Pêşangeha Navnetewî ya Pirtûkan
li Hewlêrê: ”Cîhan Bi Kurdî Xeber Dide”
Konê Reş

Pêşangeha Navneteweyî ya Pirtûkan li Hewlêrê/ 17, ku ji roja 9ê Nîsana 2025, destpê kiriye û ta roja 19ê berdewam e. Ev pêşangeha di bin durişma ”Cîhan Bi Kurdî Xeber Dide” hatiye lidar ketin. Sebaretî min, pêwîst bû ku ez di roja 13ê vê Nîsanê de, panelek di bin manşêta: (Ziman û Heyamê Nasnameyê/ اللغة وعصر الهوية), di pêşangehê de pêşkêş bikim, lê roj hat guhertin roja 14ê Nîsanê.
Sed mixabin, piştî peymana (Sykes Picotê/ 1916),ne tenê Kurdistan hat perçekirin, belê pêre zimanê Kurdî jî di nav dewletên dagîrkeran de hat perçekirin.. Kurdistan! Ev gotina mezin, ev xewna şêrîn a ku bi mijandina şîrê dayikê re, zimanê wê bi me re mezin bûye.. Peyv û bêjeyên wê ketine xwîna me de.. Kurdistana ku bavê min û we bi hisreta mistek ji axa wê a azad bûn.. Roja îro pêwîste em li dara zimanê wê xwedî derkevin, wê darê têr av bikin.. Avdana wê bi wiha pêşangên pirtûkan bilind dibe..
Wek ku diyare Kurdistan jî di cîhanê de, bi zimanê xelkên xwe tê naskirin.. Neyarên gelê kurd jî, ev yek naskirine û ji mêj ve şerê zimanê Kurdî kirine: Li Rojavê Kurdistanê; ji salên 1960î ve, rêjîma Sûriyê şerê Zimanê Kurdî kiriye, li Bakurê Kudistanê jî, ji sala 1928an ve Kemalîstan bi rêk û pêk şerê Zimanê Kurdî kirine..
Mixabin roja îro Kurdistanî du alfabeyan bikar tînin; li Başûr û Rojhilat alfabeya Erebî/ farisî bikar tînin û li Bakur, Rojava û sirgunê latînî bikar tînin.. Em bi hêvî ne ku di paşerojek nêzîk de herdu şêwezar bi yek elfabeyê bêne nivîsandin û ew alfabe latînî be…
Vê Pêşangeha Pirtûkan ez li panorameya ziman û rewşenbîriya erdnîgariya Kurdistanê vegerandim: Li berî 127 salan, li roja weşana yekemîn rojnameya kurdî bi navê (Kurdistan) di roja 22ê Nîsana 1898an de vegerandim.. Û li berî 93 salan, roja 15ê Gulana 1932an û weşana Mîr Celadet Bedirxan ji kovara HAWARê re li Şamê, bi alfabeya LATÎNÎ.. Û li gengeşeya ku berî weşana Hawarê bi alfabeya latînî di navbera Mîr Celadet û Tewfîq Wehbî Beg de çêbûye vegeriyam.. Ev alfabeya latîmî ku roja îro bi xêra wê û kovara Hawarê, kesên wek Cegerxwîn, Osman Sebrî, Edib Karahan, Musa Anter, romannivîs Mihemed Uzun, Firat Cewerî, Hoşeng Osê, Helîm Yusiv, Jan Dost, Laleş Qaso, Bûbê Eser, Şahîn Bekir Soreklî, Mehmûd Baksî, Zeynelabdîn Zinar û yên mayî hatine meydanê.. Hem jî, roja îro bi Dehan weşanxaneyên ku pirtûkan bi zimanê Kurdî, alfabeya latînî li bakrê Kurdistanê çap dikin hene..
Berhemên gelekan ji wan hatiye wergerandin bo zimanê Almanî, Ingilîzî û Fransî, em şanaziyê bi wan dikin.. Erê, tevî qedexebûna ziman li bakur û rojavayê Kurdistanê, bi xêra Mîr Celadet û alfabeya wî a latînî ev lehengên peyva kurdî hatin der.. Ku ne ji alfabeya wî ev niviskar nebana.. Xwezî Tewfîq Wehbî Beg bi ya Mîr Celadet Bedirxan kiriba..
Roja îro pirsgirêka mezin ku hêj zimanê me bi du alfabeyan tê nivîsandin.. Du alfabe ji zimanê me re bûne standerd.. Zimanê me wek ku pêdivî rûneniştiye.. Sebaretî me Kurdan, ne xeme ku roja îro, em du şêwezaran û bi du alfabeyan bi kar bînin û em herduyan jî wek standard bibînin.. Lê heta kengî?
Di vê biwarê de, ez nikarim di ser gotina Mîr Celadet Bedirxan re biqevêzim. Werin em lê vegerin, bê wî li dor yekbûn û standartbûna zimanê Kurdî bi yek alfabeyê çi ji me re gotiye:
(Yekîtiya miletê Kurd bi yekîtiya zimanê Kurdî tête pê. Di yekîtiya zimên de gava pêşîn jî yekîtiya herfan e.Yanî ji bona nivîsandina zimanê miletekî, divêt zana û xwendewarên wî miletî bi tevayî ji bona zimanê xwe elfabêyekê bibijêrin û heke di wî zimanî de çend zar hene, zar hemî bi wê elfabayê bêne nivîsandin.)
Mîr Celadet Bedirxan, Hawar, hejmar 10, sala 1932an
Sebaretî rewşa Ziman û Jiyana Rewşenbîrî, piştî 2011an li Rojavayê Kurdistanê, dikarim bibêjim ku di sala 2012an de bi avakirinaRêveberiya Xweser re, xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî ji qedexebûnê derbasî serbestiyê bû. Hejmarek baş ji mamosteyên fêrkirina zimanê kurdî peyda bûn. Û bernameyek ji bo xwendina zimanê kurdî hat amadekirin.. Ji ber ku xelkên Rêveberiya Xweser ji sê pêkhateyan Kurd, Ereb û Siryan pêk tê, perwerdekirinê bi sê zimanan: Kurdî û Erebî û Siryanî hat kirin.
3 – Hejimara xwendekaran yên ku di bin siya Rêveberiya Xweser de dijîn (Cizîr û Kobanî û Girê Spî û Reqe û Şehba ku xelkê Efrînê ne) dighe 898,000. Hejmara xwendekarên Cizîrê dighê 230,000, hejimara mamosteyên devera Cizîrê 20,000 hene, Hejimara dibistanên Cizîrê dighê 3229. Roja îro li seranserê herêmên Kurdan li hemî dibistanan dersa Kurdî têne dayîn. Hejmara mamosteyên zimanê Kurdî li Cizîrê 1,325, li Efrînê 930 û li Kobanî 400 têne texmîn kirin. Wiha jî sê Zanîngeh hatin vekirin:
1 – Zanîngeha Rojava li Qamişlo: Di roja 15.10.2016 Zanîngeha Rojava (Zankoya Rojava), li Qamişlo hatiye vekirin.
2 – Zanîngeha Efrînê: Ev Zanîngeh di sala 2015an de hatiye damezirandin..
3 – Zanîngeha Kobanî: Ev zanîngeh di sala 2017an de hatiye damezirandin.
Ziman mîna alê ye, pêwîste yek ala me hebe, yek alfabeya zimanê me yê netewî hebe, em tev li dor kom bibin, pê biaxivin, pê binivîsin û bi gotin û bêjeyên zimanê xwe his û hestên xwe bînin der û hez hev bikin.. Ziman pira di navbera nifşên kevin û nû de ye. Yê ku zimanê xwe jibîr bike, şev lê digere.. şevreşkî dibe û êdî nema kare di ser wê pirê re derbasî civaka welatiyên xwe û cîhanê bibe. Zimanê Kurdî nasnameya me ye.. Heta ku hebe, emê hebin.. Ku ew nebe, emê jî nebin.
Spasiyek gerim ji Hikumeta Herêma Kurdistanê û rêveberên Pêşangeha Navnetewî ya Pirtûkan re li Hewlêrê17/ 2025 pêşkêş dikim, bi hêviya her sal dewlemendtir û xweştir bibe. Konê Reş/ Qamişlo 12.4.2025
Nivîskar: Konê Reş
0 kommentarer