Dîaspora û Dîasporaya Kurdî

av | mar 8, 2025 | Uncategorized | 0 Kommentarer

Maruf Yilmaz, Dr. lêkolîner, mamoste

1. Dîaspora û Dîasporaya Kurdî

Motora ”Dîasporayên Kurdî” kî ne?
Wêjeya Kurdî li Swêdê bûye bingeha Dîaporaya Kurdî li tevahîya cîhanê û ew alîkarîya ”Dîasporaya Kurdî” bike û wê bihêztir bike?
Dîaspora bi çi awayî dikare beşdarî xebatên pêşkeftinê li welatê jêderê bibe?
Dîaspora beşek ji armancên nû yên pêşkeftina cîhanî ya Neteweyên Yekbûyî ye?

7.1 Peyva”diaspora”

Peyva”diaspora” koka xwe ji gotina yewnanî ”diaspeiro” digire û wateya wê belavbûn e. Lê kurd peyva diaspora mîna dîyaspora dinivîsînin. Rastnivîsîna peyvê “dîaspora” ye. Peyva dîaspora bi xwe ji du peyvên yewnanî “speriro” û “dia” li jor (over bi îngilizî) tê. Bi gotineke din peyva diaspora di eslê xwe de bi zimanê yewnanî ye. Dîaspora tê wateya “belavbûn” an “li sirgûn bûn”. Dîaspora bi serê xwe têgîneke pêşketin û şîroveyeke nû ye ji bo kurdan. Divê ”Diasporaya Kurdî” ji alîyê rêxistinên civîl ve bihê avakirin û organîzekirin. Li gorî dîtineka din dîyaspora ji etîmolojîya Yewnanî ”dia”, du peyvên ”ji” û ”speirein” ji bo jihevbelavbûnê hatîye bikaranîn.

Peyva ‘civil’ bi latînî ”civilis” (civis) ’hemwelatî’, ku ew behsa hemwelatîyên sîvîl dike, ne yên leşkerî û dewletê. Sîvîl (bi latînî “civilis”) sivîlên sivîl, ne leşkerî û ne ola organîzekirî. Dîaspora têgehek e ku bi gelemperî ji bo danasîna hemî komên koçberan ên ku li welatekî ji bilî welatê jêderê bi cih bûne lê ji ber berjewendîyê têkilîya xwe bi welatê jêderê re didomînin tê bikar anîn (Olsson (2016).

Kurdistan yekemîn rojnameya bi Kurdî ku di navbera 1898 û 1902an de ji aliyê Midhad Bedirxan ve derdiket. Navê rojnameyê Kurdistan bû û bandora wê piştre li Ewropayê jî ji bo Dîasporaya Kurdî hebû. Xwendekarên Kurd li Ewropayê rêxistina xwe avakirin.
Li gorî Omer Şêxmûs, Komela xwendekarên Kurd ya yekemîn li Ewropayê, Lozana Swîsreyê hat damezrandin. Di Çileya sala 1949an de, li ser navê ”Komela Xwedevanên Kurd li Ewropayê” – Komeleya Xwendekarên Kurd ên Ewropayê ji alîyê şeş Kurdên ji herêmên cûda ve hatîye damezrandin. Dr. Nûredîn Zaza û Îsmet Şerîf Vanlî (Ji bo Roava/ Kurdistana Sûrîyê, lê ew ji Bakur bûn). Ebdulreman Kasimlo û Ehmed Kasimlo (Ji bo Rojhilatê Kurdistanê) û Abdullah Kadir û Şewket Arawî ji Kurdistana Iraqê. Bi taybetî, bi sendîkaya xwendekarên navneteweyî re ku di 1946an de li Pragê hatî damezrandin, bi çalakîyên vê sazîyê Ewropî ji dîrok, çanda kurdî û rewşa kurdan dihat agahdarkirin.

7.2 Teorîyên cûda û pêvajoya dîaspora
Doçent. Dr. Enrique Perez (1997) mamostayekî payebilind yê xebatên civakî ye li zanîngeha Malmö û ew behsa peyva diaspora dike. Peyv bi eslê xwe Yewnanî ye û bi rastî tê wateya belavbûnê. Lê di wateya mecazî de dîaspora têgehek e ku di eslê xwe de behsa komên olî dike, yên ku neçar mane koç bûne û belav bûne; li welatên cûda yên cîhanê.
Prof. Dr. Erik Olsson (Erik (2016) Koçberîya Navneteweyî û Têkilîyên Etnîkî li Beşa Antropolojîya Civakî ya Zanîngeha Stockholmê ye. Ew di wê bawerîyê de ye ku têgîna ”diaspora” ji bo danasîna komeke koçberan tê bikaranîn ku ew li welatekî din dijîn lê dîsan jî bi welatê xwe ve girêdayî ne.
Diasporaya kurdan tevgereka dernetewey û ji bo welatê xwe hevpar e. Koiberi seferberıö ragıhandın u globalbuna we dıyar e. Alinia, M. 2007; Bruinssen, M. van, 1999; Wahlback, Ö. 1999; Moscow, A. 1996)
Prof. Paul Gilroy (1993) rexnegirê têgeha dîasporayê ye. Civak mirovî/ê diafirî, çêdike. Li gorî wî di dîasporayê de hizr û ramanên koçberîyê bêbandor in. Nasname, hizr û kesanetîya mirovî dikare bi demê re biguhire û formên nû biafirîne. Teorîyên Gilroy yên li ser nijad, nijadperest û çanda neteweyî di şekildana tevgera sîyasî de pir balkêş in.
Antropologê civakî yê Norwêcî Thomas Hylland Eriksen (1996) li ser tevgerên etnoneteweyî lêkolîn kirîye, ku ew van komên etnîkî yên salên 1990î di medyaya nûçeyan de navdartirîn komên etnîkî ne û di nav wan de Kurd, Sikh, Filistînî, Srî û Tamîlên Lankayê hene. Ev kom û serokên wan ên ku îdia dikin ku mafê wan ê dewletên xwe hene û divê ji alîyê kesên din ve neyên birêvebirin. Cohen li ser pîvanên Safran-ê ye, lê hewl dide ku wê nuwaz bike da ku ew komeka mezin a koçberan bihewîne û ne tenê yên ku bi zorê koçberî bûne.
Diaspora zêdetir dibe Cohem, R. (2008; Eliassi, B. 2010; Wahlbeck, O., 1999; Hasanpour û Majab 2006; Alinia, M. 2004: Ember, M. û Skoggar, 2005; Mcdowall 2004; Van Bruinssen, M., 1992/2000; D´ Angelo, A., 2008; Cfifford, J., 1994; Butler, K., 2001).

Mead G. H. (1934/1974; E.C. Cuff & G.C. F. Payne, 1979; Yilmaz, M., 2017) tê wateya ku mirov perçekirîye û ”ezbûn” digel kesên din û bi civakê ve dijî. Li gorî Mead ji teorîya sosyalpsîkolojîyê re dibêjin sembolîtîya înteraktionîzmê. Bi gotineka din, întersubjektîv, taybetîya hebûnekê çend ku ji alîyê kesan ve tê zanîn an jî têgihîstin. Danûstandin di navbera subjekt û objektê de pêk tê û düvre dikare dibe întersubjekt. Wateya rastîya civakî ya întersubjektê (navsubjektîf) çi ye? Çi wateya
Întersubjekt çi ye? ”Ez hatime perçe kirim û kesitîyên din, ji bo min girîng in, ketine hundirê min.” Li gorî Mead peyva ”Ez” (subjekt, bi îngilîzî ”I”) nasnameya hundirî ye. Ev nasnameya hundirî subjekt e. Lê ”a/ê min” (objekt) nasnameya social (objekt, bi îngilîzî ”my”) e. Li gorî Mead (1974) ji teorîya sosyalpsîkolojîyê re dibêjin sembolîtîya înteraktionîzmê. Danûstandin di navbera subjekt û objektê de pêk tê (Yilmaz, Maruf, 2017)
Geoge Herbert Mead, Kant, Hegel, Fichte, Habermas, Popper, Husserl, Deleuze, Ponty, Granberg…

Ew çend komên dîasporayê yên cihêreng ên ku divê hemî di pîvanên wî de cih bigirin ev in:

  1. Koçberîya ji welatê xwe, bi serpêhatîyên trawimatîk.
  2. Koçberî ji bo kargeran.
  3. Bîranîneka kolektîf û efsaneya li ser welat, çand, dîrok û tevkarî.
  4. Îdealîzekirina welat û hesta erka hevpar ji bo parastina nasnameya çandî, civakî û zimanî…
  5. Pêşxistina tevgereke vegerê ya bi komî hatîye qebûlkirin.
  6. Hişmendîya etnîkî ya bihêz ku di heyameka dirêj de hatîye parastin û li ser bingeha hesteka taybetmendî/cûdabûn, dîrokeka hevbeş û bawerîya çarenûseka hevbeş.
  7. Di qebûlkirina piranîya civaka ku mirov tê de dijî de zehmetîyan hîs bike.
  8. Hestê hevgirtin û hevgirtinê bi kesên ji heman etnîkî re.
  9. Li welatên ku mirov lê dijîn bi toleranseke ji pirdengîyê re îmkana jîyaneke cihêreng, afirîner…

Prof., antropolog Arjun Appadura (1996) bawer dike ku dîyaspora di derbarê mesafeya dûr, sirgûn û veqetînê de ye ku her tim pirsgirêkeka vegerê heye. Dîaspora û wêjeya Kurdî bi hevre ne û ji hev cûda nabin.

Fırat Cewerî nivîskarêkî jîr û wî kovara Nûdem derdixist. Gelo çima gazî wî nekirin?
Roja Nû/Komkar, Nûdem û weşanên kurdî yên din li Swêdê edebîyata kurdî li cîhanê belav kirin. Wêjeya Kurdî (lîteratura kurdî) û kurdîya wê li Swêdê li cîhanê belav bû û bû sedemê jinûva zayîna Dîasporaya Kurdî li cîhanê. Wêjeya Kurdî bi koçberîya sîyasî ve girêdayî ye. Dîaspora û wêjeya Kurdî bi hevre ne û ji hev cûda nabin. Taybetmendîya sereke ya ku kurdên Swêdê ji dîasporayên din cûda dike ew e ku ew pir di bin bandora nirxên demokratîk ên cîhana postmodern ya Swêdê de ne û xwedî perspektîfên berfireh in. Kurdên Swêdê ziman û çanda kurdî li cîhanê belav kirin û dan pejirandin. Bandora demokrasîya Swêdê ya postmodern li nivîskar, rewşenbîr û sîyasetmendarên Kurd bû û ji lewre ew hatin guhartin, tiştên nû fêrbûn, lê kes jî wekî xwe man. Avakirina nasnameya kurdî û çawanîya wê pir girîng e. Divê dîaspora di qada navneteweyî de hebe û rola xwe bileyîze: Parastina zimanê kurdî û perwerdeya wî li Dîasporayê şerta pêşîn e. Heyîna me ziman e. Em bi zimanê xwe hene. Piştî ziman, em bi çand û awayên jîyana xwe hene. Dûvre… Qada derneteweyî, têkilîyên dersînorî pir girîng in.
Dîaspora mîna pergalek çalakîyê ye, mirov dikare wekî tevgera civakî ya transneteweyî lê mêze bike…Çalakîyên kolektîf, bi hevre bixebite, nasnameya dîasporîk û pirs / pirsgirêkên xwendekarên Kurd li Ewropa û qata navneteweyî hebin. Bi ya min Wêjeya Kurdî alîkarîya dîasporaya kurdî dike û wê bihêztir dike. Wêjeya Kurdî li Swêdê bûye bingeha Dîaporaya Kurdî li tevahîya cîhanê. Wêjeya Kurdî (lîteratura kurdî) û kurdîya wê li Swêdê li cîhanê belav bû û bû sedemê jinûva zayîna Dîasporaya Kurdî li cîhanê. Wêjeya Kurdî bi taybetî dîaspora û koçberîya sîyasî ve girêdayî ye. Di fotografên jêrîn de du nivîskarên kurd ên li Swêdê hene; Mehmed UZUN û Firat CEWERÎ û ji bilî wan jî em Celîlê CELÎL û Shahînê Bekirê SOVEREKLÎ dibînin. Zêdebûn, pirbûna nivîskarên kurd roleka mezin naleyîze, tenê kavalîteya berhemên wan û kapasîteya wan dikare rolekê bileyîze.

  Mehmed UZUN                    Firat CEWERÎ                   Mehmed  UZUN    Shahînê B. SOREKLÎ  Celîlê CELÎL

7.3 Dîasporaya Kurdî Ji Wêjeya Kurdî ne cûda, ew bihevre ne

Zehmet e ku mirov wêjeya kurdî ji dîasporaya kurdan cûda bike, ew bi hev re ne. Ehmedê Xanî bi Mem û Zîna xwe bingeha kurdayetîyê danîye. Ev mînak ji bo me girîng e. Ehmedê Xanî, Şerefxan Bîtlisî, Hecî Qadirê Koyî, Mele îsmaîl Bayezîdî, Celadet Alî Bedirxan û malbata Bedirxanîyan bûn kapasîteyên Dîasporaya Kurdî afirandin. Ninûneyeke din: Prof. Qanatê Kurdo jî li Dîasporayê bû û ji bilî wî jî zanayên Sovyeta berê û yên niha bûn kapasîteyên Dîasporaya Kurdî. Ji ber ku ew dikaribin xwe biguhirînin, hizrên nû, ramanên nû û tiştên nû fêrbûn. Ji ber vê yekê ew bûn rewşenbîrên neteweya xwe. Ji Ewropayê mînakên pêvajoya dîasporaya Kurdî pir in, yek ji wan Dr. îsmet Şerîf Vanli ye, wî ji bo dîasporaya kurdî xebateke hêjatirîn kirîye. Divê em xwedî li nivîskarên dîasporayê derbikevin daku keda wan wenda nebe. Ji ber ku derketin û weşandina pirtûkên wêjeyî, çandî û civakî / dîrokî alîkarîyeke mezin didin tevgera kurd û wê bihêzir dikin. Kamuran Bedirxan, Îsmet Şerîf Vanlî û Hemreş Reşo li dijî komkujîya rejîma Baas ya sala 1969ê ji bo Başûrê Kurdistanê dest bi lobîyê kirin. Dîasporaya Kurdî hê di salên 1950î de li Ewropayê hebû. Mînak: Di sala 1956ê de Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropayê hat damezrandin. Di vê komeleyê de Dr. Abdurrahman Qasimlo, Saleh Bedreddîn û Hemreş Reşo çalak bûn. Şeş kurd: Îhsan AYSOY, Kendal NEZAN, Yılmaz GÜNEY, Abdurraman QASIMLO, CIGERXWÎN, Hamit BOZARSLAN.

Kurd ji despêka salên1960î dest pêkirin, hatin Swedê ji bo ku ji xwe re kar bikin. Lê Kurdê ewilî Mîrza Seîd e ku ew di sala 1893an de ji Kurdistanê hat Swêdê û dûvre hin kesên din jî. Di salên 1970î- de, bi taybetî di dema darbeya 1971ê de hin kurdên Bakurê Kurdistanê hatin Swêdê û li vir man. Di sala 1980î de darbeya leşkerî li Tirkîyê çêbû, kurdên sîyasî revîyan derveyî welat û hin ji wan hatin Swêdê. Kurdên sîyasî, komeleyên cûda, Federasyon, pirtûkxane û weşanxaneyên kurdî damezrandin û alîkarîya dewleta Swêdê wergirtin. Di sala 1983an de bi hawayekî fermî bi daxwaza wezareta Zanîngehên Swêdê beşa mamosteyên kurdî vebû û xwendekarên kurd ji Bakurê Kurdistanê hatin Swêdê û li Swêdê xwendinên bilind xwendin, qedandin û vegerîyan welatê xwe. Di wê demê de Salîh ÎNCE serokê Federasyona Komeleyên Kurdistanê bû û serokê projeya beşa kurdî bû.
HIN BÛYERÊN KU BINGEHA KURDAYETÎ DANÎN, EV IN:
Şerefnameya Şerefxan BÎTLÎSÎ (1597)
Eposa neteweyî ya Ehmee XANÎ Mem û Zîn (1651-1707), Rojnameya ewilî ”Kurdistan” di sala 1898ê de derket û bandora wê heta niha jî heye. (Rola kurên Bedirxan-Abdulreman Paşa û Midhat Bedirxan hebû). Mîr Celadet BEDIRXAN: Alfaba HAWARÊ, Kovara Hawar (sal 1932), Ronahî (1942-1944), Roja Nû (1942-1945), Kamuran BEDIRXAN…Qanatê KURDO jî zimanzan û akademîkarekî mezin bû û niha cihê wî vala ye. Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropa. Ev komele di sala 1956an de hat avakirin. Ji bilî van hersêyan jî ev jî girîng in: Tealî Cemîyetî, DOZA 49´an (50 kurd hatibûn girtin, yek ji wan mir, 49 kes man), DOZA 23´an, DOZA DDKO…). Rîya teze di sala 1930î dest bi weşanê dike. Navbenda lêkolîna kurdî 1948 / Bullentin du Centre studes Kurdes 1948… Yekitîya Xwendekarên Kurd li Ewropayê. Nizamettîn Kaya di sala 1965ê rêxistina HEVRA damezrand. Omar Sheikhmous, Kemal Burkay û gelekî kesên din têkilîyên xwe bi HEVRA danîbûn ji ber ku rêxistineke rewşenbîr û sîyasî bû. Hemreş Reşo rêxistina BAHOZ damezrand û wî jî dest bi weşandina kovara ÇÎYA (li ba min heye) kir. Kovara HAWAR ji nû ve çapkir. Kamuran Bedirxan, Îsmet Şeref Vanlî û Hemreş Reşo li dijî qetlîama rejîma Baas a sala 1969’an protesto kirin û ji bo Başûrê Kurdistanê dest bi lobîyê kirin. Hersê jî li Ewropayê dijîyan.

7.4 Rastîya Ekola Swêdê ya sala 1980

 RoJEN BARNAS     MEHMED UZUN           FIRAT CEWERÎ            MAHMUD BAKSÎ   MAHMUD  LEWENDÎ

MEHMED MALMISANIJ MEMO YETKÎN ROHAT ALAKOM

7.4. Ekola Swêdê, nivîskarên li Swêdê

Di nivîskarîyê de kapasîteya afirandina edebîyata bedew pir girîng e. Ehmedê Xanî ji mîlyonan zêdetir e. Mehmed Uzun jî bi etîka hunerî, fîksîyona hunerî û bi nirxên xwe ve mohra xwe li dîrokê xistîye û derbasî nav rûpelên wê bûye. Hemû nivîskar/mirov wek hev bi qîmet in, lê xwedî kapasîteyên cûda ne. Erka nivîskar ew e ku li ser hunera edebîyata bedew meraq bike. ”Civaka jor” bi xwe-rêveberîyê ku xwedî kapasîteya ramana hunerî ye. Qîmeta hunerî û nirxên bilind nivîskar e. Kapasîteya ku efsaneyê bi wate dike, nivîskar e. Fîksîyon/edebîyata bedew di xebata polê de beşdarî jêhatîya exlaqî dibe. Fîksîyon di heman demê de bandorê li hestên me dike û me dike ku em jîyanên ku me qet nejîyane biceribînin û di heman demê de gerdûnê berfireh dike da ku em xwedî perspektîfeka berfirehtir bin ku em pê re têkildar bin ((Persson 2007, r.132). Divê roman herikbar bin helbet Persson jê haydar e, xuya ye ku ev motîvasyon ji hawayê ku em mirov pêşde diçin, hinek bi ferdî û hinek jî weke hevwelatîyê.

Magnus di berhema xwe ya bi navê The Good Book (2012) de dibêje ku sedema bingehîn a ku em di dibistanê de edebîyata bedew dixwînin ev e ku ew wekî tiştek eşkere baş tê hesibandin, ku li ser edebîyata baş efsaneyek heye. Ew li ser vê yekê dibêje: ”Edebîyat baş e û bi xwendina wê hûn baş dibin. The Myth of the Good Edition (2012.

Li gorî lêkolîna Hugh Hauder (2006: 162–164), Kant, Bacon, Hume Jefferson û Hegel di edebîyatê de xwedî têkilîyên însanî û rewşenbîrî ne û dixwazin şaristanîyê bi dest bixin û prîmîtîvîzmê kêm bikin. Hauder di pirtûka xwe de behsa teorîyên Frant Fanon ên derbarê emperyalîzma rojavayî û gelên bindest dike. Fanon (1995) dibêje ku divê zordestî li Afrîkayê pêk were da ku li ber xwe bidin û mirovên reşik xwe di çavên mırovên spî de piçûk nebînin.”
Wêjeya Veguherîn çi ye
Wêjeya baş
Wê demê edebeyata bedew baş çi ye? Em çima literatura bedew dixwînin?
Pêdivîyên kalîteya edebî, divê di her nivîskarî de hebin. Her ku ez dixwînim, ez girîngtir dihizrim ku ev kalîteyê bûye.
Kalîteya romanê yan çîrokê çi ye?
Bi rastî kalîteyê çi ye?
Wêjeya kalîteyê çi ye?
Kalîte û girîngîya pirtûkekê çawa tê nirxandin?
Li gorî Daîreya Perwerdehîyê ya Swêdê ev e:
-Tecrubeyan pêşkêş dike.

  • Zanînê dide şagirdan.
    -Zimanê takekesan pêş dikeve, dewlemendtir dibe.
    -Nasnameya kesane pêş dixe û hizrên nû diafirîne.
  • Nasnameya çandî xurtir dike.
  • Naskirina mîrata çandî peyda dike.
  • Zanînê dide û bi vî awayî têgihiştinê, sempatîya cihêrengîya çandî dide.
  • Adetên xwendinê yên baş pêş dixe.
    -Li dijî nirxên nedemokratîk tevdigere.
    -Xwendekarên empatîk, tolerans û demokrat diafirîne.
  • Di derbarê edebîyat, dîroka edebî û termînolojîya edebî de zanyarîyan dide – û zanîna weha xwendekar dike xwendevanek çêtir (Persson 2007, 123 – 137).

Di lêkolînê de, modelek ji bo cûdahîya di navbera cîhana xeyalî de pêk tê û ya ku em di jîyana rojane de diceribînin, tê pêş xistin, cûdahîyek ku dikare xwendevanekî /xwendevaneka kurd veguhezîne.

Romana cîhanê ya yekemîn ye û ew xanima dadgehê Murasakî Şîkîbü ve hatîye nivîsandin. Mîra Dadgehê (Xanima dadgehê)

Romannivîskara pêşîn a cîhanê Murasaki Suikibû bû. Ew Japanî bû û ev romana wê bû bingeha tradîsyona Japanî. Suikibû di sala 937an ji dayîka xwe dibe û di sala 1016an de diçe ser dilovanîya xwe.
Dayîkbûn: 973, PZ, Helan-Kyoo
Mirin: 1016, Kyoto, Japan
Mêrê wê: Fujiwara No Nobutaka (gelekî jinên mêrê wê hebûn).

Di romanê de çi tê gotin?
Di romanê de çawan tê gotin? Perspektîfa vegotinê çi ye? Di romanê de kî çi dibëje û çıma dibêje?

Çend pêvajoyên romanê hen mîmak:
Plankirîna nivîsîna romanê. Divê nivîskar ji xwe re rêbazekê bibîne. Metodekê bibîne.
Pêvajoya duhem: avakirina karekter û kesayetîyan. Divê Lehengên hundirî xwedîyê jîyana xwe ya taybey bin û lehengên din cûda bin.
Divê nivîskar karekteran avabike, wisan:
a) Monologê hundirî ango monologa hundirîn
b) Karekterên danûstandin û bûyeran
c) Paşbingeha bûyer û karekteran
d) Divê nivîskar pirtûk û berhemên cûda bixwîne

Pêvajo:
1.Divê nivîskar dîyalogê bikarbîne.
2.Dîyaloga rasterast û ne rasterast
3.Dîyaloga ne rasterast
4.Dîyaloga sembolîkê

Lîsteya romanên kurdî: 960
Erebê Şemo, Şıvanê kurmanca 1935
Dimdim 1966
Elîyê Evdireman, Xatê Xanim
Gundê mêrxasan
Şer di Çîya da
Hecîyê Cindî, Hewar 1967

Ez bi dilxweşî romanên Mehmed Uzun, Firat Cewerî û Şahînê Bekirê Soreklî, (1987) dixwînim.

Nivîskarên li Swêdê

Sala 1980î

Di sala 1960î de Mehmed Emîn Bozarslan bi dest nivîna kurd kir û piştre Rojen Barnas di sala 1970î de dest bi nivîsa kurdî kir.

Di sala 1980î de ev kesan nivîsîn: Ahmed Cantekîn, Ahmed Tigrîs, Brîndar, Firat Cewerî, Hesen Mizgîn, Kemal Burkay, Mahmud Lewendî, Malmisanij, Maruf Yilmaz, Mehmed Uzun, Nûrî Şemdin, Reşo Zîlan, Rohat Alakom, Sebrî Şexmixî…

Sala 1980î

Malmisanij (1988: 16, 17) wisan neql dike: ”
Ahmed Cantekîn, Ahmed Tigrîs, Brîndar, Firat Cewerî, Hesen Mizgîn, Kemal Burkay, Mahmud Lewendî, Malmisanij, Maruf YILMAZ, Mehmed Uzun, Nûrî Şemdin, Reşo Zîlan, Rohat Alakom…
Di sala 1960î de Mehmed Emîn Bozarslan bi dest nivîna kurd kir û piştre Rojen Barnas di sala 1970î de dest bi nivîsa kurdî kir.

Sala1990î
Aram Gernas, Arif Zêrevan, Bavê Barzan, Bûbê Eser, Celadet Çeliker, Cemal Batun, Fatma Bozarslan, Gabar Çîyan, Haluk Ozturk, Haydar Diljen, Hesenê Metê, J. Espar, Laleş Qaso, Lokman Polat, M. Alî Kut, Mehmed Dehsiwar, Mîrhem Yîgît, Mustafa Aydogan, Mustafa Dûzgûn, Mustafa Uzun, Mûnzûr Çem, Murad ciwan, Osman Aytar, Saîd Îzzet Gûven, Sûleyman Demîr, Şerefxan Cizîrî, Zinarê Xamo, Zinar Soran…”

Sala 1990î
Mustafa Aydogan pir dereng dest bi nivîsîna kurmancî kir. Berhema wî ya ewilî ev e: Pêlên Bêrîkirinê, Nûdem, 1997. Hesenê Metê piştî jî sala 1991ê berhema xwe ya ewilî nivisî. Berhema wî ya ewilî ev e: Smîrnoff, WELAT, Stockholm.
Hesenê Metê (1957) ji Erxanîya Amedê ji dayîkê dibe. Ev bi qasî 37 salan e ku ji wan deran dûr e, ji 1983an ve li Swêdê dijî. Novela wî ya bi navê ”Mêrxasî” di sala 1987, hejmar 17an de çap bûye (yanî ne pirtûk).
Ew kesên ku ”Ekola Swêdê” ya sala 1980 û heta 1990î (1980-1991) înkar dikin, ew kes mirovahîyekê tune û wenda dikin; çandekê wenda dibe. Mafê berpirsyarekî/e sazî û komeleyeke kurd tune ye, ku ji bo bilindkirina xwe û berjewendîyên xwe, mîrasa çanda kurdan înkar bike. ”Di pêvajoya (proses) weşana Nûdemê de Firat Cewerî kovareke xwerû werger bi navê NÛDEM WERGER derxist û weşanxaneya Nûdemê ava kir. Bi rêya weşanên Nûdemê wî nêzîkî sed berhemên kurdî pêşkêşî kitêbxaneya kurdî kirine. Herweha wî kovara HAWARê ku bingehê edebîyata kurdî ya nûjen e, ji nû ve civand û wek du cildan çap kir…”
Di nav romannivîserên kurd ên Swêdê de Mehmed Uzun û Firat Cewerî bi pîvanên teknîka romanan dinivîsîn. Hejmara pirbûn û zêdebûna nivîskarên kurd ên Swêdê ne girîng e, kapasîteta wan û hunera wan girîngtirîn e. Ez behsa Mehmed Emîn Bozarslan nakim ji ber ku wî mohra xwe li dîrokê xistîye û her kurdekî rewşenbîr an nivîskar wî nas dikim. Mehmed Uzun jî mohra xwe li dîrokê xistîye.
Mehmed Uzun, Rojek ji rojên Evdalê Zeynikê Orfeus 1987
Mehmed Uzun Tu, Dengê komal 1984
Mehmed Uzun, Mirina Kalekî Rind Orfeus 1989
Mehmed Uzun, Bîra Qederê Sara 1995
Mehmed Uzun Ronî mîna evînê tarî mîna mirinê Avesta 1998
Mehmed Uzun, Hewara Dicleyê Avesta 2001

Xelata Edebîyata Kurdî ya li Dîasporayê, Layîqê kê ye?
”Dîasporayên Kurdî” li Swêdê bûye bingeha Dîaporaya cîhanê û li cîhanê belav bû. Lewma edebîyata kurdên Swêdê bû sedemê jinûva zayîna Edebîyata Kurdî li cîhanê. Firat Cewerî nivîskarêkî serbixwe, azad, bixwe ve girêdayî û ne koleyekî sîyasî ye. Wî kovara Nûdem derdixist û di ber de jî kovara HAWAR ji nû ve çap kir. Bi hawayî “Wêjeya Kurdî ” ya li Swêdê li cîhanê belav bû û bû sedemê jinûva zayîna edebîyata Dîasporaya Kurdî li cîhanê. Dîaspora û wêjeya kurdî bi hevre ne û ji hev cûda nabin.
Herkes dikare dîtina xwe bibêje û ez jî dikarim dîtina xwe şirove bikim. Mehmed UZUN, Mahmud Baksî û Firat Cewerî sê navên sereke yên romannivîskarên dîasporaya Kurdî li Swêdê ne. Mehmed Uzun û Mahmud Baksî herdu jî çûn ser dilovanîya xwe, tenê Firat Cewerî ma. Ez dîtina xwe rasterast dibêjim. Tu kurdekî Bakur li Swêdê bi qasî Firat Cewerî ji Edebîyata Kurdî re zehmet ne kirîye. Lewma Xelata Edebîyata Kurdî ya li Dîasporayê, layîqê Firat Cewerî ye. Min dîtina xwe ji serokê Federasyona Komeleyên Kurdistanê Berzan Kockaya re jî got. Desteya AKADEMÎYA KURDÎ LI STOCKHOLMê biryar wergirt ku her sal xelata Edebîyata Edebîyatê bide kurdekî BAKUR.
Ehmedê Xanî bi Mem û Zîna xwe bingeha kurdayetîyê danîye. Ev mînak ji bo me girîng e. Ehmedê Xanî, Şerefxan Bîtlisî, Hecî Qadirê Koyî, Mele îsmaîl Bayezîdî, Celadet Alî Bedirxan, Qanatê Kurdo, îsmet Şerîfvanli Nuredin Zaza û malbata Bedirxanîyan bûn kapasîteyên Dîasporaya Kurdî li Swêdê. Firat Cewerî da ser rê û şopa Celadet Bedırxanî û qet ji cihê leneqîye. Bi pênûs, huner û nivîskarî û xebatên xwe layîqê ”XELATA CELADET BEDIRXAN E”… Celadet Bedirxan bi karûbarên akademîk û zanistîyê ve jî mijûl dibû. Ew zanistvan, zanyar, akademîkar, mirovê zana û zimanzan bû. Min hemû romanên Firat Cewerî bi şadî û xwestekê xwendin. Ji nav romanên wî, romana herî balkêş; “Ez ê yekî bikujim” e.
Di romana kurdî de ”Ez ê yekî bikujim”, romaneka hesta hundirîn û psîkolojîk e. sê karekter di romanê de hene, lê hersê jî ji cîhanekê ne.
Fîksîyon dikare civakê biguherîne û dikare bi kûrahî bandorê li me bike. Hema hema hemû romanên Firat Cewerî ji hêla karekterên xwe yên sereke û karakterên piştgir ên sereke ve dihêne xuyankirin. Firat Cewerî di vê romana xwe de behsa kesayetîyên kurd ên jibîrbûyî dike. Ev roman wergeraye gelek zimanan: tirkî, farisî, Îtalî, swêdî, zaravayê soranî, almanî û niha jî îngilîsî. Mîjara serek ”bîr” e û bi rengî ji romanên din cûda dibe. Kar û xebatên Firat Cewerî divê nayê jibîrkirin û paşguhkirin. Mînak: girêdana xebata wî bi kevneşopîya kurdî, Celadet Alî Bedirxan, kovara Hawarê, bîranîn, kok, û bi xwe afirandina stîla edebîyata kurmanjî, Kovara Nûdemê û têkilîyên piralî yên xebatên wî bi mîrateya çanda kurdîya rojane û bi zimanê nivîskî re heye.
Têgeha ”dîaspora” bi gelemperî ji bo danasîna komeka koçberan dihê bikar anîn ku li welatek ji bilî welatê jêderê dijîn, lê hîn jî bi wî welatî ve girêdayî ne û Firat Cewerî mîna wan bi welatê xwe girêdayî ye. Dîaspora peyveka yewnanî ya ku dihê wateya belavbûnê, lê şiroveyên din hene. Mînak: komên nifûsa neteweyî yên belavbûyî. Dîaspora têgehek ji bo Firat Cewerî ku li derveyî qada erdnîgarîya xwe dijî ku ew di komê de wekî welatê xwe hest dike û dijî. Firat Cewerî bê tawîz, serbixwe û bi xwe ve girêdayî pênûsa xwe ji bo armanca hunera edebîyata gerdûnî û giştî bikaranî û hemû civakên kurd hembêz dike. Naveroka berhemên Firat Cewerî bi tevahî bi armancên hunerî, fîksîyonî, xeyalî û rastî ne, lê ji rastîyê zêdetir rasteqînî ne û ew kesên ku romanên wî dixwînin dibêjin qet bûyerên rast in.

Encam
Firat Cewerî li Swêdê xebata Celadet Alî Bedirxan ji nû ve aktîv kir û wî Hawar xiste rojevê lewma divê Firat Cewerî Xelata debîyatê ya Celadet Alî Bedirxan-Kovara Hawarê werbigire.

Kitêbên Firat Cewerî (Ev lîsteya hanê me ji Firat wergirtîye):

1- Êrîs Dikin, (helbest) 1980, Swêd
2- Mezin Dibim, (helbest) 198, Swêd
3- Dê Sêrîn e, (helbest ji bo zarokan) 1983, Swêd
4- Girtî, (çîrok) 1986, Swêd
5- Kevoka Spî, (çîrok) 1992, Weşanên Beybûn, Ankara
6- Kultur, Huner û Edebîyat, (gotar û hevpeyvîn) 1996, Swêd, Nûdem
7- Gotinên Navdaran, (aforîzma) 1995, Swêd, Nûdem
8- Çîroka Malbata Evdo, (çîrokek bi kêşasan) 1999, Swêd, Nûdem
9- Li mala mîr Celadet Alî Bedir-Xan, (dîyalog) 1998, Swêd, Nûdem
10- Pêlên derya reş, (gername) 1997, Swêd, Nûdem
11- Romanseke çilmisî, (çîrok) 2002, Swêd, Nûdem
12- Antolojîya çîrokên kurdî . 2003, Swêd, Nûdem
13- Payıza dereng, (roman) 2005, Swêd, Nûdem
14- Ez ê yekî bikujim, 2012, avesta, stenbol
15- Lehî, 2013, Avesta, Stenbol.
16- Maria melekek bû, 2014, avesta stenbol

Wergerên Firat Cewerî:

  1. Dostojevsky, (Sevên Spî), 1993, Swêd, Nûdem
  2. John Steinbeck (Misk û Mirov) 1993 Swêd, Nûdem
  3. Çexov (Bexçeyê Vîsne), 1995 Swêd, Nûdem
  4. Samuel Beckett (Li benda Godot) 1995 Swêd, Nûdem
  5. Yasar Kemal (Dara hinarê ), 1998 Swêd, Nûdem
  6. Sartre (Dîwar) Swêd, Nûdem
  7. Astrid Lindgren (Emîl li Lönneberga) 2000 Swêd, Nûdem
  8. Astrid Lindgren (Sûmîyên Emîl yên nû) 2000 Swêd, Nûdem
  9. Astrid Lindgren (Emîl hê jî li Lönnebergayê dijî) 2000 Swêd, Nûdem
  10. Barbro Lîndgren (Çîroka apoyê hûrik) 2000 Swêd, Nûdem
  11. Henning Mankell (Hingura êvarê) 2002 Swêd, Nûdem
  12. Gunilla Bergström, (Birek bive ye Alfons Oberg) 2002, Swêd, Nûdem
  13. Gunilla Bergström, (Alfonsê şûm) 2002 Swêd, Nûdem
  14. Gunilla Bergström, (Alfonsê diz) 2005 Swêd, Nûdem
  15. Gunnar Ekelöf, (Zimanekî zindî wernegerîne yekî mirî) 2005
  16. Gunnar Ekelöf (Mîrê Emgionê) avesta, 2017, stenbol
  17. Hjalmar Söderberg (Doktor Glas) avesta, 2017, stenbol
  18. Edîth Södergran (Welatê tune) avesta, 2018, stenbol
  19. Pär Lagerkvist (Barabbas) avesta, 2018, stenbol

Kitêbên Firat Cewerî ên bi tirkî:

  1. Geç Bir Sonbahardı, Roman, Eveset yayınları, 2014 İstanbul
  2. Birini Öldüreceğim, Roman, Eveset yayınları, 2014 İstanbul
  3. Lehî, Roman, Eveset yayınları, 2014 İstanbul
  4. Maria Bir Melekti, Roman, Eveset yayınları, 2014 İstanbul
  5. Solgun Romans, öykü, Eveset yayınları, 2014 İstanbul
  6. Karadeniz Dalgaları, gezi, dara yayınları, 2018 dîyarbakır
  7. Mir Celadet Bedirhan’ın Evinde, Roman, Dara yayınları, 2018 dîyarbakır
    Kitêbên Firat Cewerî ên bi swêdî:
    Jag kommer att döda någon, förlaget storge, 2018
    Kitêbên Firat Cewerî ên bi farisî:
    1- Kevoka spî
    05-02-2023 Mehmed UZUN Mehmed E. BOZARSLAN Mehdî ZANA, Xelîl DUHOKÎ, Maruf YILMAZ

7.5 Mêjî yan motora ”Dîasporayên Kurdî” kî ne?
Em vebigerin ser motora Dîasporaya Kurdî.
,

Nasnameya Dîasporaya Kurdî sêalî ye:
Dîasporaya Kurdî, karekî çandî, zimanî û civakî ye. Dîasporaya Kurdî sêalî ye:

7.6. BIRYARÊN NETEWEYÊN YEKBÛYÎ JI BO GELÊ KEVNARE / GELE XWECIHÎ PIR GIRÎNG IN
Dîaspora Kurdî dikare ji armancên nû yên xwendin û perwerdeyên Neteweyên Yekbûyî sûd werbigire û mentalîteya xwe bigurîne. Pêwîste ku nûnêrê/nûnêra Kurd li NY hebe, lê tune ye. Divê Kurd xwe bigurînin. Divê desthilatdarîya wan li wan parve bibe û ew bihevre bibin çalak. Kurd xwedî ziman, mîrata çandî, ol, war û axa xwe ne. UNESCO di 21ê meha Sibata sala 1999ê de bi armanca parastina mafên nivîsandin û axaftina her netewe, hindiknetewe (kêmnetewe), herkesî/herkesê heye ku ew zimanê xwe azad bipeyve, bixwîne û binivîse. Gelê kurd, gelê xwecihî ye û mafê wî jî heye. Kurd bixwe jî ne demokrat in. Azadîya Ramanî (nêrîn) û Azadîya Çapemenîyê ji bo kurd û kurd jî pêwîste ku hebe. Partîyên Kurd wekî mêjî û mentalîtetê PKK ne û ew ji bilî xwe mafê jîyanê nadin kesên rewşenbîr, nivîskar, hunermend û akademîsyenên kurd. Medyaya sîyasî ya PKK/PAK/PSK/PDK/YNK jî îdeolojîk e û kurdan ji hev cûda dike. Divê em Medyaya Kurdî ya ku bixwe ve girêdayî ye, avabikin.
Peymana Konvensîyona Zarokan ya Neteweyên Yekbûyî, mafên ferdekî/ê (her zarokek) heye ku ew bi zimanê xwe perwerde bibe û nasnameya xwe nas bike (bend: bend 8, 28, 29, 30, çand bend 31). Azadîya Ramanî (nêrîn) û Azadîya Çapemenî pêwîste hebe. Li dewletên ku hindiknetewe tê de hebin, divê mîrasa kultura wan wenda nebe.

7.7 Jîngeha Dîasporaya kurdî û astên mîkro, meso, makro (astên hundirîn, astên navber û astên kollektîv, tevahî). Jîngeha dîaspora kurdî ku tê de pergalên hawîrdorê yên cihêreng hene, derdikevin nav hev û bihevre diafirin ji bo Kurdistanê. Di navendê de kesek dikare ji hawîrdorên sîyasî be. Di heman demê de ew dikare ji derdorên berê derbikevin û tiştên nû fêrbibe. Em hemî dikarin di dawîyê de bibin takekesên civakên çanda xwe ku jê re makro tê gotin. Ev sê pêvajoya nasnameya dîasporaya kurd avadikin:

  1. Asta mîkroyê (hundirîn ya kesî/kesê).
    Mîkrosîstem cîhana me ya hundirîn, malbat û derdora zarokê/a me ye. Li vir dêûbav, xwişk / bira û mirovên girîng in, bandorên xwe li me dikin û em dibin kopîya wan. Ezbûn di hundir xwe de subjekt û çalak e.
  2. Asta mesoyê an asta navîn.
    Naskirin û pejirandina qalîteya têkilîyeke navberkesî/ê bi û demê re. Bi şiklê kurdekî ku ji alîyê kesên din yên dîasporayê ve bê pejirandin.
  3. Asta makroyê.
    Pejirandin û naskirina herêma Kurdistanê, nexşe, qanûn û nirxên bingehîn ên welatê xwe bipejirîne. Asta makroyê armanca me ya herî dawîn e.

7.8 Wezaretên dîasporayê li Hindistan, Ermenistan, îsraîl, Îrland, Nigerîya…
Çima li herêma Kurdistanê wezareta Dîasporayê tune tune ye?
Li Herêma Kurdistanê wezareta Dîasporayê tune ye. Lê li gelekî welatan wezaretên dîasporayê hene. Mînak: Wezîrê derve yê Hindistanê bi diasporaya Hindistanê re kar dike. Hindistanî bi dîasporayên xwe yên li welatên bîyanî û Amerîkayê, welatê xwe avakirin û teknîka welatê xwe baştir kirin. Ninûne: 19 ji şirketên mezin yên Hindistanê bi pisporîya perwerdeya bîyanî û Amerîkayî ve hatine avakirin. Yanî 19 ji 20 şirketên sereke yên Înternetê li Hindistanê perwerdehîya xwe li Amerîka û welatên bîyanî wergirtine. Wezîrê derve yê Hindistanê bi diasporaya Hindistanê re kar dike. Wezareta Karên Derve ya Hindistanê li ser dîasporaya Hindistanê dixebite û ji dîasporayê sûd werdigire. Çend bername, bûrs, derfet, piştgirî û qanûnên wan hene ku dîasporaya Hindî pêşve dixin û xurtir dikin. Îsraîl xwedî wezareteke dîasporayê ye û wezîrekî/a dîasporayê yê/ya berpirsyar heye û ew di derbara dîasporayê de rola xwe dileyîze. Li Ermenistan û gelekî welatên din jî wezirên Dîasporayê hene. Li her welatekî dîasporabûna nasnameyên cûda hene. Dîasporaya Baxdatê ya ji Stembolê cûda ye. Dîasporaya Swêdê ji Almanyayê cûda ye. Diaspora bi naskirinê, pejirandinê ve girêdayî ye, ew awayê têgihîştina pejirandin an naskirinê ye, aîdîyeta civakê ye. Dîaspora wekî cîhçêker: Em çawa dixebitin, biserdikevin û em bi girêdayîna xwe ya neteweyî jî dipejirînin.

7.9. Kongereya “Konfederalîzma Ravenda Kurd” li Başûrê Kurdistanê

Ez damezrandin û Kongireya “Konfederalîzma Ravenda Kurd” pîroz dikim. Rêxistina Dîasporaya Kurdî avabû û wê kongreya xwe li herêma serbixwe ya Kurdistanê pêkanî. Ev kongere li Başûrê Kurdistanê di 04 – 5 2021ê de pêkhat. Konfederalîzma Ravenda Kurd bi pêşengîya Mesud BARZANÎ avabûye û ji lewre dikare rêxistineke neteweyî be. Mesud BARZANÎ mîna Şex Abdulselam û bavê xwe BARZANÎ giranîya xwe dide ser kurdayetîyê. Herçendî îbrahîm Güçlü wekî rêxistineke sîyasî bibîne û nivîsîbe jî ne wisan e. Kongireya “Konfederalîzma Ravenda Kurd” mîna Ala Kurdistan û Ey Reqîb neteweyî ye.
Em Akademîya Kurdî li Stockholmê ne. Diaspora kurdî gotûbêj dikin. Kongireya Konfederalîzma Ravenda kurd pîroz dikin. Mehdî ZANA û Dr. Sadeddin MELE mêvanên Akademîya Kurdî ne.

PKK demeke berê “Parlementoya Derveyî welat” damezrandibû û ji ber ku ew monoîdeolojîk bû, têkçû û wenda bû. Lê wekî mentalîte piranîya kurdên Bakur dişûbin PKK. Zilm û zordarî tenê ji sîstema dewletê nayê, awayê hizrandina hin kurdên ehmeq jî dikare zilma herî dijwar biafirîne. Piştgirîya Îsraîlê ji bo referanduma serxwebûna Kurdistanê ji dil bû. Nifûsa kurdên ku ji Tirkîyê hatine Ewropayê û ew wek dîasporayê tevdigerin, wek mûxalîfên Ewropî tevdigerin. Li welatên Ewropî, bi taybetî li Almanya, Swêd û Fransa, Amerîka, Brîyanîya Mezin û welatên din, nifûseka berçav a kurdan heye. Nûnerên kurdan hene û gelek sîyasetmendarên Kurd ên ku di van salên dawî de ketine parlemento û rêvebirên herêmî yên van welatan hene. Ev çalakî dikare di dîplomasîya navneteweyî de jî xuya bibe. Heta piştgirîya ji bo kurdan di dîroka NATO´yê de yek ji piştgirîyên herî mezin bû, lê di warê dîplomasîyan de kurd pir serhişk in û kapasîteya wan nizm e. Pêwîstî bi formeka sîyasî ye. Li gelek welatên Ewropayê komar in. Lêbelê, yên ku ji hêla monarşîya sembolîk ve têne rêvebirin hene. Mînak: Îngilîstan, Danîmarka û Swêd. Dewleta Swêdê demokratirîn e, lê keyayê wê yê sembolîk heye. Mesud BARZANÎ berpirsyarîyê dabû Tahîr Hewramî û wî desthilatdar kiribû ji bo Dîasporaya Kurd birêvebibe. Tahîr Hewramî jî îsmaîl Kamil desthilatdar kir û jê xwest ku ew nûnerên Konferansa dîasporaya Kurd hilbijêre. Îsmal Kamil li Swêdê dijî û ew nûnerê Tahîr Hewramî ye. Nûnerên ku hatine hilbijartin li gorî çi pîvanî hatine hilbijartin, ji bo min ne balkêş e. Lê ji bo min kapasîteyên nûnêran girîntirîn e û divê mirov analîze bike. Hin pirs dikarin ev bin:

Kongreya Diasporaya Kurdî çima li Dîasporayê çênebû?
Çima bandor û hegemonya partîyeke sîyasî li ser pêvajoyê hebû?
Sedem dikare çi be?
Çi rê, derfet û astengî li pêşîya nifşên duyemîn ya dîasporayê hene ku li dijî li dewleta xwemalî rabiweste û wê protesto bike?
Kesek li dîasporayê ”Medyaya Kurdî” çawa bikar tîne û çi bandorê li nasnameya wî dike?
Tecrûbeya kesane ya ku Medyaya Kurdî bandoreka li ser nasnameya wî, wê / wan dike, çi ye?

Bi dîtina min divê danûstandin dualî be, ango hikûmet guh bide dîasporaya xwe yek ji peyamên herî girîng e, di civakeke demokratîk de…”Kurdistan ji sala 1992an ve bû herêmeke serbixwe” Kurdistan ji sala 1992an ve bû herêmeke serbixwe, azad û li herêmê pêşketinên nû çêbûne. Em dizanin ku kurd li Başûr bi alîkarîya Neteweyên Yekbûyî, Yekitîya Ewropa, Amerîka û hêzên peymana navdewletî, herêmeka serbixwe û azad avakirin. Ez dizanin ku kurd gihîştine mafên xwe yên neteweyî. Piştî bidawîhatina Şerê Kendavê di sala 1991ê de, Neteweyên Yekbûyî û hevalbendên wê ji bo parastina Kurdên Iraqê ”pengeheke ewle”, navçeyeke qedexeya firîna balafiran avakirin. Firîna balafiran hat qedexekirin û navê wê herêmê bû ”Herêma Kurdistanê”. Divê Rêxistina Diasporaya Kurdî ji bo tevahîya kurdan be. Barzanî ne îdeolojî û ne jî îdeolojîya partîya xwe nehizre (nafikire). Barzanî şexsan weke parçeyekî ji tevahîya neteweyî dibîne.

7.10 Pêkhatina Dîasporaya Kurdî li Ewropayê

Pêkhatina Diasporaya Kurdî li Ewropayê dîyardeyeke sala 1960î ye û ji bo herçar beşên Kurdistanê ye. Di salên 1960î de kurdên Bakurê Kurdistanê dest bi hatinê kirin û hatin Almanya, Benelux, Avusturya, Swîsrê li ser bingeha peymanên nav dewletên cûda. Piştî şoreşa Îslamî ya îranê ku di sala 1979ê de çêbû û dûvre di sala 1980î de derbeya leşkerî ya Tirkîyê çêbû. Dewletên dagırker bihevre helwest digirtin; hikûmeta îraqê li dijî kurdan kampanya qirkirinê (enfal) plan kiribû û xwe amade kiribû ji bo qirkirina kurdan. Li alîyê dewleta tirk ve kampanya wêrankirin, talankirin û valakirina gundên kurdan, bi darê zorê dest pê kiribû. Di sala 1992an de bi polîtîka qirkirina sîyasî ya ”elîtên kurd” ji alîyê dewleta tirk ve hatibû organîzekirin û ketibû rojevê.

1946 Komara Kurdistanê ji alîyê îranê hat hilweşandin û gelekî kurd koçberî bûn, çûn Îraq û Sovyeta berê. Ew li wir bûn Disapora Kurdî. Di sala 1937ê de Stalîn û hevalbendên xwe kurdên Sovyeta berê sirgûnê Qafkasyayê kiribûn. Di salên1950 – 1956 darbe li îranê û di sala 1958ê de li Îraqê bû sedem koçberıya kurdan. Kurdên Antolîya Navîn ji eşîrên ku ji Bakur û Başûrê Kurdistanê ji alîyê Osmanîyan ve ji bo parêzgehên Konya û Anqarayê hatine sirgûnkirin, pêk hatine, ziman û çanda xwe parastine. Sîyaseta dewleta tirk û xebatên çekdarîya PKK bûn sedemê têkçûna pêvajoya aştîyê. Di van salên dawin de şerê çekdarîyê bûn sedem ku bi milyonan Kurd ber bi Tirkîyê ên wek Stenbol, Mersîn, îzmîr, Edene û bajarên Tirkîyê ve herikîn û li wan deran bicîh bûn. Kurd bi şerê çekdarîyê bi dijminên xwe nikarin ji lewre divê kurd dev ji şer berbidin. Kurd bi kurd re, hem jî bi dijminên xwe re rêya aştîyê hilbijêrin dê bikaribin mafên xwe bistînin. Kurd bi şer bi dijminên xwe nikarin. 50 mîlyon kurd bê dewlet in. Ev ne normal e. Divê kurd dev mentalîta kevnare berbidin, kurd bi kurd re û hem jî bi dijminên re rêya aştîyê ya bê şerê çekdarîyê hilbijêrin. Mirovahî ji demekê derbasî demeke nû dibe û li wir kurd wekî qereçîyan li hev nakin û dema ku du kurd tên cem hev hingê şerekî li dijî hev derdixin. Dîaspora bi çi awayî dikare beşdarî xebatên pêşkeftinê li welatê jêderê bibe?

Pirtûka min a li ser diaspora kurdî di sala 2015an de li Stockholmê çap bû ku ew teza ”DEGRE OF MASTER OF SCIEN IN EDDUCATION” li Södertörns University” bû.

7.11. Paşbingeha Dîasporaya Cihûyan

Yek ji Paşbingeha dîasporaya cihûyan di sala 70 PZ de Romayîyan Quds dorpêç û dagir kirin. Perestgeha pîroz ya Qudsê hat şewitandin. Di vê salê de dîyaspora cihûdîyan ji nû ve dest pê kir. 135 PZ li Cihûyan jîyan li bajarên Quds (Jerusem) û Filistîn li wan hat qedexekirin ku ew li wir bijîn. Di vê salê de serhildan û êrîşên mezin yên li dijî Romayê hebûn. Piştî wê jî du hezar sal Cihû li sirgûnê, li dîasporayê dijîn. Cihû bi darê ji axa xwe bûn û ji welat bi welat hatin derxistin. Dîroka Girtîgeha Babilonî, (587- 537 BZ) ji bo diasporaya cihûdî pir girîng e, ji ber ku di wê demê de cihûdî ji Qudsê hatibû şsirgûnkirin û bajarê wan jî hatibû dagirkirin. Bi daxwaza Keyayê faris, Qurûsê Mezin cihûdî dikaribûn vebigerin, ser axa xwe, bajarê Qudsê. Rêxistina Sivîl ji bo armancên hevpar xwedî nirxên hevpar e û ji dewlet, şaredarî û partîya sîyasî/partîyên sîyasî serbixwe ye. Rêxistineke civaka sîvîl, ramaneke ne yekoîdolojîk e.
Mîsyona pêşîya rêxistina sivîl girîng e. Dûvre çalakîyên wê ku hizrên nû diafirîne û mirov tiştên nû fêr dibe. Nivîskarên kurd li swêdê û xebatên wan yên ziman, çandî, civakî û sîyasî bûne bingeha ”Dîaspora Kurdî” li Ewropayê. Gelo motor û nûnerên Dîasporaya Kurdî kî ne?
Li gorî parlamentoya Swêdê, civaka sivîl weke qadeke, ji dewletê cûda tê pejirandin. Peyvên bingehîn: rêxistina sivîl, kar û karmendîya sivîl, civaka sivîl, hîndekarî, hînkirin û bi xwehînbûn, parvekirina zanyarîyê ye. Nimûneyên rêxistinên sivîl:
Amnesty International-Efûya Navneteweyî
Yekitîya Akademikerên Swêdê/
Akademîya Kurdî li Stockholm/Kurdiska Akademien i Stockholm
Komîteya NY – ya Swêdê
Rêxistina alîkarîya mirovî ya kesane
Yekitîya Jinan a Navneteweyî ji bo Aştî û Azadîyê/Internationella Kvinnoförbundet för fred och frihet
Komeleya Aştî û Hakemê ya Swêdê/Skiljedomsföreningen

7.12. Kurte

Dîasporaya Kurdî xwedî nasnameya çandî, zimanî û civakî ye. Rêxistineka neteweyî ye. Motora wê akademîyen, xwendekarên zanîngehan, dewlemendên kurd, nivîskar/hunermend, rewşenbîr komeleyên kurd in. Divê Dîasporaya Kurdî hem li hundir û hem jî li derveyê Kurdistanê hebe. Dibe ku giranî li ser têkilîya kurdayetî û zimanê zikmakî be. Dîaspora dikare lêkolîn bike ka bi çi hawayî dikare bibe avaker û afirîner ji bo pêşkeftina xwe û welatê xwe. Rêxistina neteweyî ji bo armancên hevpar xwedî nirxên hevpar e. Berê karektera dîaspora zêdetir sîyasî bû, lê niha xebata sivîl ya zanyarîn bingeha tevgera dîasporayê diafirîne û wê bihêztir dike. Tevgera dîasporaya kurdî bi hemû taybenmedîyên xwe ve ji sazî û rêxistinên sivîl ne cûda ye. Kurdên Bakur tenê bi berçavekî sîyasî li dîasporayê dinêrin, ev dîtin ya 1970î û çewt e. Têkilî û girêdana Parlemenyoya Kurdistanê û rêberên wê bi dîasporayê re pêwîste, lê divê ew têkilî dualî bin. Yanî divê hikûmet guh bide akademîsyen / nivîskarên dîasporayên Kurd û guhdarîya wan jî bike. Dîasporaya Kurdî rêxistineke sivîl & neteweyî ye yan îdeolojîk/sîyasî ye? Sînorên dîasporaya kurdan hem li hundir û hem jî li derveyî welatî ye. Dibe ku giranî li ser têkilîya kurdayetîyê be. Diasporaya li derveyî welatê xwemalî çêdibe, lê Diasporaya Kurdî li Kurdistanê çêbû. Diasporaya kurdî têgeha ku ji bo nifûsa texmînkirî ya Kurdên ku ji Bakurê Kurdistan, Başûrê Kurdistan, Rojhilatê Kurdistan û Rojavayê Kurdistanê koçber bûne, dihê bikaranîn. Ji Diasporaya Kurdî sedî 53-56% kurdên Bakurê Kurdistanê ne.
Divê Rêxistina Dîasporaya Kurdî armancên nû yên pêşkeftina cîhanî ya Neteweyên Yekbûyî ciddî bigire, bicîh bîne û jê sûd werbigire. Nimûne: alîkarîya NY ji bo xwendin û perwerdeya zimanê zikmakî…Di civîna bilind a Neteweyên Yekbûyî ya di 27’ê Îlona 2015ê de rojeva armancên nû yên pêşketinê yên NY’ê hate dîyarkirin. Ev ji pêvajoyeke nû ya NY e. Divê partîyên kurd jê sûd werbigirin. Divê kurd dev mentalîta kevnare berbidin, kurd bi kurd re û hem jî bi dijminên re rêya aştîyê hilbijêrin.Zilm û zordarî tenê ji sîstema dewleta tirk nayê, awayê hizrandina hevwelatîyên Tirkîyê û partîyên wê jî dikare zilmên herî dijwar biafirîne. Çar xalên girîng hene:
7.13. Mêjî an motora Dîasporayên Kurdî ev in: Akademîsyen / akademîkar, xwendekarên zanîngehan, nivîskar, perwerdekar/mamoste, duzimanzan, hunermend…Dewlemendên herî mezin, komele, sazî, înstîtusîyonên kurd, Parlementerên kurd, rêxistinên sivîl, ne leşkerî û rêxistinên parastina mafên merovahîyê li cîhanê. Dîasporaya Kurdî kom dibe ser van xalên jêrîn:
7.14. Ziman şerta heyînê ye. Parastina zimanê kurdî bi alîkarîya dewletên ku kurd lê dijîn û perwerdeya zimanê zikmakî şerta pêşîn e. Em bi zimanê xwe hene. Piştî ziman, em bi çand û awayên jîyan, ala xwe hene… îdeolojîkkirina zimanê tawaneke însanî ye.
7.15. Piştgirîya dîasporayê:
Ji bo piştgirîkirina wan kesên ku ji Kurdistanê derketine lê li derve alîkarîyê dixwazin ango pêwîstîya wan bi piştevanîyê heye, hene.
7.16 Pêwendîya kurdan bi dîasporayê re:
Li çar alîyê cîhanê kurd hene û pêwendîyên wan yên bi Kurdistanê re hene, bînin cem hev. Parlementoya Kurdistanê pêwendî û girêdana xwe bi hemû endamên Dîasporaya Kurdî re ku dixwazin pêwendîyên xwe bi Kurdistanê re hebin biparêze.
7.17. Hêsankirina Tevlêbûna Dîasporayê:
Dîasporaya Kurdî Ji bo hêsankirin û piştgirîkirina çalakîyên li ser asta, neteweyî, herêmî, cîhwarî û navneteweyî ji bo pêşxistina dîyaloga dualî di navbera Kurdên Dîasporayê/derveyî welat û yên Kurdistanê de dijîn, hebe.
7.18. Naskirina dîasporaya Kurdî
Dîasporaya Kurdî pejirandina cûrbecûr yên mirovên ku dîasporayê pêk tînin û beşdarîya wan di avakirin û pêşxistina nasnameya kurdî de heye, bên parastin. Hem bi komî û hem jî bi ferdî nasnameya xwe pêş bixin û welatê ku ew lê dijîn zimanê wî welatî fêr bibin. Naskirina curbecur yên kesên ku dîasporayê pêk tînin û beşdarîya wan di avakirin û pêşxistina nasnameya kurdî de bê parastin.
7.19. Sîyaseta Dîyasporayê ya Pêşveçûn
Pêwîste rexnegirên Dîasporaya Kurdî hebin, divê ew rexneyên xwe vekirî bibêjin, binivîsînin û ji guhertin, ramanên nû, nerînên nû û tolerans re jî vekirî bin. Dîasporaya Kurdî zimanî, çandî û civakî ye. 50 mîlyon kurd bê dewlet in. Ev rewşa kurdan ne normal e. Divê kurd mentalîta biguhirînin daku bikaribin bigihîjin serxwebûna Kurdistanê.

Peyva ”dîyaspora” yewnanî ye û tê wateya belawela yan belavbûnê. Li gorî etîmolojîyê ”diaspeiro” pêşdaçeka ”dia” tê wateya li ser, ser, jor, ji…Dîyaspora ji lêkera yewnanî ”speiro” û ”pêşpirtika” dia ”(li jor, li ser) hatîye wergirtin. Di çarçoveya mirovahî de dîyaspora behsa koçberî û kolonîzasyonê dike. Têgîna ”diaspora” bi gelemperî ji bo danasîna komeka koçberan/penebaran tê bikar anîn ku li welatekî ji bilî welatê jêderê dijîn lê dîsa jî bi welatê xwe ve girêdayî ne. Peyva dîyaspora ji lêkera yewnanî ”speiro” ku wisan û pêşdaçeka ”dia” (li ser, ser, ji, jor…) hatîye wergirtin.

    1. REFERANS Û ÇAVKANÎ
      Persson, M. (2012). Den goda boken: samtida föreställning om litteratur och lästning. Lund: Studentlitteratur.
      Persson, M. Varför läsa litteratur? Om litteraturundervisningen efter den kulturella värdningen. Lund: Studentlitteratur
      Appadural, A. (1996). Modernty at Large: Cultural Dimensions of globalisation: Minnesota University.
      Cohen, R. (1997). Global diasporas: An introduktion London: UCL Press.
      Ahmadzadeh, Hashem (2003). Nation and novel: a study of Persian and Kurdish narrative discourse.. Diss. Uppsala universitet.
      Borgström, Maria & Goldstein. Kyaga Katrin (2009)
      Den tredje identiteten & Amp; M: Invandrare & Amp, Minoriteter (1), 28-31
      Olsson, Erik (2016) Diaspora – ett begrepp i utveckling: En kunskapsöversikt. (Rapport för statens Offentliga Utredningar).
      Jay M. Rasooli & Cady H Allen, Doktor Sait, förlag. Anatole Media (häftad, 120 sidor), rûpel 74
      Braham Hyacinthe Anquetil-Durron (1771). “Prefixed to a translation the celebrated” Zend Avesta of Zarahustra
      Azar, M. (2000). Frihet, jämlikhet och brodermord. Göteborg: Göteborgs Universitet.
      Beck, U. & Grand E. (2006). Det kosmopolitiska Europa. Göteborg: Daidalos AB
      Beşikçî, I. (1992). Förändringar i Öst och de strukturella frågorna. Ankara: Yurt bokförlag.
      Beşikçî, I. (2004). Kurdistan, en internationell koloni. Ankara: Yurt bokförlag.
      Hyacinthe Anquetil-Durron (1995). Zarathustra. Hayat ve mazdaizm. Stockholm: Pencînar kurdiska kulturförlaget.
      Bitlisi, S. (1990). Sherefname (översättning från arabiska av Mehmet E. Bozarslan). Istanbul: Belge yaymlan.
      Bois, Th. & Minorsky, V.S. (1996). Kürtler ve Kürdistan. Turkiet: Doz Basım Yayın.
      Borgström, M. (1998). Att vara mitt emellan. Hur spanskamerikanska ungdomar i Sverige kan uppfatta villkoren för sin sociokulturella identitetsutveckling. Stockholm: Stockholms Universitet.
      Borgström, M. & Goldstein-Kyaga, K. (2002). Det är mitt liv. Identitet och den etniska kontexten. Stockholm: Stockholms Universitet.
      Bourdieu, P. (1994). Kultursociologiska texter. Stockholm: Symposion.
      Bourdieu, P. (1997). Kultur och kritik. Göteborg: Daidalos.
      Broady, D. (1987). Kulturens fält. Om Pierre Bourdiess sociologi. Göteborg: Symposion.
      Bruinssen, M. (1994). “Conceptually and historical dimensions of genocide almost forgotten. Massacre in the city of Dersim 1937-1938.” I Online Encyclopedia of Mass Violence.
      Burr, V. (1995). An introduction to Social Constructionism. London: Routledge.
      Burke, M. (2007). Forskning paradigm och informationshantering. Library Review, Vol.56, nr 6.
      Bäckström K. (1993). Jag har rätt, lovar FN. Att arbeta med små barn kring FN:s konvention om barnets rättigheter. Fallköping: Liber.
      Cheng och Alcántara (2007). ”Assessing working students´ college experiences: a Grounded theory approach”. USA: Columbia University.
      Corbin, J. & Strauss, A. (1990). Grounded theory research: procedures, canons, and evaluative,
      Gaunt, D. (2011). Historians´ Picnic in Kurdisatan. Södertörns högskola
      Davidson, D. (2004). Språk, tanke och handling. Stiltelsen Bokförlaget Thales.
      Dewey (2009). Demokrati och utbildning. Göteborg: Daidalos.
      Gaunt, D. (2001). Folkmordet på assyrier 1915. Huddinge: Södertörns högskola.
      Foucault, M. (2002). Sexualitetens historia del 1. Viljan att veta. Daidalos.
      Green, G. (1997). Risk and the construction of social identity. Children´s talk about accidendent. Sociology of Heltb & Illness.
      Goldstein-Kyaga, K. (2000). Grounded Theory och fältmetod. Texter om forskningsmetod, Pedagogiska Instituten vid Stockholms Universitet.
      Goldstein-Kyaga, K. & M. Borgström (2009). Den tredje identiteten – ungdomar och deras familjer i det mångkulturella, globala rummet. Huddinge: Södertönrs högskola.
      Gunten, M. (2007). The Modern Origins of Kurdisk Nationalism
      Guvå, G. & Hylander, I. (2003). ”Grundad teori”. Ett teorigenererande forskningsperspektiv. Lund: Liber.
      Hartman J. (2004). Vetenskapligt tänkande: Från kunskapsteori till metodteori. Lund: Studentlitteratur.
      Hegel, G. W. F. (1987). Förnuftet I historien. Lund: Lundabygdens acupress.
      Heidegger, M. (1987). Konstverkets ursprung. Göteborg: Daidalos.
      Husserl, E. (2002). Fenomenologin och filosofins kris. Stockholm: Stiftelsen Bokförlaget Thales.
      Johansson, P. (2011). Arbetsplatsens lärmiljöer. En oranisationspedagogisk studie av konstruerande av lärmiljö I vuxenutbildningsverksamhet. Doktorandsavhandling i pedagogik vid Stockholms universitet
      Svanbergs, I. (1997). Sverige och Förintelsen. Stockholm
      Kuhn, T. (1992). Den vetenskapliga revolutionens struktur. Thales.
      Karlsson, I. (2007). Europa och Turkiet. Stockholm: Wahlström & Widstrand.
      Karlsson, I. (2008). Kurdistan: Landet som icke är. Falun: Scand book.
      Lange, A. & Westin, C. (1981). Etnisk diskriminering och social identitet. Forskningsöversikt och teoretisk analys. Stockholm: Liber förlag.
      Lama, D. (2005). Kärlek. Alvesta: Ica Bokförlag
      Lahdenperä, P. (2004). Interkulturell pedagogik i teori och praktik. Lund: Studentlitteratur.
      Lorentz, H. & Bergstedt, B. (2006). Interkulturella perspektiv. Pedagogik i mångkulturella lärandemiljöer. Lund: Studentlitteratur.
      Lundin, R. (2003). Identitet och beslutsfattande: constitution, relation och creation. Diss. Stockholm: Stockholms universitet.
      Mcdowall, D. (2001). En modern historia av kurderna, reviderade upplagan. London: IB Tauris.
      Mead G. H. (1934/1974). Mind, self and society. Chicago: University of Chicago Press.
      Minorsky, V. (1992). Kurder. Istanbul: Koral förlaget.
      Nersisyan. M. G. (1966). Mord på armenier i Ottomanska riket. Dokument. Erevan.
      Nietzsche F. (1970). Sålunda talade Zarathustra. Göteborg: Uddevalla utbildningsförlaget.
      Nikitin, B. (1986). Kurder. Berlin: Wesanén Özgürluk Yolu.
      Regeringskansliet (2008). Mänskliga rättigheter. Konventionen om barnets rättigheter. Stockholm: Regeringskansliet.
      Robert och Thornberg (red), (2009). Handbok i kvalitativ analys. Stockholm: Liber Ab.
      Schiratzki, J. (2006). Barnrättens grunder. Lund: Studentlitteratur.
      Rosenberg, A. (2012). Philophy of Social Science. Boulder, Co, USA: West view Press.
      Shakely, F. (1985). Mem och Zin. Det kurdiska nationella eposet. Stockholm: Lärarhögskolan.
      Sheikmous, O. (1999). ”Etnisk väckelse bland informanter”. Invandrare & minoriteter no. 2, s. 18-21.
      Smith, A.D. (1998). Nationalism and Modernism.
      Svanberg, I. (1997). Turkiet, bro eller barriär mellan Europa och Asien. Uppsala: Bokförlaget Arena.
      Tayfun, M. (1998). Kurdiskt författarskap och kurdisk bokutgivning. Bakgrund, villkor, betydelse. Stockholm: Apec förlag.
      Zahavi, D. (2003). Husserl´s Phenomenology. Stanford, Californa: Stanford Universitety press.
      Zeki, M. E. (1992). Kurdistans historia. Ankara: Beybun.
      Vetenskapsrådet (2002). Stockholm

Written by

Related Posts

0 kommentarer

Skicka en kommentar

Din e-postadress kommer inte publiceras. Obligatoriska fält är märkta *