kurdzaniyê dest bi karê xwe kir, di nava goveka Yekîtiya Nivîskarên Ermenistanê da sêksiya nivîskarên Kurd hate damezirandinê, weşanxana Yêrêvanê da beşa çapkirina pirtûkên Kurdî hate vekirinê. Em êdî derheqa wê yekê da nabêjin ku dora wan dezgehan artêşek ronakbîrên Kurd civiya. Bi dehan dûhatiyên wan hersal zanîngeh û înstîtûtên Yêrêvanê yên xwendina bilind temam dikirin. Her çiqas jî Eskerê Boyîk xwe li perwerde û pêşe ji edebiyat û çanda Kurdî xerîb girtibû, lê giyanê Kurdîtiyê û kemala helbestvaniya wî ya xwezayî ew defand nava refên ronakbîrên Kurd. Esker hewil da û zûtirekê ciyê xwe yê anegor di nava artêşa ronakbîran da girt.
Helbestên wî yên ewil li ser rûpelên rojnama “Riya Teze” û di
radyoyê de hatin weşandinê. Lê sala 1966a, berhevoka helbestên
wî ya ewlîn bi navê Şiverê li Yêrêvanê hate weşandinê: Pirtûk eynî
weke şiverê tenik, lê warê hunerê û naverokê da em dikarin bêjin,
qelaw û kûr bû. Bi sebebên dervayî îrade û daxweza wî pirtûka wî
ya duyemîn, piştî zemanekî dirêj, eynî bajarî da, sala 1975a bi sernavekî xweşik: Kulîlkên Çiya hate weşandin. Wê pirtûka helbesta nav û deng û naskirin çawa li nav xwendevanê Kurd yên Ermenistanê
usa jî ji sînorê wê dêr jî helbestvanê gênc ra anî. Ji dervayî sînorê
Ermenistanê li du welatên derva bi orgînala xwe Kurdî û bi wergera
ser zimanê Tirkî hate weşandin. Pirtûk wergerandibû û weşandibû
siyasetmeder û helbestvanê Kurd ê mezin Kemal Burkay.
Heta niha ev pirtûkên wî yên helbestan hatine weşandin: Tîrênc,
Kulîlkên Birîndar, Govenda Herfan, Duaya Serê Sibê, Oda Çîrokan,
Ez Kilameke Melûl im.
Eskerê Boyîk şaîrê dewrana me ye. Ji aliyê xwendevana va hêjayî hizkirinê bûye. Dîharkirineke vê hizkirinê jî ew e, wekî me li
ciyê pêwîst da jî kifş kir ku hunermendekî Kurd yê pirr hêja ne ku
tenê helbestek lê çend helbestên wî kiriye sitran. Şedetîke hêjatiya
wî ya helbestvaniyê jî ew e ku Esker cûre û peyva xwe ya xwexatyê aniye nava helbestvaniya Kurdî, qet misqalekê jî şayîrên beriya
xwe û yên zemanê xwe dubare nake. Ew bi awazê xwe yê cuda û
xusûsî dinivîse û xwendevanên ku pirî-hindikî haya wan ji poêziya
helbestvan heye, gava helbesteke wî ya nû bê kifşkirina navê wî
dixûnin, dest xwe da serva diçin ku ew helbesta Eskerê Boyîk e.
Govek û sînorê gotarekê mecalê nade ku em dûr û dirêj bi hûrgilî
heralî ser analîzkîrina poêziya Esker rawestin. Ber wê yekê jî emê
her bi tenê bi xetên giştî, tomerî û bi meselên kêmjimar poêziya wî
raxin li ber çavan û binirxînin.
Helbestên Eskerê Boyîk nazik in, ewazê wan tê bêjî ji perê kulîlkê çiya pêk tên, tije rem, germayî û kela jiyanê ne:
Kuliyê nazik
Kuliyê berfê
Nerm dibarin
Têne erdê.
Usa qerqaş,
Usa amin,
Mîna têlê
Porê dya min.
Tên dipêçin,
Çiya, baniyê min
Ku ber sermê
Necemidin.
Ew dengbêj û evîndarê cihanê, xwezayê û xweşikbûnê ye. Tê
bêjî ew bi germayî û hizkirina dilê xwe, heta bi “porê dayka xwe”
dixwaze serma zivistanê da cihanê germ bike. Lê gorî xeysetê xwe
yê şermoke ew evîndariya xwe ber bi evîna xwe, ya cinsî, yanê ya
himber qismê jinê kêm, degme eşkere dike, bi awayê alîgoriyayê
xwe nêzîkî evîna xwe dike. Em mînakekî bînin:
Havînê sî xweş e
Zivistanê-tav
Biharê sî û tav
Hemêz dikin hev…
Ez sî me,
Tu-tav,
Were, domam, bihar e
Em bigihîjne hev.
Çiqas xweş, çiqas bi hunera helbestvaniyê ya bilind hatiyê gotinê.
Helbestvan xwe wek “sî” lê evîna xwe jî wek “tav” nav dike. Berhevdanîneke çiqasî bi cî û bedew ji bona kirîn û xweşikirîna dilê keçikê.
Felsefa poêziya Esker gelekî kûre û bi pêra jî di aliyê moraliyê û
pisîkolojiyê da pir tesîrdar e. Ew vê helbesta kurt da wê fikirê îlan
dike ku civaka mirovayê da cinsê mê û nêr nikarin bêyî hev bijîn,
loma jî bihara jiyanê bi jihevhizkirinê, evîndariyê û amintiyê xweş
e. Helbesteke biçûk a din:
Ezê hildim îro vê
Dara bîêye beyanî,
Hubirê da kim dilê xwe ra
Nav esmanê şîn-sayî
Nemê te ra binivîsim
Li ser pala vî çiyayî:
-Tu jî derê ber dêrî
Ku min bibe ronayî.
Helbest tê bêjî dîdemekî suruştî ya bedew e. Dîdemek ku tenê efrandina Esker e… Helbestvan evîndarê xezayê, çiya û baniya, mêrg
û çîmenan, kaniyên avsar û zozanan e. Zarotiya wî paşla wê xwezayê da derbas bûye. Dilê wî heta li ser hemû giyanberan, heywanan, rewiran, terewil û teyredên li nav wê xwezayê da jî diêşe.
Berf barî rê û dirbê
Çiyê xitimîn,
Mij û dûman hatin serê
Riya kimkimîn.
Xezal, kêwrûşk, gur û rûvî
Li çiyê man,
Em vegeryan, gelo ça bû
Halê wan?
Helbestvan xwendevan jî bi xwe ra dike heyr û motac, evîndarê
xwezaya bi jiyan û jiyanber. Ev şuretên hunermendiyê û hostatiya
berhemdayînê, efrandariyê, bi sêwirandina xiyal û mitalên di nav
xweşikaya jiyanê da tên temam kirinê. Bêyî vê faktora jiyanê, bi
tenê hostatiya helbestvan nikare tesîrê li ser giyana xwendevanan
çêbike. Ev herdu keremên Xwedê jî ji Esker ra hene.
Têma evîna ber bi dê-bavê, kalikê di nav helbestên wî da ciyê
xweyî girîng digre. Tê bêjî rem, hizkirin, germayî, paqijaya ruhî ji
wan helbestan dibare.
Gelek helbestvanên Kurd xwe di warê sêwirandina helbest, poêziya welatevîntiyê û miletevîntiyê da cêribandine. Eva tiştekî metelmayînê nîne, gava em qedera gelê xwe ya dîrokî ya pir giran, ya trajîk digrin ber hesab, ber çavan. Lê bi bawariya min helbesteke
vê babetê ya herî baş, ya herî bi hunera helbestvaniyê ya bilind, ya
naveroka xwe va gorî vê qedera gelê me Eskerê Boyîk raberî xwendevana kiriye:
Kê nifir kir ku em wa bin,
Bê cî-sitar mîna gurê serê çiya bin,
Mala xwe da em bêpar û em bêwar bin,
Cînar me ra ewqas nexwez û neyar bin.
Kê nifir kir ku cînarê xwe ra ewqas em helal bin,
Ber zulma wan ewqas ker-lal û bêkar bin,
Xwe ra xweyîn û dîn-dijmin, li hev nepak, qelp, bêtifaq,
Wan ra xulam qûl û amin, pişt û yar bin…
Kê nifir kir ku em awa tîş û par bin,
Dora me tev çavê sor û mejûyê har bin,
Rê jiyanê me ra ewqas zor û zehmet û dijwar bin,
Em jî ser riya, çav li derya, penaber û stûxwar bin.
Weke kifş dibe, li ber rewşa milet a giran û trajîk helbestvanê
dilnazik, diltenik, welatevîn ji kerba, ji qehra, ji îaca dilê xweyî kulî
birîn rengan zêdetir, bêtir tîr û tarî dike ku her bi tenê boyî wê yekê
bala me bikişîne ser kêmanî û şaşiyên nava civaka me Kurdan da
çêbûyî ku em wana zûtirekê ji navê rakin. A bi vê fikirê hinek gotinên helbestvan yên tehl û tûj ku me Kurdan ra dibêje tê bêjî tên
“xwarinê”, “daqurtandinê” û bi hesabê dewî “fikirînê”.
Poêziya Eskerê Boyîk ya welatevîntiyê xurt e him bi jimara helbestan û him jî nemaze bi hunera wan ya helbestvantiyê. Em êdî
wê yekê nabêjin ku ew bi hişkî, bi tûndî dijî zor û zulma dagirkerên
Kurdistanê radiweste, ya ku rojên me da berdewam dike. Awa tenê
sernivîsên çend helbestên wî bi babeta welatevîntiyê-miletevîntiyê:
“Heta kengê?”, “Ballad derheqa tifaqê da”, “Keser”, “Dilo bihar e”,
“Kurdistan”, “Cimeta xwe ra”, “Rêkviyêm ser şihîdên Helebçê”,
“Ewra barê xwe dagirtiye” û gelek gelekê din. Lê evîndariya wî ya
welatvaniyê xweşbînî ye. Ew bi şerdariya gelê xwe ya azadariyê da
bawer e, bi hêvî û gumane ku gelê wî yê mêrxas wê serkeve û ji zulma dagirkeran rizgar be:
Ez zanim Kurdistanê çêbe,
Azadî beyraqa wê be,
Edlayî tifaqa wê be
Ez zanim Kurdistanê çêbe.
Tavê qelema wê be,
Çavê alemê lê be,
Ez zanim Kurdistanê çêbe.
Lawê Kurd egîtê wê be,
Îro be yanê sibê be,
Ez zanim Kurdistanê çêbe.
Berhemên Eskerê Boyîk yên pirozayê û şanogeriyê jî balkêş in.
Kurteçîrok, şano û romanên wî ji aliyê xwendevana va bi hizkirin hatine pêşwezîkirin û qîmetkirin. Rawestandina ser naveroka romanên wî (xazma “Xezeba Xwedê”) vê gotara sînorkirî da ne
mimkûn e, ber wê yekê jî emê bi tenê kifş bikin ku roman li ser doza
trajêdiya êl û eşîreke Kurdên Êzdî hatiye sêwirandinê. Şanoyên
“Sinco keça xwe dide mêr”, “Mem û Zîn”, “Birînê Rojên Buhurî” ser
dikayên tiyatroyên Kurdî yên Elegezê, bajarê Tilbîsê û li Almanyayê
demên dirêj hatine lîstinê.
Eskerê Boyîk ku perwerda xwe dibistan û zanîngehên Ermenî
da standibû, ber ku yên Kurdî bi sebebên eşkere tunebûn, lê bû helbestvanekî Kurd ê bi nav û deng, xudanê kemala helbestvaniyê ya
bilind, ev yek femdariye, ji ber ku helbestvanî ji karaktêr (xeyset) û
giyan, ji aqil û kemala wî dihat. Lê Esker ku dibistan yan zanîngeheke Kurdî ji dûr va jî nedîtibû, lê bû Kurdzanek bi giştî, temamî û
sipêsiyalîst (pêşekzan) lêkolîner di warê dîrok û ola beşeke gelê me
Kurden Êzdî da eva êdî ciyê ecêvmayînê ye. Di vî warê zanyariyê da
lêkolînên hêja giranbiha cî anîn û bi awayê gotar û pirtûkan dan
weşandinê. Em ji ber sebebên li jêrê kifşkirî Eskerê Boyîk dikarin
bihesibînin weke Kurdzanekî xwegîhandî, xweperwerdekirî.
Sebeb çi bû ku Eskerê Boyîk berê xwe da zanînên dîrok, civaknasî û ola Kurdên Êzdî? Belkî ji Êzdiyatiya wî bû ku ew bi xwe jî ji
Kurdên Êzdî bû? Helbet, ev yek jî hebû, lê ew ne meniya bingehîn û
ya tek-tenê bû. Sebebê bingehîn ew bû yê ku dagirkerên Kurdistanê
(civakî û olî), dijminên gelê Kurd bi dewr û zemana ji bo desthilatdariya xwe Kurdistanê da biparêzin, xurtkin cudatiya olê bi kar anîne, dutîretî kirine navbera Kurdên Êzdî û Musulman, ew rakirine rûyê hev, li hev kirine dijmin, li hev dane qirkirinê. Heger em bi awayekî dinê jî vê fikrê eyan bikin, dikarin bêjin ku eynî dagirkeran, eynî dijminan ola Musulmantiyê ku piraniya gelê Kurd dabûn qebûlkirinê dijî menfet, berjewendiyên gelê me bi kar anîne ku hetanî îro jî ew siyaset berdewam e. A ji ber vê yekê jî bilî ku lêkolîna ola Êzdîtiyê ji aliyê zanyariyê da pêwist bûye, ew her usa jî têma, babetekî aktûêl bûye ji bona lêkolîneran û di nav wan da bona yekî weke Eskerê Boyîkî miletevîn. Bi rastî jî çima ewqas ferman li Êzdiyan
hatine rakirin, çima Êzdî hatine kokbirkirin, çima Êzdî ji aliyê birayên xwe Kurdên Musulman va hatine zêrandin, heramkirin, heta
nan û destkuja wan jî nexwerine? Çi ye sebebê vê koçberî û reva
Kurdên Êzdî ji welêt? Êzdî ku bawariya xwe da ewqas berkin, çima
Musulmanî, wan wek “bêxuda” hela carna jî “kafir” bi nav dikin?
Çima hinek Êzdî ji netewa xwe direvin û dibêjin “Em Kurd nînin”?
Sebebê dîndijminatiya di navbera Kurdên Musulman û Êzdî da çi
ye? Eskerê Boyîk di pirtûka xwe Êzîdiyatî, Mîrzikê Zaza, Fermanên
Reş, lêkolîn û gotarên xwe yên din da ser hîmê çevkaniyên nivîskî,
zargotinî û ayînî hewl dide bersîva wan pirsa bide. Bersîv jî yek e:
Dagirkerên Kurdistanê yên civakî û olî ku Kurdan û welatê wan bin
destê xwe da xweyî dikin ev “jehra” dutîretiyê kirine nava vî gelî û
ciyê dilêşiyê jî ew e ku her tiştî bi destê Kurda bi xwe dikin: Bi destê
Kurda mala wan, tifaq û yekîtiya wan wêran dikin.
Derheqa wê dutîretiyê ji aliyê zemîn da ya herî nû, herî dawî ku
ew jî bi xwe li Ermenistanê bû şede, di lêkolîna xwe Êzîdiyatî, Mîrzikê Zaza, Fermanên Reş da wa dinivîse: “Her kes bi evden bê pişt
û bê tifaq dilîzin… Birek Kurdên Êzdî ketin tora partiyake Ermeniya
ya desthilatdar ya miletçî, nijadperest, gotin: “Em Kurd nînin. Êzdî
Kurd nînin”. Hinek ji bo berjewendiyên şexsî û qazanckirina navên
erzan ketin li nav wê lîstika qirêj, hinek jî bi dilê sax gihîştin wan…
Pak bû xelkê bi alîkariya rewşenbîrên wure Kurd (li vê tangê
rasttir dibû Esker zelaltir bigota: “Rewşenbîrên Kurdên Êzdî” ber ku
yên Kurdên Musulman wî zemanî da li Ermenistanê êdî nemabûn.-
W.E.) zû tê derxistin ku li bin wê lîstikê da çi nêta xirab, veşartî heye
û ji sedî pênc jî li pey wan “Êzdiyan” neçûn (rûp. 6). Piştî wê Eskerê
Boyîk eynî pirtûkê da li ser pêwîstî, aktûêliya bicîanîna lêkolînên
zanyarî yên dîrok û ola Kurdên Êzdî radiweste û wa dinivîse: “Heger lêkolînên usa hebûna (yên ku me hêja behsa wan kir-W.E.), gel
rastiya dîroka xwe bizanbûya, serwext bûya çima, çawa ew bûyer
pêk hatin (bûyarên birakujiyê navbera Kurdên Musulman û yên
Êzdî da- W. E.) dijwar Êzdîkî helalî bi sidqê qenc hebûya ku pey wê
koma “Êzdiyên sexte” û miletçiyên Ermenî biçûna û qewimiyeta
xwe, koka xwe, Kurdîtiya xwe înkarkirina…” (rûp.7).
Pêwîste em li vê tangê wê rastiyê kifş bikin ku Eskerê Boyîk wek
rewşenbîrekî Kurdî welatperwer, miletparêz cêrgên ronakbîrên
Kurd yên pêşîn da dimeşiya, singê xwe kutabû nîze, rimên xêrnexwez, nezan û menfetçiyan bona parastina yekîtî û navê miletê
Kurd. Vê tangê da usan jî balkêş in lêkolîn û gotarên wî yên: “Êzdîtî baweriya heqiyê, rehmê û Xwedênasiyê ye”, lêkolînên wî li dor
dîroka êlên Êzdiyên Serhedê ew in: Êlên Hesinya, Sîpka, Zuquriya,
“Şêx Fexrê Adiyan û edeba Êzdiyan ya sedsala 11-13an”, “Berxudana êlên Xalta”, “Êzdîtî gerekê bibe warê zanistiyê”, analîza hinek
qewlên Êzdiyan û hwd…
Eskerê Boyîk hinek lêkolînên din yên ser civaka Kurdên Êzdî û
usa jî romana xwe: Xezeva Xwedê da ku bi du cildan (2004 û 2008)
hatiye weşandin, ser zor û zulma rêjîmên dagirkerên Kurdistanê,
cihana Musulmaniyê û navê da, sed mixabin, ya beşeke rêvabirên
Kurdên Musulman himberî Êzdiyan disekine. Eskerê Boyîk di vê
pirsê da cuda dibe ji hinek nivîskaran, ew wê zor û zulmê bi çavên
Kurdîtiyê mêze dike û tirajediya Kurdên Êzdî wek ya temamiya Kurdan dihesibîne.
Ewa helwesta herî rast e, heger em wê yekê bigrin ber hesêb, ne
ku Kurdên Musulman wek beşeke gelê Kurd ya herî mezin, herî giran zor û zulm li Êzdiyên hindikaya gel kirine, lê rêjîmên dewletên
dagirker, bi taybetî ya Tirkiya Osmaniyê û xulamokên wan Kurdên
Musulman jî nav da hebûn bi şikilê axa û began.
Eskerê Boyîk, devedevî 25 sala sêkreterê (katibê) sêksiya, beşa
nivîskarên Kurd ya Yekîtiya Nivîskarên Ermenistanê bûye. Wî weke
çarêka sedsalekê dîroka kar û barên sêksiyona nivîskarên Kurd di
protokolên civînên nivîskarên Kurd da tomar kiriye û hemûşkî bêtir
axaftina nivîskaran ser wan berheman, kîjanan ra bona weşandinê
rêkomêndasiya (kefîldariya) seksiyonê pêwîst bûye. Bi tomarkirînê
ra bi tevayî ew bi aktîvî beşdarî analîzkirina berhemên ber çapê
bûye.
Ji destpêka salên 80yî dest bi weşandina almanax, berhevoka (em dikarin wê weke antolojiya jî bi nav bikin) berhemên nivîskarên Kurd bû li Yêrêvanê ku salê carekê, destpêkê da bi navê
“Bahara Teze”, pişt ra “Bahar” dihat çapkirinê. Eskerê Boyîk yek ji
amadekar rêdaktorê wê bû.
Eskerê Boyîk salên 90î sê sala li paytextê Qazaxistanê Almaatayê
ma ku li wir gelek Kurd diman ku di salên 30yî û 40î ji Azerbêcanê
û Gurcistanê sirgûnî Asya Navîn hatibûn kirin. Lê li vir jî Esker vala
nesekinî, bi aktîvî tevî xebata komela wan Yekîtiya Kurdên Qazaxistanê bû, beşdarî karê çandî û nemaze yê civakî bû, ji ber ku li wir hewceyî zanayên weke wî bûn. Ew dibe endamê Yekîtiya Nivîskarên Komara Qazaxistanê, helbestên hîmdarê edebiyata Qazaxa Abay ji Rûsî werdigerîne Kurdî, bi alîkariya Ezîzê Ziyo temamiya belgeyên KGB yên li ser sirgûniya Kurdan ya 1937 û 1944an, salê ji komarên Kavkasyayê ber bi Asya Navîn (cara ewil) ji arşîvên veşartî derdixe, hazir dike, kîjan ji bo nivîsandina pirtûka Ezîzê Ziyo “Kurdê Qazaxistanê” bû bingeh. Ew tevî Prof. Kinyazê Îbrahîmî edebiyatzan
dibe amadekarekî kovara bi navê “Kurd” ku paşê navê “Nûbar”
danîn li ser wê. Bi rêdaktoriya Kinyazê Îbrahîm û berpirsyariya Eskerê Boyîk, piştî weşana 6 hejmara ew Almaatayê dihêle diçe Almanyayê, bajarê Oldenbûrgê ku lê komela Êzdiyan hebû: “Mala Êzdiyan”. Ew bi aktîvî di nava kar û barê wê da cî digire. Dibe endamê
komîtêya wê ya rêvabir, serkariyê komîtêya wê ya rewşenbîrî dike.
Mala Êzdiyan ya bajarê Oldênbûrgê ku niha bûye navendeke
rewşenbîriyê, Kurdzaniyê-Êzdîzaniyê, keda Esker di wê yekê da pir
e. Bi berpirsyarî, însiyatîv û tevbûna wî salê da bi dehan semîner,
konfêrans û çalakiyên civakî-zanyarî biçûk û mezin têne bicîanînê,
malpera wan ya “Dengê Êzdiyan” bûye malpereke Kurda, bi taybetî ya Kurdên Êzdî ya herî eyan, weşana “Dengê Êzdiyan” bi deha
pirtûk daye weşandin.
Eskerê Boyîk eyînî ronakbîr e. Nîşana wê yekê ku li bal Esker
zelal tê kifşê ez wê yekê dihesibînim ku ew rûmeta pênûsa heval û
hogiran zane û keda wan bi obyêktîvî, gorî hêjabûnê dinirxîne. Di
vî warî de, weke min tê derxistiye, hemû warên wîjdanî û însanî da
min li bal wî hogirê xwe misqaleke ernûsiyê, dexesiyê, çevnebariyê
tecrûbe nekiriye. Belkî eva ji xeysetê wî yê ronakbîriyê ya bilind e, ji
zanînên wî yên kûr tê. Lê dîsa jî, weke min tercûbe kiriye, hinek ronakbîrên xudanê zanînên kûr, keda berhemdariyê ya mezin jî carna carnûsiyê û dexesiyê himberî hogirên xwe yên pênûsê da dîhar
dikin. Lê ev fêl, ev xeyset bal Esker qet kifş nabe. Bi serda jî Esker
hilbet, gorî hêjatiyê pesinê ronakbîrên weke xwe helbestvan jî dide
û wî warî da pir merd û destvekirî ye. Haya hemû ronakbîrên Kurd
jê heye ku Esker bi çi awayî merd-merdane pesnê poêziya Şikoyê
Hesen û Fêrîkê Ûsiv di pirtûka xwe ya “Nûra Elegezê” da daye, helbet, bi lêkolîn, analîzkirina berhemên wan.
Di warê însanetiya wî da min tiştekî dinê jî yê qenc tercûbe kiriye. Ew li hemû ronakbîrên, em dikarin wa jî bêjin, yên bi şuret yên
welatiyên xwe, ji Ermenistanê xweyî derdikeve, gava pêwîstî di wî
warî da çêdibe. Ew keda wan bi hêjatî radixe li ber çavan, îlahî wan
yên ku gorî wî bi zemanekî kifş û bi neheqtî bin siyê da mane. Dilê
wî ji ber vê nerastiyê dêşe û ew li ronakbîrên jibîrkirî xwedî derdikeve. Ez êdî derheqa wê yekê da nabêjim ku ew zemanên pêwîst da rojbûyîna wan bi nivîs, bi gotarên xwe yên hêja va kifş dike. Ev kirina wî jî hêjayî hemû cûrên pesindanê ye.
Eva ji hestên berpirsiyariyê, ji dilovanî û dilsoziya wî tê. Û gava
ronakbîrekî welatiyên wî diçe ber rehma Xwedê Esker teva pirtir ber
dikeve, ne bawar e ku ronakbîrekî angorî wî wê peyda bibe û ciyê wî
tijeke, dilêşiya xwe bona çêbûna wê ziyanê û kêmasiyê îlan bike û
keda wî li ber gel û çanda wî da bi hêjatî binirxîne.
Dawiyê ez weke hogirekî Eskerê Boyîk yê nêzîk li ber hesabgirtina reng û rû, bejn û bal meşiyana wî û nemaze kar û bare wî yê
berhemdayînê, lêkolînyariyê ku ew îro 70 saliya xwe da jî bi cî tîne
ku gorî felsefa gelê me dihesibe sembola kalbûnê, bi şabûn û hêviya temam dikarim bêjim ku ew ê hê sûrprîzên nû raberî gelê xwe
bike bicîanîna nivîsandina berhemên edebiyata bedew û lêkolînên
zanyariyê yên nû.
Eskerê Boyîk sala 1984an da endamê Yekîtiya Nivîskarên Welatê
Sovêtê bû, endamê Yekîtiya Nivîskarên Komarên Ermenistanê û Qazaxistanê, endamê PENa Kurd e.
Lîsta pirtûk û berhemên Eskerê Boyîk yên edebiyata bedewitiyê
û lêkolînên zanyariyê ku li Ermenistanê û welatên derva hatine weşandinê:
- Şiverê, helbest, Yêrêvan, 1966.
- Kulîlkên Çiya, helbest, Yêrêvan, 1975,
- Kulîlkên Çiya, helbest, bi zimanê Tirkî, Kurdî, Stenbol, 1979.
- Sinco Keça Xwe Dide Mêr, şano, Yêrêvan,1980.
- Mem û Zîn, şano, Stokoholm,1989.
- Tîrênc, (di berhevoka Bahar da), helbest, Yêrêvan,1987.
- Kulîlkên Çiya, helbest, bi zimanê Tirkî, Kurdî, Stokoholm,1990.
- Li Çiya, kurteçîrok, Yêrêvan, 1991.
- Duaya Serê Sibê, helbest, Roja Nû, 1997.
- Oda Çîrokan 1, helbestên zarokan, Roja Nû, 1997.
- Kulîlkên Birîndar, helbest, Stockholm, 1998.
- Govenda Herfan, helbestên zarokan, Stockholm 2002.
- Çîrokên Oda Me; kurteçîrok, weşanên Afîş Medîa, 2004
- Nûra Elegezê, edebiyatzanî, Dengê Êzdiyan, Oldenburg, 2004
- Xezeva Xwedê, roman, beşa ewlin, weşana Deng, Stenbol,
2004. - Êzdiyatî, Mîrzikê Zaza, Fermanên Reş, dîrok, Dengê Êzdiyan,
Oldênbûrg, 2006 - Xezev; roman; beşa dudan, weşana Deng, Stenbol, 2008
- Ez Kilameke Melûl im, helbest, weşana Deng, Stenbol, 2009
- Nûra Elegezê, bi tîpê Erebî, Duhok, 2011
- Bahoz, roman, weşana Avesta, Stenbol, 2011
Bilî vana kurteromanên Bahoz û Deftera Kurdekî Penaber salên
1999-2002a jimarên rojnamên Hêvî, Roja Teze û Dema Nû da çap
bûne, şanoya “Selîm Beg” kovara Nûbar da (sala 1995a), lêkolîneke berfireh li ser helbestvaniya Cegerxwîn kovara Deng da di sala
2003ya da hatiye çapkirinê. Bi berpirsî û rêdaktoriya wî pirtûka
Ezîzê Ziyo Aliyêv Kurdên Qazaxistanê sala 1995a li Almaatayê hatiye weşandin. Pirtûk li ser dîrok û bûyarên Kurdên Qazaxistanê ye
ku salên 1937 û 1944a ji komarên Kavkasyayê sirgûnî wir kiribûn.
Eskerê Boyîk xudanê pir gotarên zanyariyê-pûblîsîstiyê, rêsênziyayên ser nivîskar û zanyara û bi taybetî berhem û lêkolînên wan
e, her usa jî pêşgotinên pirtûkên Kurdî ye. Bi pêşgotinên wî hatine
weşandinê: Romana Heciyê Cindî Hewarî (Weşena Roja Nû, 1999),
bervoka novêl-serhatiyên Wezîrê Eşo Pariyê Berdamayî (Hewlêr,
2008), pirtûka Ahmed Çamlibel Evdalê Zeynikê (Weşena Deng),
berhevoka Zargotina Kurmanca ya Heciyê Cindî û Emînê Evdal (Weşena Avesta, 2008), cilda sêyemîn ya berhemên rehmetiyê Fêrîkê Ûsiv (Yêrêvan, 2009).
Amadekarî û rêdaktoriya çend berhevokên efrandinên nivîskarên Kurdên Ermenistanê Baharê kiriye. Rêdaktorê romana Egîtê
Xudo Dê û Dêmarî (Yêrêvan 1986), pirtûka Ahmedê Gogê Dengê KalBavê Me (Yêrêvan-1997) bûye, serokê rêdkolêgiya weşana berhevoka Şêx Fexirê Adiyan Fîlosof û Xasê Ola Êzdiyatiyê” (Weşena Dengê Êzdiyan, 2009) bûye.
Lê, awa, her bi tenê sernavê çend gotarên Eskerê Boyîk yên zanyariyê yên giranbiha ku li ser rûpelên malper, rojname û kovarên
Kurdî hatine weşandinê: “Nêrîneke kurt li ser edebiyata Kurdên
Sovêtê”, kovara Deng 2000; “Fêrîkê Ûsiv, Jiyan û Kar”, Riya Teze,
2009; “Şekroyê Xudo, Jiyan û Kar”, Riya Teze, 2010; “Êzdîtî bawariya heqiyê, rehmê û Xwedênasiyê ye” Peyama Kurd, hejmarên 8-10,
2003; “Serhatiya Cangîr Axa” kovara Laliş, Duhok, 2004; “Êzdiyatî
gerekê bibe warê zanyariyê”; “Ez çûme Hecê” Salnama Ehmedê
Xanî, weşena Belge Yayinlari, 2010; “Şêx Fexrê Adiyan û Edeba
Êzdiyan ya Sedsala 11-13a”, “Berevoka Şêx Fexirê Adiyan Fîlosof
û Xasê Ola Êzdiyatiyê” Weşena Dengê Êzdiyan, 2009; “Berxudana Êlên Xalta”, berhevoka “Mêrxasên Êzdiyan” bi zimanê Almanî,
Salên 1990-1999an Esker li ser rûpelên Rojnameya “Riya Teze” jî
cêrga “Gundên Kurdan li Ermenistanê” derheqa payê gundayî pirê
da oçêrkên balkêş dan weşandinê.
2011
Meha Tebaxê
Wezîrê EŞO, wêjezan, dîrokzan û rojnamevan
0 kommentarer