Dîroka Alfabeyên Kurdî di Ermenistana Sovyetê de

Dîroka Alfabeyên Kurdî di Ermenistana Sovyetê de

(1921-1991)

Tengîz Siyabend, xwendekarê Zanîngeha Ermenistanê

tengiz.uzoyan@mail.ru

Rewan

30.03.2025

Pêşgotin

Wek ku tê zanîn zimanê kurdî, zimanekî ji şaxa zimanên îranî yê bakûr rojavayê malbata zimanên hind û ewropî ye.  Li vir lazim e  ku  em destnîşan bikin wekî gelek neteweyên din ku di gel kurdan jiyan dikirin  ji dîrokê wenda bûne yan jî bi gelên din re asîmîle bûne. Gelek serhildêrên Rojhilat û Rojavayî wek mîna Yewnan, Rom, Ereb, Tirkên Selcûq, Mongol û hwd di dîrokê de her tim hewl dane wekî zimanê kurdan tune bikin,lê ser neketine. Di heman demê de kurdên bêwelat li hemberî zilm û zordariyên serdeman derketine û bi vî awayî ne tenê ji hebûna xwe, lê belê ji zimanê xwe jî xwedî derketine û xelas bûne. Di tevahiya dîrokê de kurd heta niha çend alfabeyên ji hev cuda û cihêreng afirandine û bikar anîne. Divê em destnîşan bikin wekî ew yek roleke neyînî tevahiya dîroka kurdan de lîstiye û dilîze. Alfabeyên ji hev cuda kurdan bisînor kirine,ji hev dûr xistine û rê nadin ku neteweya kurd ji bo xwe tenê alfabeyek bikar bîne. Alfabeyên ku heta niha kurdan bi kar anîne ev in:

  • Alfabeya kurdên êzîdî: Pirtûka olî ya pîroz a êzîdiyan Mishefa Reş û Cilwe bi vê alfabeyê hatine nivîsandin. Lê ew alfabe zêde nehatiye bikar anin û tu berhem jî bi wê alfabeyê negihîştine me.
  • Alfabeya kurdî ya erebî . kurdên Rojhilat û Başûrê Kurdistanê bi sedsalan alfabeya aramî (bi tîpên erebî) bi kar anîne û heta îro jî bikar tînin. Bi wê alfabê gelek berhemên giranbaha hatine nivîsandin, ku bûne dewlemendiya çanda kurdî.
  • Alfabeya kurdî ya ermenî
  • Alfabeya kurdî ya latînî .
  • Alfabeya kurdî ya kîrîlî .

Ji bilî van alfabeyan, li Herêma Zêwê ya Rojhilatê Kurdistanê, çav bi cureyeke nivîsê hatiye ketin ku li ser tepsiyeke zîvîn e. Li gor lêkolîneran, ev nivîs ji sedsala 8’an a berî zayînê maye û ev nivîs aîdê medan e. Ji bilî vê belgeyê, li cihekî din kes rastî heman cureyê nivîsê nehatiye.

Armanca me ew nine ku em yek bi yek qala wan alfabeyan bikin,lê di vê xebatê de emê bi giranî li ser wan alfabeyan rewestin,kîjan ku li Ermenîstana Sovyetê (1921-1991) de pêk hatine. Ji ber ku gelek kurd haya wan jê tuneye wekî sê alfabeyên din ên kurdan (bi tîpên ermenî,latînî û rûsî) jî hebûne,ku kurdên Sovyetîstanê bikar anîne, emê yek bi yek qala afirandin û pêşketina wan alfabeyan bikin.

Du Gilî Derbarê Kurdiya Bi Tîpên Ermenî

Pêwendiyên dîrokî yên ermeniyan û kurdan gelekî kevin in. Ev herdu miletên kevin ji mêj ve cînarên hevûdu bûne.  Piştî gelek karesatên sedsalan jî dîsa  dostaniya wan berdewam bûye û şahidiya vê yekê  zargotina wan a zengîn e.  Ji bo wan kesan ku dixwazin derbarê dîrok,çand, zargotin û hwd a Kurdan lêkolîn bikin dikarin berhemên nivîskarên ermenî wek çavkaniyek pêbawer bikar bînin,nemaze xebatên dîroknasên ermenî yên sedsala navîn.  Yên ku di berhemên xwe de nimûneyên zimanê gelê kurd, zargotin û wêjeyê jî bi transkrîba alfabeya ermenî parastine. Yek ji wan nimûneyên kevnar em di destnivîsa № 7117 ya Matênadaranê de dibînin. Dostê gelê Kurd, zimanzan H. Açaryan destnîşan dike ku ew di sedsalên X-XI de hatine nivîsandin.  Divê bê zanîn ku hejmarek ji mînakên kevn û  dewlemend yên zargotinên  gelê Kurd bi tîpên Ermenî hatine nivîsîn.  Berhemên navdar ên  jêrîn jî bi Kurdiya tîpên Ermenî hatine nivîsandin: «Hemê Mûsê», «Leyl û  Mecrûm» û strana «Mele Mûsî Seyran». Di nav wan de balkêş in «Qandîlî Siyapûş û Heozbek», «Canbalî», «Hazim Axa», «Mîrza Axa,Telî Eyşa», «Siyabend û Xecêzerê», «Memê û Zînê», «Devrêşê Evdiyê Êzidî», «Hemûdê Şankê» . Hêjaye ku em  xebata Komîtasê jî bibîr bînin ku ji bo tomarkirina stranên folklorî yên kurdî  kiriye. Di hejmara pêncemîn a «Berhevoka Etnografîk a Emînyan» de  xebatên Komîtas ku ji 13 zargotinên Kurdî pêk tên wek mînak «Kuluk û Garo», «Mez û Zîn», «Sêvhacî», «Hemê Mûsî” û yên din hatine cîwar kirin. Balkêş e orîjînalên wan bi tîpên ermenî  hatine nivîsîn. Bitaybetî wergera Mizgîniya Metta,Lûqa,Marqos û Yûhenna pir balkêş e yên ku bi tîpên Ermenî û bi Kurdî di sala 1872-an de hatine nivîsîn. Divê bê zanîn ku ev  yekemîn wergera berfireh e di dîroka wêjeya kurdî de. Bê guman ger serpêhatiya Kurdiya bi tîpên Ermenî di dîroka wêjeya kurdî de xwedan cihekî girîng be.

Divê em bi şahî diyar bikin ku sedsala 20-an ji bo gelê Kurd bidestxistineke nû  di gel xwe anî. Beşek ji Kurdan  ji welatê xwe dûr li Ermenistanê di tevahiya dîroka Kurdan de roleke mezin lîstin. Bi alîkarî û piştgiriya dûgela Ermenistanê Kurd bûn xwedî alfabeyê. Kîjan jî bû sedema  pêşxistina zimanê zikmakî û herwiha parastina dîrok,çîrok,zargotin, stiran,destan, wêje û hwd. Piştî afirandina tîpên Kurdî gelek dibistan hatin vekirin, pirtûk hatin çapkirin û rojname bi zimanê dayikê hate weşandin. 

Afirandin û pêşketina alfabeya kurdî li Sovyeta Ermenistanê de li ser sê qonaxan de dabeş dibe:

  1. Alfabeya «Şems» ya Lazo (H. Xazaryan) – 1921
  2. Alfabeya Latînî ya  E. Şemo û Î. Marogûlov – 1929
  3. Alfabeya Kîrîlî ya H. Cindî, E. Evdal, W. Nadirî – 1944
  1. Alfabeya «Şems» ya Lazo (1921)

 Êzdiyên ku niha li Ermenistanê de dijîn hema mirov dikare bêje ji sedî sed ziryeta êzdiyên Serhedê ne. Ji sedema bûyerên sedsala 19-an û 20-an bi taybetî ji sedema şerê Osmanî-Rûsan (1877-1878), Şerê Cîhanê yê Yekem (1914-1918) û herwiha ji sedema komkujiya ermeniyan (1915) jî ku di gel wan gelek êzdî jî canê xwe ji dest dan  hejmareke mezin a êzidiyan berbi Ermenistanê hatin. Ji ber vê yekê jî kurmanciya Qefqasê û kurmanciya Serhedê dişibînin hevûdu. Kurmancîaxivên Sovyeta berê ya Ermenistanê devoka xwe ya devkî ne tenê ji tunebûnê parastin lê herwiha  kurmanciyeke pêşketî û standard jî bidest xistin.

Piştî hilweşandina Împêratoriya Rûsyayê  û bi Şoreşa Cotmehê li seranserê Qafqasyayê bo gelên kêmjimar gellek derfetên xwebûnê, nexasim jî di warê çand û hunerî de, xwe didin der. Di navbera salên 1920-37’an de bi taybetî li Ermenîstanê ji hêla hikûmeta Bolşevîkan û alîkariya hin zanayên ermen ên ku bi kurdî zanibûn, di warê xwendin û nivîsandinê de li dibistanên kurda tevdigerin. Di vê heyamê de yekem car di sala 1921’ê de ji hêla hikûmetê ve dibistanên seretayî û gellek navendên xwendin-nivîsandinê tên vekirin. Ji hêla Hakob Xazaryan (Lazo) ê ermen ve bi navê ‘Şems’ pirtûka dersê ya bi alfabeya ermenî, lê bi kurdî tê amadekirin. Lazo di pêşgotina pirtûka «Şems» de dibêje dike ku rastî gelek tengasiyan hatiye. Berî amadekirin û çapkirina vê pirtûkê demekî dirêj fikirîye ka li ser kîjan bingeha zaravayên kurdî alfabeya xwe amade bike. Di pêşgotina xwe de berdewam dike û dibêje ku li me xweş hat ku em zaravayê Kurmancî hilbijêrin. Pişt re xwestiye li ser bingeha tîpên latînî,erebî û fînîqî alfabeya kurdî çê bike,lê dibîne ku ew yek dikare bibe sedema hin tengasiyan û tîpên ermenî bikêr û baş dibîne. Bi vî awayî alfabeya kurdî ya yekemîn li ser bingeha tîpên ermenî amade dike. Destpêka sala 1922-an bi pêşniyara Lazo û nivîskar,denbêjê kurdî navdar, Ahmedê Mîrazî, hukumeta Gurcistanê li Tiflîs a paytextê de ji bo karkerên kurd dibistana şevî vedike. Lazo û hevjîna wî, Olga Xazaryan mamostayên wê dibistanê bûn. Wê dibistanê di dîroka kurdên Yekîtiya Sovyetê de roleke mezin lîstiye. Gelek rewşembîr û siyasetmedarên kurdên sovyetê li wê dibistanê dest bi xwendina xwe kirin. Ji kesên li wê dibistanê xwendine em dikarin navên zimanzan Qanatê Kurdo û Çerkez Bakayêv, Mêrxasê Yekîtiya Sovyêt, siyasetmedar Semend Siyabendov, yekemîn berpirsiyarê rojnama ‘Riya Teze’ Cerdoyê Gênco û gelekên mayîn bînin.

  • Alfabeya Latînî ya E. Şemo û Î. Marogûlov (1929)

Di sala 1925-an li Lenînakana Ermenistanê de ji bo kurdên ji welatên wek Azerbaycanê, Gurcistanê, Turkmenistanê we  derbareyê jiyîna civakê û her wekî din konferans tên lidarxistin û tê de li ser çend mijaran gotûbêj tê kirin. Di biryarnameyên kongreyê de her wiha pêwîstiya rakirina nexwendewariyê û şandina keçan bo dibistanê jî hatiye destnîşankirin.  Kongreya jorîn biryar dide ku ji hukumeta Ermenîstanê daxwaz bike ku alfabeya kurdî ya li ser bingeha tîpên ermenî were rakirin û alfabeyeke din li ser bingeha tîpên latînî were çêkirin. Alfabeya Lazo ya bi navê Şems ku li ser bingeha tîpên Ermenî di sala 1921 an de hatibû amadekirin heta sala 1928 an di dibistanan de dihate bikaranîn.Lê belê divê em destnîşan bikin ku hin kêmasî û şaşiyên wê pirtûkê hebûne. Ji ber wê yekê jî daxwaza alfabeyeke nû tê kirin. Hikûmeta Ermenistanê ew pêşniyar red nekir û ferman da ku alfabeya nû were amadekirin. Di sala 1926 an de Erebê Şemo û Îshaq Morogûlov projeyek nû ya alfabeya latînî ava dikin. Ev jî di sala 1929 an de li Bakûyê tê pejirandin. Di heman salê de, pirtûka “Xo-Xo Hinbuna Xondьna Nvisara Kуrmançi”(Xwe bi xwe hînbûna nivîsandina Kurmancî) tê çapkirin û weşandin. Êdî ji sala 1930-an û vir de gelek pirtûkên wêjeyî,perwerdeyî, zanistî,felsefî û hwd têne çapkirin.  Ji sala 1929-an li Ermenîstanê dibistanên kurdî dev ji alfabeya kurdîya ermenî berdan û bi fermî alfabeya latînî pejirandin. Ev alfabeya nû herwiha di dibistanên kurdî yên komarên Sovyeta berê Azerbacan, Tûrkmênistan û Gurcistanê de jî cihê xwe girt. Şagirtên kurd bi alfabeya latînî dest bi xwendin û nivîsandinê kirin. Gelek pirtûk bi tîpên latînî hatin çapkirin. Ji Adara sala 1930-î rojnama “Riya Teze” bi vê alfabeyê tê çap kirin. Ew di 1937-an de tê qedexekirin, piştî mirina Stalîn (1955) cardin dest bi weşanê dike êdî bi tîpên krîlî. Li vir pêwîst e destnîşan bikin wekî rojnama “Riya Teze” beriya kovara “Hewar”-ê (1932) ya Celadet Elî Bedîrxan bi tîpên latînî derçûye.

  • Alfabeya Kîrîlî ya H. Cindî, E. Evdal, W. Nadirî (1944

Piştî demekê ji hêla Stalîn ve alfabeya latînî ya kurdî tê qedexekirin û li şûna wê alfabeya kirîlî cih digire. Di sala 1941’ê de hikûmeta Ermenîstanê biryar dide ku alfabeya kurdî bi kirîlî bê amadekirin û bo vî karî jî Heciyê Cindî tê peywirdakirin û di sala 1944’an de alfabe tê amadekirin, ku bi dehan sal xwendekarên kurdî bi vê alfabeyê hatin perwerdekirin. Di vî karî de nivîskarên ermenî G.Xapantsyan, H. Açaryan û hinek ên din û herwiha nivîskarên kurd wek mîna W. Nadirî,E. Evdal û N. Maxmûdov jî bûn alîkar. Heyanî di van salên dawîn de jî pirtûk bi tîpên kîrîlî dihatin çapkirin.

Encam

Bêguman dîroka kurdên YKSS-ê (Yekitiya Komarên Sosyalîst ên Sovyetan) di nav tavahiya dîroka kurdan de xwedî cihekî,xwedî rolekî taybet e.  Piştî şoreşa 1918-an Împeratoriya Rûsya tê hilweşandin û Komara Sovyeta Sosyalîstan tê avakirin. Di salên 20-î de gelek derfet û destkeftiyên mezin ji bo neteweyên kêmjimar bi taybetî ji bo kurdan peyda dibin.

Divê em bi şahî diyar bikin ku sedsala 20-an ji bo gelê Kurd bidestxistineke nû  di gel xwe anî. Beşek ji Kurdan  ji welatê xwe dûr li Ermenistanê di tevahiya dîroka Kurdan de roleke mezin lîstin. Bi alîkarî û piştgiriya dûgela Ermenistanê Kurd bûn xwedî alfabeyê. Kîjan jî bû sedema  pêşxistina zimanê zikmakî û herwiha parastina dîrok,çîrok,zargotin, stiran, destan, wêje û hwd. Kurmancîaxivên Sovyeta berê ya Ermenistanê devoka xwe ya devkî ne tenê ji tunebûnê parastin lê herwiha  kurmanciyeke pêşketî û standard jî bidest xistin.

Di nav YKSS-ê  de ji salên destpêkê (1922) bigre heya hilweşîna Sovyetê (1991) gelek bi kurdî gelek xebatên wêjeyî, dîrokî  û çandî hatine çapkirin û weşandin. Enstîtûyên ku avabûne de li ser kurdnasiyê qadro gîhîştine û berhem dane. Ev dem hem ji bo edebiyeta kurdî û hem jî ji bo kurdnasiyê demeke gelek girîng e. Divê bi hemû hêlan ve pêşî nimûneyên van xebatan ji bo kurdên parçeyên din bên transkirîbekirin û li ser van lêkolîn bên kirin. Mînak salên 1921 – 1937-an, ji bo pêşveçûna çanda Kurdî û pêşketina rewşenbîriyê, mirov dikare wek demek girîng binirxîne. Di dibistanan de perwerdehiya zimanê zikmakî hebû. Di otonomiya Kurdistanê de, pirtûk û rojname bi zimanên Kurdî hatin weşandin, dibistana mamostetiyê ya Kurdî vebû. Li Ermenistanê dibistanên Kurdî û saziyên çapemenî û weşanê hatin damezirandin. Şanoya neteweyî ya Kurdî vebû. Ev rûdan li Gurcistan, Ermenistan û Tirkmenistanê pêk hatin.

Bêguman Ermenistan ji bo kurdan navendeke çandî bû. Hejmarek hêja kurd li Ermenistanê hebûn. Li Ermenistanê gelek xebatên kurdî dihatin kirin. Di navbera salên 1921 û 1929ê de bi elfebaya kirîlî berhemên kurdî dihatin weşandin. Li sala 1929ê bi biryara hikûmeta Ermenistanê alfabeya latinî ya kurdî hate bikaranîn. Li sal 1921ê pirtûkên gramera kurdî hate weşndin. Li sala 1931ê de li Erîvanê ji bo perwerdehiya mamosteyên kurd, akademiyek hate vekirin. Li sala 1922yê hejmara pirtûkên kurdî 32 bûn ku hatine çap kirin. Lê êdî di sala 1937-an de 70 pirtûkên giranbiha wek berhevok, çîrok, destan, roman, şano û hwd jî ji aliyê nivîskarên me ve têne nivîsandin û çapkirin. Xebatên edebî yên pêşî werger bûye, ji edebiyata rûsî û ermenî nêzîkî 15 kitêb tên wergerandin ku ev kar bêtir ji aliyê Heciyê Cindî, Emînê Evdal, Casimê Celîl, Qaçaxê Mirad, Cerdoyê Gênco, Ruben Drampyan û Erebê Şemo ve tê kirin.

Li sala 1930ê de bi navê Riya Teze (rojname) rojnamyeke hate weşandin.

Li sala 1931-ê de li Rewanê têxnîkûma mamostetîya kurdî tê vekirin.

Li sala 1932-an de Yekîtîya Nivîskarên Kurd tê avakirin.

Li sala 1934ê li Erîvanê yekemîn Konferansa Kurdolojiyê hate lidar xistin. Wê demê kurmancî wek zimana wêjeyî jib o kurdên Yekîtîya Sovyetê hate hilbijartin.

Li sala 1938ê li Elegezê şanoya kurdî hate ava kirin.

Her wisa bi navê Zare (1926) û Kurdên Êzdî (1933) film hatin çêkirin.

Li sala 1954ê radyoyay kurdî dîsa serbest bû. Her wisa li sala 1955ê rojnameya Riya Teze dîsa dets bi kar kir.

Li Ermenîstanê 21 gundên kurdan hene. Û di wan gundan de zarokên kurd heyanî pola 12-an dersên zimanê kurdî hîn dibin.

Ermenîstana Sovyetê de beşa Kurdnasîyê ya serbixwe hebûye,lê piştî hilweşîna Sovyetê ew hate girtin. Niha li Fakulteya Rojhelatnasîyê ya zanîngeha Rewanê de zimanê kurdî wek ders tê derbas kirin.

Çavkanî

1. X. Abovyan, ”Kurd, Êzidî” (bi ermenî), 1986, Yêrêvan.

2. A.Û.  Derboyan, Çêkirin û Pêşketina Kurdiya Wêjeya   Li Ermenistana Sovyetê de (bi ermenî)

3. Hecîyê Cindî, Akademiya Zanistî ya Ermenistanê, Zanistên Civakî (bi ermenî)  № 5, 1962

4. V.A. Baybûrdyan, Peywendiyên Ermenî û Kurdan di Împaratoriya Osmanî de (bi ermenî), Yêrêvan-1989

5. X.M. Çatoyêv, Kurdên Ermenistana Sovyetê (bi Rusî), Yêrêvan, 1965

 6. N.X. Maxmûdov,Gelê Kurd (bi ermenî), Weşana Dewleta Ermenistanê, Yêrêvan, 1959

7. K. Çaçanî, Dîroka Çapemeniya Kurdî  ”Rya Teze” 1930-1955 (bi kurdî), Yêrêvan, 2008

8. Pirtûka «Şems» (bi ermenî), Êcmiyasîn,1922

9. “Xo-Xo Hinbuna Xondьna Nvisara Kуrmançi” (bi ermenî) ,Î.  Marogûlov û E. Şemo, Weşanxaneya Dûgelî, Yêrêvan, 1929

10. L.G. Xaçêryan, «Teoriya Pêjdahatin û Pêşketina Ziman li gorî Vardan Arêvelsî»