Rêgeha hizra Neteweyî

av | apr 18, 2025 | Uncategorized | 0 Kommentarer

ÇEND GOTIN  DIGEL TÊKILÎYÊN MIN Û ŞEHID SAMÎ EVDILREHMANÎ

Nivîskarê bûyerên efsanewî: Evdirehmanê Gundikî

Rêgeha hizra neteweyî

Bila cihê hemî şehîdên kurd û Kurdistan bi taybetî yên 1ê sibata sala 2004ê bihişta, berfireh be. Dara azadîyê dê bi xwîna şehîdan bihê av dan û pêldanên baweşîngên azadîyê dê gorên hemî şehîdên Kurdistanê honik bikin.

Wekî dihê zanîn, Samî Evdilrehman, di dema şoreşa Îlonê de  kadir û  sîyasetmedarekî kurd yê bilind û li pêş bû.Herwiha, ew sîyasetmedarekî rêgeha hizra neteweyî, di bin pêşkêşîya serokê miletê kurd yê nemir, Mistefa Barzanî, sefên pêşîyê de cih girtî bû. Samî Evdilrehmanî, di dema avakirina Qiyadeya Miwaqet ya bi fermana serokê nemir, Mistefa Barzanî û Idrîsê ciwane û wekî min got, di bin pêşkêşîya cenabê serok Mesûd Barzanî de hatîbû avakirin jî di rêza pêşîyê de cih girtibû. Naskirina min û cenabê Samî Evdilrehmanî di dema şoreşa 26ê Gulana sala 1976ê de destpêkirîbû. Piştî min ew naskirî û pêve, min hinek sifetên wî yên cuda û têkilîyên wî yên digel kadir û civatê de jî bicudatîyeka bilind ve didît. Ew berpirs û sîyasetmedarekî mitewazî, xwedî kapasîteyeka piralî, kesatîyêkî têgihiştî yê xebatkar û diplomatekî yê şarza bû. Gotineka kurdan e, dibêjin, ”filan kes bi mezinan re, mezin û bi biçûkan re jî biçûk e!” Kek Samî kesatîyekî xuyayî yê xwidanê wan sifetan bû ku ew sifetên miletê kurd birêzdarî, hijî dikirin.

Têkilîyên min û wî di çar dewrên jîyana ji hevdu cuda-cuda de, em bi domdarîya rêgeha hizra neteweyî re bûn. Min ew, di dewra kêmderfetîyên rêvebirina xebata şoreşa 26ê Gulana sala 1976ê de baştir naskir. Min, di dema kêmderfetî û destpêka Şoreşa Gulanê de wisan didît ku betenîya wî jî wekî ya me kadirên li rêzê li ser milên wî bû. Em ji ber vê nivana çîyayên Kurdistanê, diçûyîn li bernivana çîyayekî yê dî; li peyxwirtkirina şoreşê, digeryayîn. Ji hemî kiryar û gotinên wî, dîyar dibûn ku wî qedrê ketê û kedkarên neteweyî bi başî, nas dikir û bi gorayî keda xebatkaran; xebatkar dida pêş û bi rêzdarî xebatkar û keda wan ditanî rojevên civata xebatkarên neteweyî.

Herwiha jî wî di bîranînên xwe de, dema behsa serhatîyên xwe û yên Şoreşa Îlona qedirbilind jî dikir û ditanî bîra me û ya xwe jî; wî dixwesta wan serhatîyên ji bo miletê kurd giranbiha bûn, bine bîra kadir, civata kurd û Kurdistanî. Wî digot: Di dema ez dibim fermadarîya cenabê serok Mistefa Barzanî de dixebitîm û ew Îlhama min ji cenabê serok Barzanî distand, wê Îlhamê em û miletê me li serpêyan dihêliştîn. Kek Samî, bi rêzdarî, ew destketîyên bi xebata şoreşê hatîbûn standin û bedelên ku di wan deman de hatîbûn dayin, bi rêzdarî ditanî rojevên kadir û civatê jî. Kek Samî, dixwest balê bikêşe li ser destketî û bedelên  ku di demê de yên li berdoza miletê kurd û Kurdistanê de hatîbûn dayin, vejîyîne û dersan ji wan deman bistîne.

Piştî ew bû serokê PDGKê jî min ew li Şamê û qamûşloyê ji bi caran, didît. Min tim guhertin di dayin û standinên wî yên sîyasî û civatî de, di wê demê de jî nedidît û ew her bi careka dîjî, xwidanê wan sifetên xwe yên mitewazî û qedirnasîyê bû. Bi çend caran ez û ew bitenê li kolanên Şamê digeriyan û wî tim dixwest bi şêweyekî bê ku ez pêhaydar bibim ku dixwest, şarzayî û zanabûyina xwe ya li ser pirsa kurd û Kurdistanê bi min re parve bike. Min wisan didît ku ew ji alîyê dayina têgihiştê re gelekê merd û destvekirî bû û wî tim dixwest, ez dersan ji şarzatîyên wî yên li ser pirsa kurd û Kurdistanê, şarza bibim. Piştî guhertina li başûrê Kurdistanê çêbirî û pêve jî min ew li başûrê Kurdistanê û di dema ew serokê PDGKê de bû û xwidanê desthilatdarîyeka bilind jî bû, didît. Min careka dî jî  guhertin bi şeksîyeta cenabê wî ve, ne didît ku wekî ew birîbe xwidanê desthilatdarîyeka bilind û xwe bi desthilatdarîya xwe-xwe bide, nîşandan.

Gelek caran ez digel wî siwar dibûm û min ji bilî xwe û şifêrî wî pê ve, tikes li dora wî ne didît. Ew kesatîyekî yê wisan bû ku wî pêwîstî pêwîstî ne didît ku ew di nêva miletê xwe de dorûberên xwe ji heresan tijî bike. Carekê, em rasta limpeya sor ya tirafîkê hatin û rê vala bû, şifêrî wî xwest bêrawest biçe û derbaz bibe. Kek Samî ji şifêrî re got: Raweste! Çênabe tu li limpeya sor re derbaz bibî! şifêrî got: Ez benî rê vale ye. Wî got: Heger em rêzê li qaîdeyên xwe yên civatî û qanûnên xwe ne girin, em dê çawa bikaribin asayişa xwe ya neteweyî biparêzin! 

          Piştî destketîyên başûrê Kurdistanê gihiştîn pileyeka bilind û pêwîstî pêçêdibû ku miletê kurd, yekîtîyeka neteweyî û sîyaseteka hêztir avabike. Kek Samî ji bo min got: Kek Evdirehmanê Gundikî ez dixwazim nîyeteka xwe pêşkêşî te bikim, ka tu dê çi bibêjî?  Wî ji bo min got: Ez dihizrim di vê rewşa welatê me de, pêwîstîya me li yekêtîyeka sîyasî û neteweyî heye. Ez dibêjim ez û hevalên xwe, careka dî jî li PDKê vegerin, dê baştir be. Em dê di nêva PDKê û di bin pêşkêşîya  Mesûd Barzanî de çêtir xizmetê ji miletê xwe û vê rewşa nazik re bikin!

Min, bi dilgermî gotina xwe;  bi cenabê wî  re bi erênî bersivê da  û ji wî re got: Kek Samî tu ji me tevan jî şarzatirê vê rewşa me, miletê kurd û Kurdistanê yî. Wekî dihê zanîn, pirsa neteweyekê ya bindest, bi yekitîya quweta neteweyî dê bihêt çareserkirin. Min di wê pirsa daxwaza kek Samîyî de, careka dî jî ew rihê wî yê mitewazî, şoreşgêr, kurd û Kurdistanî parêzîyê didît. Wî bi rihekî yê neteweyî û şoreşgêrî ve karî wê qirarê bide, da ku bikare zêdetir xebatê ji bo milet û welatê xwe bike; dest ji qeryera xwe ya serokatîya partîya xwe berda.

Têkilîyên min û Kek Samî di berdewamîyê de bûn û piştî ew di sala 1996ê de bû cihgirê cenabê serokê herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî, hingê  pileya, desthilatdarîya wî hêj jî bilindtirîn bû. Ez carekê çûm serdana wî; hinek mêvan li cem wî bûn, ez li cem Dr. Nurî rûniştîbûm. Piştî mêvanên wî derketin, wî ji birazîyê xwe re got: Dr. Nurî: Evdirehmanê Gundikî, birayê min yê mezin e û kîjan dema ew bixwaze bihê cem min divê bêgotin tu min agahdar bikî!

Ez hinekê li ser rewşa wî û ya wê gotinê, hizirim û min ji bo xwe got: Kek Samî bi temenê xwe ve ji min mezintir e, bi mesûlîyet û   erkên xwe yên neteweyî ve jî ew di pileya herî bilind de ye. Herwiha, ez jî hemwelatîyekî yê di rêzê de me; gelo ew çawa vê gotinê bikartîne?  Belê min dizanî ew çawa berê xwe dide xebatkarên rojên tengasîyan û çawa berê xwe dide herçar parçeyên Kurdistanê jî; rêzdarîya min li miqabilê cenabê wî hêj; bilindtir dibû.

Di wan deman de rojnemevanê tirkan, yê esil kurd Mehmet-Elî Biran, raportajek digel Evdila Ocalanî, kirîbû û di rojnameya Cimhorîyetê de belav kirîbû. Wê hevpeyvînê bala min jî kêjayîbû û min ew rojname bir û ez çûm mêvanîya kek Samî û  min ev raportaj; ji cenabê wî re jî xwend. Piştî ew hinekê li ser wê raportajê, hizirî û ji bo min got: Kek Evdirehman; ev raportaj, raportajeka pir kûr û hesapkirîye, divê em sîyasetmedarên kurd û Kurdistanî, baş li ser vê raportajê, rawestin!  Min heyîbûna sifeteka bi taybetî jî li cem kek Samî´yî didît. Ew sifet jî sifeteka kûr ya taybet û şarzayetîya wî bû. Min wisan didît ku ew kadirên li berdestên wî re, derbaz dibûn, di miteteka kurt de bi gelekê pêş diketin û bi demeka kin de şarza dibûn û dibûn kadirên li ser pirsa kurd, têgihiştî û dibûn şarzayên doza Kurdistanê. Bi gorayî min ew mamhostayekî pir li pêş bû û di dema  mirov li civata wî de dirûnşt û guhdarîya wî dikir; ji bo min dîyar dibû ku ew kesatîyekî yê di zanîna xwe ya neteweyî, civatî,  sîyasî û  diplomasîyê de jî bi serdest e. Belê ew rihê wî yê mitewazî dibû sedemê wê çendê ku mirov ji wê serdestîya wî ya zanyarîyê, aciz ne dibû û mirovî bi hêsanî dikaribû dersan ji zanyarîyên wî bistîne.

Min carek dîtinên xwe li ser rewşa pirsa Kurdistanê û bi taybetî jî li ser rewşa bakurê Kurdistanê bi vî şêweyî, pêşkêşî kek Samî kir.  Min ji wî re got: Dema ez berê xwe didim, rewşa miletê kurd û vê serdemê li berçavan re diborînim, ez pêwîstîyê pêdibînim ku me pêwîstî ya li sîyaseteka nû û bi gorî dema heyî, pêwîst e. Ez wisan dibînim ku ewrekî yê reş û tarî yê li seranserê Kurdistanê digere; bi taybetî li bakurê Kurdistanê, têkilhevkirineka bi sîyasî û bi planên diravsêyan re ya rêve diçe.

Ez dibêjim, heger pêşî li vê rewşê, neyêt girtin, bakurê Kurdistanê dê rasta rewşeka giran bihê û dê tesîra xwe li ser destketîyên başûrê Kurdistanê jî bike. Herwiha jî, dema ez berê xwe didim rewşa, hêzên me yên, bakurê Kurdistanê yên ji halê rêvebirina vê dema giran re ji taqetê hatîn, rêxistin û nikarin bersiva vê demê bidin. Ez wisan bawer dikim ku heger ez û cenabê te destên xwe bidîn hevûdu, em dê bikaribin pêşîyê li vê rewşa xirab bigirin. Cenabê kek Samî ji bo min got: Ez jî wekî te dihizirim û hayê min jî; ji vê rewşa xirab heye. Ez dibêjim bakurê Kurdistanê wekî Misir, çawa dayîka dewletên ereban dihê hesibandin; bakurê Kurdistanê jî wisan dayîka Kurdistanê dihesibînim. Belê, heger em bibêjîn, em dê destên xwe bavêjîn vê pirsê, divê ez hinek pirsîyaran bikim û paşê em bi hevûdu re dengê xwe bigihînîn cihê meslehetê û em bi şêwra desthilatîyê re destên xwe bavêjîn vê pirsê, dê baş, bibe.

 Sifeteka dî jî ya Kek Samî hebû û her bêhtir derîyê wî bi taybetî ji min û kadirên me yên bakurê Kurdistanê re jî vekirîbû. Her caran me bixwestîya em ji bo xwe, hinek agehdarîyên sîyasî, civatî û dîplomasîyê jê fêr bibîn, me dê dengên xwe bigihiştandiya cenabê kek Samî. Herçî dema em biçûyan civata wî, ew jî wekî yek ji me bû û me pir bişêweyekî yê birêzdarî civata xwe li ser rewşa kurd, Kurdistanê û guhertinên sîyaseta cîhanê û rewşa başûrê Kurdistanê germ dikir. Min bi şeksî her carê, derseka nû û cudatir ji carên pêşîyê, ji civata kek Samî´yî, distand û mêjîyê min li ser pirsa kurd û Kurdistanê, zelaltir dibû.

Di vê dema, destketîyên, başûrê Kurdistanê, bi dest miletê kurd ve hatîbûn; wan destketîyan, em miletê kurd, bi tevde bi hêvîyên azadîyê re bi hêvîbar dikirin. Min û hinek heval û dostên xwe ji bingehên sê hêzên sîyasî yên kurd; partîya YEKBÛNÊ ji xwîna şehîdên Kurdistanê avakirîbû û daxwaza me axa Kurdistanê bû.  Di wê demê de, xortên me hêj; ji bin bandora baskê çep de derneketîbûn. Min jî dixwest ez pirsa neteweparêzîya miletê kurd û Kurdistanî di nêva xortan de bidim pêş û min digot: Ez neteweperest im, ev gotina min li xortan xerîp dihat. Min bi car-caran digel wan gencên YEKBÛNÊ berê xwe dida civata kek Samî û min dixwest ew ciwanên me jî dersan ji têgihişta kek Samî´yî ya neteweparêzîyê bigirin û bizanîn ew têgihişta ez ditînim civatê, têgihişteka neteweyî ye û ji bo miletê kurd û Kurdistanê, têgiheştek, bê wê gotarê pirsa kurd û Kurdistanê nayê çareserkirin; divê em bibêjîn an Kurdistan an jî neman!

 Piştî van hizir û got-gotan de,  ez ji bo serdanekê, çûbûm Siwêdê û Kek Samî jî; piştî demekê çûbû Brîtanîyayê û ji wê derê ji bo min telefon vekir û got: Were başûrê Kurdistanê û em dê  li ser wê pirsa te dengê xwe bigihînin, desthilatdarîyê. Piştî çend rojan min xwe gihiştand başûrê Kurdistanê û em rasta wê felaketa 1ê sibatê hatin û çeng û bask li min hatin birîn û bûyera 117şehîdên 1ê sibatê ji bo miletê kurd û Kurdistanê bû felaketeka giran ku dagirtina cihên wê koma şehîdan dê ne hêsanî be.

Ez wisan dibînim ku ew  gotin û şiroveyên ku di nêva min û şehîdê mezin kek Samî de, derbaz dibûn, serinkêş, balkêş bûn û ez nikarim ji bîr bikim. Roja îro jî pêwîstî pêheye ku em li ser rewşa xwe û welatê xwe, bihizirin, gelo ka em dê di Oqyanosa sîyaseta vê Cîhanê de bikaribin, melevanîyê bikin, an jî em dê di gerînegên av şêloyên herêmê de xwe bifetisînîn; divê desthilatdarên me bi şarzayî vê serdemê şirove bikin.

Ez vê gotinê ji kurd û Kurdistanî re dibêjim: Gelo em dê bi vê belavbûyinê re bikaribin vê keysdarîya hatî û li berderîyê me birî mêvan û pirsa rojhilata nêvê û Kurdistanê jî dihê gengişekirin;  bi goreyî berjewendîyên xwe yên neteweyî bikaribin;  an jî ev belavbûyina me dê mêjûyê li me çend bare bibe?   

Di bawerîya min de heger em rasta wê felaketa 1ê sibatê nehatîyan û ew daxwaza min û Kek Samî pêkbihatîyan; rewşa Kurdistanê dê ji roja îro gelekî baştir bibûya. Herwiha jî destê cenabê serok Mesûd Barzanî jî dê ji roja îro gelekî hêztir bibûya. Belê jîyan wisan e ku dema nêçîra te hat di encama tifenga te de û te fîşeka xwe neteqan; di dema sedsalekê de jî; ne dîyar e ku careka dî jî nêçîreka wisan bi keysdar dê bihêt li ber lûleya tifenga te re bibore.

Gelo ez bi rêya vê nivîsa xwe re, li pey kîjan xewn û xîyalan digerim? Kesatîyên bedel dayîn, qedrê destketîyên, dayîna bedelan bi çêtir dizanin!

Ez li çîyayên şernexa bê rê û rêbar ji nêva malbateka xwidanê binedareka mêjûyî, kurd û Kurdistan hatîme ku li ser rûyê vê cîhana derd û kulên miletê  kurd, li axa xwe li ser pêyan ketîme. Min li şazdeh salîya xwe de, di bin çavdêrîya malbatê de û bi teqandina şoreşa 11ê Îlona pîroz ya ku di sala 1961ê  bi Îlhama xebatkarîya serokê miletê kurd yê nemir Mistefa Barzanî de bejindayî ye, çav li doza kurd û Kurdistanê gerandîye. Ez bi peymana otonomîya 11ê adara sala 1970ê de bi keda destketîyên şoreşa miletê xwe re, serbilind birî me. Min bi îlhama serokê nemir, Mistefa Barzanî, bask li bakurê Kurdistanê vehêjandîye û bûme pireka di nêva du mezelên avahîya Kurdistanê de. Ez bi çekdanîna şoreşa hêvîya miletê kurd ya di adara sala 1975ê de birîndar bûme, lê ne şikestî me. Min ji bo vejîyandina şoreşa miletê xwe, milê xwe li bin rakirina barê xebata Qiyadeya Miwaqet ya di bin serokatîya cenabê serok Mesûd barzanî re  kirîye û bûme şirîkê avakirina şoreşa 26ê Gulana pêşket, xwaz û  di nêva xebatê de birîme xwidanê rûmeteka ya serbilindîyê. Ez di nêva van dem û dewranan de li ser rastgoyîna xwe, li vî kevirî ketîme û bi şirigên xwîn serîyê xwe re li rasta hezar kevirên dî jî hatî me. Derdên herî li min giran hatin, derdên gotûbêjên me, ji derveyî rastîyan, hatime birîndarkirin. Belê her tim min gotîye: an Kurdistan an jî neman. ???

Piştî darbeya  leşkerî ya 12ê  îlona sala 1980ê, min bi wan dewrên giranîya xebatê re, zanî ku rastîya xebatkarîya neteweyî ne ku rûniştina li ser kursîyên berpirsîyaretîyê ye; rastî û qedirmendî li ser xebat û rêvebirina dewr, demên zor û zehmetîyan de ye. Min û herêma xwe; herêma botanîyê, ji wan demên zor û zehmetîyan re, bedena xwe ji hemî zor û zehmetîyan re vekir û em ji bona xebata neteweya kurd û Kurdistanê, li ser gotina Pêşewa Qazî Mihemed, birîn, rêgeha herçar mezelên avayîya Kurdistanê û xebatkarên pirsa kurd û Kurdistana yê mezin bi xwe ye. Ez li pey-lêgera yekdengîya wî rihê neteweyî û wan rojên xebata bê ferq û cudatîyê digerim.

Rastgoyî! Qedirmendtirîn  e ji dayîna hemî bedelan. Herwiha jî; xirabtir û bêrûmetirîn kiryar û gotin jî got-gotên nerastgoyan in. Salên temenê min yên gihiştin heştîyê û careka dî jî dibêjim; an Kurdistan, an jî neman.

             Bext û text û rext li destên xwidanî

            Rastgoyî taca li serî

            Ne pêwîste tirs li min

           Çîye dengê, tang û topên seranserî

Evdirehmanê gundikî. 15.04.2025 

Têbinîya  Akademiya Kurdî li Stockholmê

Ev nivîsareka akademîk nî ne, lê bi ya me ji nivîsarên Akademîk bi naveroktir, hêjatir û pêwîstir e. Evdirehmanê Gundikî ji mîlyonan kurdên Bakur zêdetir e ji ber ku  wî di praktîka xwe de îspat kirîye ji bo Kurd bigihîjin mafên xwe û li ser axa xwe desthilatdar bin. Di jîyana wî de gelek caran rojên oxirên giran qewimîne, tofan û felaketa siyasî çêbûne, lê ew ji cihê ne leqîyaye, tim bi  Rêgeha hizra neteweyî re bûye û heta bi heta.18.04.2025

Written by

Related Posts

Lêkolîn

Dîroka Alfabeyên Kurdî di Ermenistana Sovyetê de (1921-1991) Tengîz Siyabend, xwendekarê Zanîngeha Ermenistanê tengiz.uzoyan@mail.ru Rewan 30.03.2025 Pêşgotin Wek ku tê zanîn zimanê kurdî, zimanekî ji şaxa zimanên îranî yê bakûr...

läs mer

0 kommentarer

Skicka en kommentar

Din e-postadress kommer inte publiceras. Obligatoriska fält är märkta *