Maruf YILMAZ, Dr. lêkolîner û zimanzan
2. Naveroka Kovara zanistiyê çawa ye?
Di kovareka zanistîyê de çar xalên girîng hene, ew jî ev i:
2. Gotar di kovareka zanistî de hatiye weşandin.
3. Gotar jı hêla lêkolînerên din ve de heman mijarê de têne nirxandin.
4. Gotareka zanistî di nivîsê de bixwe Referens û navnîşa referansê heye.
5. Zimanê kovarê giştî û akademîk e.
3. Ziman, zarava, Çandî û prensîbên zanistiyê çi ne?
Pîvanên Gotarên zanistî ev in:
· Nivîskar lêkolîner in û li zanîngeh an Xwendegehên bilind yên li Ewropayê xwendine.
· Kovara ku gotar weşandiye zanistî ye û ji alîyê lêkolînerên Din hatiye nirxandin.
· Encamên lêkolîneka lêkolînê bi zanistî tê ragihandin.
· Gotar baş hatiye avakirin û danasîna naverokê, rêbaz, encam û nîqaş e.
· Gelek Gelek Referansên lêkolînên berê hene û lîsteya referensan jî bi pêk û pêk e.
· Ziman Ziman akademîk û pêşkeftî ye.
Ramana rexneyî di medyaya civakî de girîng e. Pênc pirs dikarin bibin destpêkeka baş:
4.2 Zelalbûn
4.3 Bawerî: Metneke te zanistî be, berevajî metnek populer e,divê xwediyê pêbawerî û otorîteyê be. Wekî lêkolîner, divê tu li ser bingeha çavkaniyên xwe û encamên lêkolîna xwe argumaneke mentiqî pêşkêş bikî. Divê Her xwendevanek bikaribe ji lêkolîna te bawer bike.
Akademiya Kurdî li Stockholmê, li ser koça dawîn a akademisyen, zimanzan, wêjezan û kurdolog Joyce Blau peyameka sersaxiyê belav kir. Peyama Akademiya Kurdî weha ye: Em akademisyên Kurd, xwe hevparên xemên malbata Joyce Blau û hizkirên wî dibînin. Giyana wê tim şad be û cihê bihuşt be. Em bi ser navê Akademiya Kurdî pir xemgîn in û ji malbata akademisyen, prof. Dr. Joyce Blauyê re sebrê dixwazin.
Joyce Blau, akademisyen, profesor, kurdolog, zimanzan 24ê cotmeha 2024an koça dawîn kir. Ew xwendekara Dr. Kamuran Bedirxan bû û wê li zanîngeha Sorbonnê doktoraya zimanê kurdî wergirt. Piştî mirina Dr. Kamuran Bedirxan kete şûna wî û bû mamosteya zimanê kurdî li zanîngehê. Di derbarê wefata wê de serokê Herêma Kurdistanê Nêçirvan BARZANî peyameya xemgîniyê belavkir û weha got: ”Joyce Blau piraniya jiyana xwe bi piştivaniya gelê Kurd re derbas kir. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Masrûr BARZANÎ jî peyameka xemgîniyê jibo koça dawîn a Joyce Blaubelav kir û ji malbata wê re sebrê xwest. Joyce Blau yek ji avakara Enstîtuya Kurdî li Parîsê bû û bi zanayê kurd, profesor Keldal Nezan re dixetibî. Di 13ê Gulana 2023an de bi beşdarbûna Joyce Blau bixwe, bi navê wê ”Pirtûkaxaneya Joyce Blau”li Kela Hewlêrê hat vekirin. Akademiya Kurdî jibo xebata wê, jê re hurmet nîşan dide, heta bi heta. Akademiya Kurdî girîngiyeka mezin dide xebatên van kesan jî: Oscar Marr,Vladimir Minorskî, Ferdinand Justî, Basil Nikitin, Alexander A. Jaba, Evlîya Çelebî, Martin van Bruinessen, Michiel Leezeenberg, Maurizio Garzonî, Jean B. Bavernier, Peter S. Pallas, Nikolaj Marr, Zimanzanê swêdî Henrik S. Nyberg (swêdî)…
Zimanzana navdara cîhanê Dr. Joyce Blau, zazakî ji kurdî gelek kevntir e. Joyce Blau, Avram Noam Chomsky, David Neil Mackenie. Karl Hadank, Oskar Mann û gelek akademisyenên din, bawer dikin ku zazakî ji zimanê Avesta´yê dihê û zazakî zimanê ”Avesta” ye. Li gorî Joyce Blau û Avram Noam Chomsky heke zazakî wenda bibe, hingê çandeka mirovahiyê jî pê re wenda dibe, ji lewre divê zazakî ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve bê parastin. Yek ji daxwaza Joyce Blau parastina zazakî û goranî ye.
Joyce Blau 18ê adara 1932an de li malbateka qanûnzan, li Qahîreya Misirê hatiye dûnyayê û 24ê cotmeha 2024an koça dawîn kir. Di sala 1950î de çûbû Parîsa Fransayê û li wir dest bi fêrbûna zimanê kurdî û farîsî kiribû. Piştî demekêli Zanîngeha Sorbonnê ya Parîsa Fransayê doktoraya zimanê kurdî wer digire û deriyên nû lê vedibin. Joyce Blau, edîtora giştî ya kovara “Lêkolînên Kurdî”, li Enstîtuya Neteweyî ya ziman û Şaristaniyên Rojhilatî (ÎNALCO) bû. Ew zimanzanekî fransî yê bi eslê xwe Misirî ye; pisporê ziman û wêjeya kurdî ye. Ew endama koma lêkolînê ya ”Monde Iranien” bû. Wê çend lêkolîn li ser ziman, wêje, şaristaniya kurdan û Rojhilatî kirîye. Joyce Blau hevalbendek nêzik ê çalakvanê çepgir Henrî Curiel bû û beşdarî gelek çalakiyên wî bû, di wê demê de herdu jî li Misirê dijîyan û dûvre sirgûniya wan a hevpar li Fransayê berdewam kir. Henrî Curiel 4ê gulana 1978an de li Parîsa Fransayê hat kuştin. Henrî Curiel komûnîstekî mafnas bû û ew li Misirê wek kurê dewlememdekî, li malbateka qanînzan tê dûnyayê. Piştî kuştina Henrî Curiel di sala 1978an de Joyce Blau komiteya “Comite Palestine et Israel Vivront´ê” damezrand û birêve bir, bû navbervana dialoga PLO û Israelê. Joyce Blau akademisyeneka piralî û xwedî kapasîteyeka mezin bû.
Zimanzan, edebiyatzan û akademisyen Joyce Blau di 24ê Cotmeha 2024an de, di 92 saliya xwe de li Fransayê koça dawîn kir. Em bi ser navê Akademiya Kurdî pir xemgîn in, em xwe hevparên xemên malbata Joyce Blau, hezkirên wê û hevalên wê yên akademisyen dibînin û ji malbata akademisyen, Prof. Dr. Joyce Blauyê re sebrê dixwazin.
Akademiya Kurdî li Stockolmê
Serokê Akademiya Kurdî
Maruf Yilmaz, Dr. lêkolîner, zimanzan û mamoste
-----------------------------------------------------
Kurdên Yekîtîya Sovêta berê, çiqwas jî bi jimara xwe ve ne mezin bûn û tenê li Ermenistan û Gurcistanê hinek îmkan dabûne wan, lê dîsan jî ji wan re li hev hat îmkanên heyî ji bo bi pêş va birina ziman û çanda netewî bi kar bînin. Ji nav wan gelek zanîyar û nivîskarê bi nav û deng derketin, ku yek ji wan kurdnasê bi nav û deng Qanatê Kurdo bû, ku îsal 100 salîya ji dayîk bûna wî temam dibe.
Qanatê Kurdo yek ji mezintirîn ronakbirê kurdî sedsalîya XX e. Ew yek ji wan kesan bû, wekî bingehê kurdnasîyê li Yekîtîya Sovêtê danîn.
Qanatê Kurdo 12 ê Îlonê sala 1909 an li gundê Sûsiz, navça Digorê, ku bi Qersê va girêdayî bû, di malbeteke cotkaran de ji dayîk bûye.
Salên Cenga Cihanîyê ya Yekemîn, malbeta Qanatê Kurdo jî mîna bi hezaran malbetên kurdên êzdî, yên Serhedê, mal û milkê xwe, welatê kal bavên xwe dihêlin û ji ber zilma Roma Reş direve Ermenistana îroyîn.
Gava Piştî Şorişa Cotmehê artêşa Rûsîya ji Kavkazê dikşe, artêşa tirka pareke Ermenistanê dagir dike û bi hezaran kurdên êzdî, qir dike. Ji malbeta Qanate rengîn tenê çend kes difilitin.
Lê Ermenistan bi xwe wêrankirî û bi peneberên ermenî ve tijî bû, ji ber wê jî ew koçî Tilbîsê, serbajarê Gurcistanê dikin.
Sala 1921-ê bavê Qanat, Kurdo diçe ber dilovanîya Xwedê, dayka wî zûtirkê mêrekî mayîn dike û pismamê wî (bavê min-T.R.), Reşîdê Ozman, ku şeş salan ji Qanat mezintir bû, wî hildide bal xwe.
Sala 1922 an Lazo (Hakob Xazaryan) û Ahmedê Mîrazî li Tibilîsî dibistana kurdî, ya bi êvaran, vedikin. Xwendina zimanê kurdî bi alfabeya ser bingeha tîpên ermenî bû, ku Lazo sala 1921-ê çê kiribû û yekemîn pirtûka zimanê kurdî, “Şems”, li Ermenistanê bi wê alfabeyê ronahî dîtibû. Qanat xwendina xwe li wê dibistanê dest pê dike. Wî bi roj pêlav paqij dikirin, bi êvaran jî diçû dibistanê.
Sala 1928 an bi berpeyvka Erebê Şemo, Komîta Navendî ya Partîya Komûnîste Ermenistanê 8 xortên kurd ji bo xwendinê dişîne Lênîngradê, (S. Pêtêrbûrga niha); ji wan xortan yek Qanatê bû.
Ew ji bo fêr bûna ziman berê dikeve fakûlta Karkeran û piştî temam kirina wê fakûltê xwendina xwe li zanîngehê berdewam dike. Wan salan êdî zên û zîrekîya wî berbiçav bû; bi xwendkarîya zanîngehê re tevayî, ew li fakûlta karkeran dibe mamostayê zimanê kurdî.
Salên xwendkarîyê (1933) ew (bi E. Şemo û Î. Sûkêrman ve) du gotarên zanîyarî çap dike, ku şorişek bûn di zimannasîya kurdî de. Cara yekemîn ew mak dike, wekî katêgorîya cinsa (gende kategory) di zimanê kurdî (zaravê kurmancî) de heye.
Piştî xwendina bilind seroketîya zanîngehê û bi taybetî rojhilatnas Î. Orbêlî û A Freyman dixwezin ew li zanîngehê bimîne û lêkolînên ser zimanê kurdî berdewam bike. Ew yek daxweza dilê wî jî bû û ew bi seroketîya îrannasê naskirî, profêsor A. Freyman têza xwe PhD bi têma “Çê kirina lêkerên bargran di zimanê kurdî de” (bi zimanê rûsî; “Obrazovaniye slojnix glagolov v kurdskom yazike) dinvîse, pawan dike û dû re li înstîtûta Êtnografîyê lêkolînînên xwe didomîne.
Gava Almanîya nazî sala 1941-ê êrişî Yekîtîya Sovêtê dike, Qanat xwebexşî diçe ber şêr û çawan qumandarê desta topvanan heta dawîya cengê şer dike û hêjayî gelek meêdal û ordêna dibe.
Piştî şêr ew li Zanîngeha Lênîngradê dibe lêktorê zimanê kurdî. Gelek şagirdên wî, yên wan salan, wek Margarîta Rûdênko, Rûslan Sabolov, Zerê Yûsûpova, dûarojê dibin kurdnasên naskirî. Qanatê Kurdo wan salan usan jî li Instîtûta zanyarîyê, ya Antropologîyê kar dike û pêra jî hevkarîyê bi înstîtûta Rojhilatnasîyê re dike.
Gava sala 1958 a di destûra komara Îraqê de hinek mafên kurda hatin naskirin, li Yekîtîya Sovêt pirsa kurdan bi carekê ve bû aktûal. Li beşên înstîtûta Rojhilatnasîyê, yên Lênîngradê, Moskvayê û Yêrêvanê parên kurdnasîyê hatin vekirin, li Bakû, Tbîlîsî, Samarkand dest bi lêkolînên kurdnasîyê bû.
Kabînêta kurdnasîyê li beşa Lênîngradê, ya înstîtûta Rojhilatnasîyê Sibata sala 1959 an hat damezirandin û rojhilatnas û kurdnasê bi nav û deng, dostê gelê kurd, Hovsêp Orbêlî bû yekemûn serokê wê. Lê piştî çend heyva wî seroketîya wê kabînêtê sparte Qanatê Kurdo, ku heta dawîya jîyana xwe, sala 1985 an seroketîya wê ocaxa kurdnasîyê kir.
Bi seroketîya Q. Kurdo Kabînêta Kurdnasîyê, bû navenda kurdnasîyê, ya here navdar li seranser cihanê. Hema li wê Kabînêtê û bi xemxurî û seroketîya Qanatê Kurdo bû, wekî lêkolînên berfireh ser ziman, dîrok û wêjeya kurdî hatin kirin, berhemên Şeref xan Bîdlîsî, Ehmedê Xanî, Melle Mehmûd Bayazêdî, Xosro xan Banî Ardêlan, Mestûre Ardêlanî, Herîs Bîdlîsî, Feqîyê Teyran û gelekên mayîn bi orîgînal û wergera zimanê rûsî hatin çap kirin., ser van berheman lêkolînên zanîyarî hatin kirin.
Qanatê Kurdo bi xwe serkêşê wan lêkolînan bû. Pêşekzana dîroka gelê kurd, profêsor Yêv. Vasîlêva di derheqa karê wî de dinvîse: “Dijwar e di karê profêsor Qanatê Kurdo de wan problêman cihê bikî, ku ji bo wî bêtir balkês bin. Zanîyarê bi bîrewerîya ênsîklopêdîsta, temamîya jîyana xwe da lêgerîna aloztirîn pirsên zimanê kurdî û zimanzanîyê, lê pêra jî dîrok û dîroknûsîya kurdî ji demên lape kevn heta demên nûtir, ji goveka balkêşîya wî, ya zanîyarîyê, der neman”.
Pênûsa Qanatê Kurdo gelekî bi adan bû, wî dor 85 pirtûk û gotarên zanîyarî çap kirin. Ew berhemên wî beşên kurdnasîyê tevan hildigrin nav xwe. Lê Qanatê Kurdo berî gişkî zimanzan bû. Çawan profêsora zimanzan, Zera Ûsiv (Yûsûpova) dinvîse; ‘Di çareserkirina pirsgirêkên rêzimana kurdî, yên mezin de, Qanatê Kurdo yê yekmîn e’.
Sala 1934-an, hê xwendkarê zanîngehê, Q. Kurdo li Yêrêvanê beşdarî yekemîn konfêransa kurdnasîyê dibe û gotara “Bingehên rêzimana kurdî” dixwîne.
Wan salan li rojnama ‘Rîya Teze’ çend gotarên wî ser pirsên zimanê kurdî çap dibin, lê sala 1936 an pirtûka wî “Gramatîka zimanê kurdî, ya kurt” li Yêrêvanê bi zimanê kurdî çap dibe. Ji sala 1949 an dest pê kirî zarokên kurd li Ermenîstanê û komarên Yekîtîya Sovêtêye mayîn, bi pirtûkên wî amade kirî fêrî rêzimana zimanê kurdî dibûn. Pirtûkên wî; ,Gramatîka zimanê kurdî’ ji bo dibistana destpêkê, ji bo klasên 3-4, 5-6, 7-8 û ji bo dibistana navîn, heta sala 1985 an gelek caran tên çap kirin.
Sala 1957 an Qanatê Kurdo pirtûka “Rêzimana zimanê kurdî (kurmancî)”, (bi rûsî: „Gramatika kûrdskovo yazîka, (Kurmancî) , fonêtîak, morfologiya „) ya akadêmî çap dike. Çawan Dr. Ebdirehmanî Hacî Marf dinvîse “Bo yekem car le Sovêt û le mêjûy kurdnasîda leser şêweyekî zanistî kitêb le barey zimanî kurdiyewe blakirayetewe, belko sereray eweş twanra le dû kitêbeda gelêk karî aloz û naaşkira le rêgeyekî zanistiyewe xawbikrêtewe û aşkira bikirê, wek: dozînewey nê û mê û dabeşkirdinî naw be seryanda; xawkirdinewey hendê alozî le regî kirdar û le pêşgir û paşgirda; şewey kirdarî (transitive) le katî rabûrdûda; hereweha gelêk meseley giringî tir ke ta derçûnî em du berhemey mamosta Kurdo baş lêyan nekolrabûwe” .
Kurndas-zimanzan Î. Sûkêrman seva wê pirtûkê dinvîse “Serketina vê pirtûkê ew e, wekî bi şêweyekî zanîstî hatîye nivîsar. Q. Kurdo ne tenê lêkolîna zimanê kurdî kirîye, lê usan jî rêya lêkolîn û fêrbûnê destnîşan kirîye” .
Kurdnasên zimanzan Rojen Leskot, Tomas Boi û Çerkezê Beko jî gelek baş seva vê berhema Q. Kurdo nivîsîne.
Hêjaye bê gotin, wekî cara yekemîn Q. Kurdo di wê pirtûka xwe de çawan nimûnên têkstên kurdî çend şiîrên Cegerxwîn çap kirin, kurdên Yekîtîya Sovêtê berî gişkî bi vê pirtûkê bi berhemên şaîrê mezin re bûne nas.
Sala 1960- î ew ferhengî ‘Kurdî (kurmancî) – Rûsî’ çap dike (bi rûsî ‘Kurdsko-Rûskî slovar’), lê sala 1983 bi Zera Ûsiv ve ferhengî ‘Kurdî (soranî) - Rûsî’ çap dike.
Seva ferhenga yekemîn Î Sûkêrman dinvîse; “ Mezintirîn berhema zanyarî e di kurdnasîya Sovêtê da.” .
Sala 1961-ê pirtûka Q. Kurdo, ya zanîyarî “Zimanê kurdî’ (bi zimanê rûsî ‘Kurdski yazik) li Moskva çap dibe.
Salên 1950 emîn, bi rêya kurdnasê nav û deng Vladîmîr Mînorskî kovar û pirtûkên kurdî bi zaravê kurmancîya jêrîn(soranî) dikevin destê Qanatê Kurdo û ew dest bi fêrbûn û lêkolîna zaravê kurmancîya jêrîn dike. Sala 1966 an ew têza doktorîyê bi sernavê “Beranberkirina rêzimanên dîalêktên kurdî; kurmancî û soranî”, (bi rûsî „Gramatika Kûrdskovo Yazîka na metêrialê dialêktov kurmandji î soranî“) pawan dike. Sala 1978 an ew têza wî çawan pirtûk çap dibe.
Berhemên Q. Kurdo di zimanzanîyê de bi şê şaxan bi pêş ve çûne; Lêkolîna rêzimana zaravên kurdî; himberî hev kirina zaravan, a rêzimanî; amade kirina ferhengên zaravan.
Q. Kurdo baş zanibû, wekî ji bo standar kirina zimanê kurdî lêkolîna zaravan gelek giring e û ji salên 1950 emîn, bi seroketîya wî li kabînêta Kurdnasîyê dest bi lêkolîna zaravaên kurdî, bi taybetî yên Başûr-Rojhilata Kurdistanê dibe. Ew bi xwe piştî berhema ser beranber kirina zaravên soranî û kurmancî, dest bi lêkolîna zaravê dimilî (zaza) dike. Sala 1975 ew bi navê “Lêkolîna Zaza” berhemeke zanîyarî bi zimanê rûsî ji bo çapê amade dike, lê hê jî nehatîye çap kirin.
Ji salên 1980 emîn Qanatê Kurdo li kabînêta Kurdnasîyê pirsa lêkolîna zimanê peykarên kurdîye nivîskî datîne, bi taybetî ew ên bi zaravên hewramî û goranî. Şagirtên wî, bi taybetî prof. Zera Ûsiv, vî karî bi rûspîtî bi pêş ve dibin.
Hêjayî gotinê ye, wekî piranîya pirtûk û gotarên Q. Kurdo ji alîyê Dr. Abdûrehman Hacî Marf, Dr. Kurdistan Mukryanî, Dr. Şukrye Resûl, Proffêsor Marf Xeznedar, Dr.Cemşîd Heyderî, Dr. Îbrahîm Ezîz, Dr. Enwer Qadir Mihemed û Şukir Mistefa de bi zimanê kurdî (kurmancîya jêrîn) hatine wergerandin û çap kirin.
Q. Kurdo di pirsa amade kirina kadroyên kurdnasîyê de karekî bê hempe kir. Mirov dikare bêje wî bi tenê karê zanîngehekê kirîye. Huvdeh kesan bi seroketîya wî têzên xwe, yên doktorîyê ser pirsên kurdnasîyeye cûr bi cûr anade kirine. Nav wan şagirdên wî de kesên ji rojhilat, başûr û rojava Kurdistanê hebûn. Şagirdên wî usan jî ji Gurcistanê, Tûrkmênistanê, Azêrbacanê, Ermenistanê û Rûsîya hebûn. Cîhe bê gotin, wekî bilî Qanatê Kurdo, ji kurdnasên kurde Yekîtîya Sovêtê, tenê Hecîyê Cindî doktorek amade kirîye.
Xên ji wan kesên wî bi xwe seroketî lê dikir, Qanatê Kurdo usan jî bi şêwir û şiretên xwe alî kadroyên kurdnasîyêye mayîn dikir. Kesên berbi wî biçûna tu caran destevala venedigerîyan.
Gîyana Qanatê Kurdo bi kurdîyetîyê ve tijî bû, kurdîyetî ji wî dibarî! Kurdîyetî ji bo wî “nexweşîke înfêksyon” bû û ew “nexweşî” pir lez ji wî derbasî xelkên dorê, şagird, dost û hevalên wî dibû.
Şayîrê bi nav û deng, Ebdela Peşêw seva Qanatê Kurdo dinvise; ‘Mamosta Qanatê Kurdo, yekeke le pyawe herre mezinekanî kurd. Çi wek kesayetî, çi wek zana, çi wek niştimanperwarekî kurdisantanî, cêpencey beser dîroknamewe dyare û ta bê zêtirîs derdekewê.
Her li yekem hevdîtinda germîyek kewte nêwanmanewe, eger çî min le hemû ruwêkewe hemîşe xom be şagirdêkî ew dezanî û îstaş her heman hestim heye.
Ew “Şorrşgerr” nebû, bellam xetertirîn sengerî hellbijardibû: Sengerî berxodanî gîyanî, sengerî parastinî nasname’ .
Gerek bê gotin, wekî Qanatê Kurdo piştovanê alfaba kurdî, ser binga tîpên latînî bû. Ew bi wê bawarîyê bû, wekî alfaba bi tîpên kîrîlî bi zor stuyê kurdên sovêtê pêçane û çiqwas zû ji wê rizgarbin, ewqas baş.
Wî di pertûkên xwe, yên zanîyarî de têkstên kurdî tenê bi alfaba latînî didan, ew jî gava li Yekîtîya Sovêtê bo kurdan alfaba kîrîlî bi fermî hatibû pejirandin.
Q. Kurdo piştovanê nasiyonalîzma kurdan bû bi ramana baş. Wan sala li dewleteke wek Yekîtîya Sovêtê, nasîyonalîzma usa mêranî dixwest. Û Qanatê Kurdo xwedîyê wê mêranîyê bû. Ew yeka gişka zanibû, gişka texmîn dikir û carana dijî wî bi kar dianîn.
Gava gor beyana 11-ê Adarê li Silêmanîyê Zanîngeha kurdî vebû, ji bo xwendina kûrseke ser zimanê kurdî Q. Kurdo vexwandin Silêmanîyê.
Gelekî şa bibû, armanca wî ya salan, ku li zanîngeheke kurdî ser zimanê kurdî lêksya bixwîne, pêk dihat. Demeke dirêj xwe amade dikir. Lê berî çend roja, wekî gerek biçûya, jê re gotin, wekî destûra çûyîna wî nedane. Wî zanibû, wekî ji bo kurdperwarîya wî rê nedanê here Kurdistanê û ew yek ji bo wî derbeke pir giran bû. Wî, ku heta hingê tu caran cigare hilnedida destê xwe, dest bi kişandina cigarê kir. Çend meha usa di xwe da ponijî bû, kêm dipeyivî, kêm ji mal derdiket. Teherekî ketibû xudîkê, depression ê.
Piştî wê bûyarê ji min re got, wekî salên Cenga Cihanîyêye Duyemîn, gava artêşa Yekîtîya Sovêtê ketibû rojhilata Kurdistanê, wî pir dixwest ji bo berevkirina matêrîyalên ser zimanê kurdî here Kurdistanê. Lê hingê jî rê nadine wî, çend kurdên mayîn dişînin.
Qanatê Kurdo komûnîst bû û wî yekemîn armanca xwe çawan komûnîst di xizmetkirina gelê kurd de didît, yek ji bindesttirîn gelên li rûbarê cihanê.
Gava piştî beyana 11 Adarê sala 1970 î li Îraqê Akadêmîya Kurdî tê damezirandin, di yekemîn rojê de Qanatê Kurdo wek endemê kara tê hilbijartin..
Sala 1974 an, gava Yekîtîya Sovîêt bi giştî pişta rêjîma Îraqê digirt û media sovêtê herdem dijî seroketîya kurdan dinivîsî, Q. Kurdo bi şêweyekî vekirî piştgirtina şorişa Başûra Kurdistanê dikir û li her dera sîyaseta Yekîtîya Sovêtê rexne dikir. Ji bo bîr û bawarîyên ha, wan salan mêranîke mezin pêvîst bû û Q. Kurdo xwedîyê wê mêranîyê bû.
Q. Kurdo di meydana kurdnasîyê de xebatkarekî bê westan bû. Ew tu caran di pirsa kurdan de bêdeng nema, ji tu kesî re serî danenî. Di temamîya jîyana xwe de ji bo parastina berjewendîyên gelê kurd, ziman, dîrok û çanda gelê kurd bi mêranê xebat dikir.
Çi rojhilatnasên nav û deng, çi kurdnasên wek O. Vîlçêvskî, Î. Sûkêrman, G. Akopov û yên mayîn, eger di pirsên kurdnasîyê de sextekarî bikirana, dijî berjewendîya gelê kurd binvîsîyana, gişka zanibû, wekî hema Q. Kurdo wê wan şaşîya derxe meydanê û rexne bike. Û li wê meydanê jî Qanatê Kurdo tenê bû.
Çendek ji wan gotarên wî, yên rexnegirîyê, çawan pirtûk bi zaravê kurmancîya jêrîn li Bexdayê çap bûne.
Sala 1984-a, ji bo 75 salîya ji dayîk bûyîna Q. Kurdo li beşa Lênîngradê, ya înstîtûta Rojhilatnasyê civîneke pîrozbayêye mezin hat bi dar xistin. Rojhilatnasên nav û deng, heval û hogirên wî yên salan, nonerên hukumatê, bi dilgermîke mezin ew pîroz dikirin, kar û xebatên wî carekê jî dinirxandin. Lê gava dora wî hat û gişk bendê bûn wê ji gişkan re spasîyên xwe bêje, wî bi tûndî seroketîya înstîtûta Rojhilatnasîyê rexne kir, wekî baş guh nadin pişka kurdnasîyê, wekî Yekîtîya Sovêtê di sîyaseta navnetewî de granîyê nade rewşa gelê kurdî bindest.
Qanatê Kurdo mirovekî bînfireh û nefstenik bû, bi biçukan re biçûk bû, bi mezinan re mezin bû. Di pêwendîyên xwe de pir vekirî bû, çi di dilê wî de hebû, ew jî ser zarê wî bû. Pir rastgo bû.
Xwendkarên kurde ji herçar perçên Kurdistanê, ku li Lenîngradê dixwendin, tim caran dibûn mêvanê wî, ew carna diçû jûrên wane biçûk. Û ew mêvandarî tu caran bê stran û govend ne dibûn. Wî gelek folklora kurdî hiz dikir, bi taybetî govend û bi xwe jî di govendê de distira.
Di xeysetê wî de zarotî heta mirinê jî ma. Ji her tiştî bawer dikir, bi her gotineke baş hayecan dibû. Ji mirovên xwe, dost û hevalan re gelek xemxur bû. Mîna zaroka nikaribû ne şabûn, ne hêrs, ne jî dilmayîna xwe veşêre.
Wî xort hiz dikirin. Bi mirovên hevçaxê xwe re sebra wî ne dihat. Ji ber vê jî dor wî timê xort bûn; bi wan re şa dibû, bi wan re distira, bi wan re govend digirt.
Seva wî mal, hebûn, dirav, tu nirxên wan tune bûn.
Gava ew ji Cenga Cihanîyêye Duyemîn vedigere, ji Akadêmîya Artêşa Sovêtîyê wî vedixwînin û dibêjin were ji me re kar bike, em ê xanî bidine te (xanîyê wî dema cengê wêran bibû) û mehê pênc hezar rûblî bidine te. Lê dibêjin tu gerek pirsên kurdnasyê bihêlî. Ew berpeyvka wan napejirîne, ji ber ku zane wekî bêyî kurdnasîyê nikare bijî. Û bi mûçê mehê hezar hevsid rûblî (dewsa pênc hezaran), di jûreke apartmênta giştî de, karê xweyî kurdnasîyê berdewam dike.
Zanebûnên wî, yên ser kurdan bi rastî ênsîklopêdî bûn. Te çi pirs ji ziman, dîrok, dîroka wêjeyê, netewenasîyê, folklorê, bi gilîkî her şaxê kurdnasîyê bidayê, bersiva wî têra te dikir.
Qanatê Kurdo çawa kurdnas berî gişkî zimanzan bû. Rêziman û ferhengên wî di zimanzanîya kurdî de berhemne bingehîne, fûndamêntalin. Lê wî pirtûk û gotarên zanîyarîyê usan jî ser dîroka gelê kurd, wêje, dîroka wêjeya kurdî, êtnografîya, ol, folklor û dîroka kurdnasîyê çap kirine.
Gerek bê gotin, wekî piranîya berhemên wî yên zanîyarîyê, ku bi zimanê rûsî hatine nivîsarê û çapkirinê, hê jî ji bo girsa ronakbir û zimanzanên kurd ne nasin, agaha wan jê tune.
Havîna sala 1984 an bizîşka bal wî penceşêr (kancêr) dîtin û niştegerî kirin. Lê alî nekir. 31 – ê Cotmehê (Oktobr) sala 1985 an dilê wî mirovê Mezin rawestîya, wî kiras guhêrî.
Qanatê Kurdo ji gelê xwe re mîrateke mezin hîşt; deste kadrên kurdnasîyê, navendeke kurdnasîyê, ku seranser cihanê hatîye naskirin, hewştêyî zêdetir pirtûk û gotarên zanîyarîyê.
Rast e piranîya berhemên wî bi kurmancîya jêrin hatine wergerandin û weşandin, lê bi kurmancîya jorîn, ku piranîya berhemên Q. Kurdo ser rêzimana wî zaravîne, kêm tişt hatîye çap kirin, çi ku hatîye çap kirin jî bi kêm û kurtî hatîye kirin.
Dor deh berhemên wî jî, wek “Lêkolîna zaza”, “Dîroka kurdnasîya Rûsîya û Yekîtîya Sovêt”, û çendekên mayîn hê jî çap ne bûne.
Baştirîn rêya rêz girtinê ji bo zanîyaran, ew çap kirina berhemên wan e. Îsal 100 salîya ji dayîk bûna Q. Kurdo temam dibe. Wê baş bibe, berhemên wî, yên sereke bi kurdî (kurmancîya jorîn) bên wergerandin û çap kirin. Usan jî deh berhemên wî, ku hê jî neçapkirî ne, bên çap kirin. Divêt ew dewlemendî bigihîje destê xwedîyê xwe, gelê kurd.
Em ê li jêr navê çend pirtûkên Qanatê Kurdo, yên giring raberî we bikin:
‘Gramatîka zimanê kurdî, ya kurt’ (bi kurdî) Yêrêvan-Tbîlîsî, 1936
‘Gramatîka zimanê kurdî’ ji bo dibistana destpêke, (bi kurdî) Yêrêvan 1949
‘Gramatîka zimanê kurdî’ ji bo dibistana navîn (bi kurdî) Yêrêvan 1956
‘Gramatîka zimanê kurdî, kurmancî, fonêtîka, morfologîya (berhema akadêmî) (bi zimanê rûsî) Lênîngrad AZ YKSS, Înstîtûta Rojhilatnasîyê. 1957
‘Gramatîka zimanê kurdî’ ji bo dibistana navîn (bi kurdî) Yêrêvan 1960
Ferhenga Kurdî (kurmancî)-Rûsî (34.000 peyv) Moskva 1960
Zimanê Kurdî, (bi zimanê rûsî) Moskva, Înstîtûta Rojhilatnasîyê 1961
‘Têkstên folklora kurdî’ (bi kurdî) Korî Zanîyarî Kurd, Bexda 1976
‘Gramatîka zimanê kurdî ser bingeha zaravên kurmancî û soranî’ (bi rûsî) Moskva “Naûka” 1978
Gramatîka zimanê kurdî (ji bo klasên 3-4) Yêrêvan, 1979
Gramatîka zimanê kurdî (ji bo klasên Yêrêvan, 1979
Gramatîka zimanê kurdî (bi kurdî) Frankfurt ser Mayne, Komkar, 1981
Tarîxa edebyeta kurdî c.1 1983, ‘Roja Nû’, Stokholm
Tarîxa edebyeta kurdî, c. II, 1985, ‘Roja Nû’, Stockholm
Ferhenga Kurdî(soranî)-Rûsî, (bi Z. Yûsûpova re) Moskva 1983
Gramatîka zimanê kurdî (ji bo klasên 5-6) Yêrêvan, 1985
Mem û Zîn, 12 şax, Roja Nû, Stokholm, 1996
Nivîskar: Tosinê Reşîd
Perawêz :
1- Lazo (Hakob Xazaryan) ermenîyê ji bakûra Kurdistanê bû, kurdî gelek baş zanibû. Wî sala 1921 ê alfabea kurdî ser bingeha tîpên ermenî çê kir û yekemîn pirtûka zimanê kurdî “Şems” çap kir. Ew usan jî xudanê yekemîn çiroka kurdî ye li Yekîtîya Sovêtê.
2- 90 salîya ji dayîk bûna zimanzanê mezin Qanatê Kurdo, Amade kirina Husên Hebeş û Tosinê Reşîd, Hogir, Bonn, 2000, rû. 50.
3- Dîsan li wir, rû. 7.
4- Profêsor Qanatî Kurdo, “Kurdoyêv”. Hendêk bîrûbawerî helle le beraey ziman û mêjû kurdewe. Wergêran û pêşekî Dr. A.H. Marif, Bexda 1973.
5- Dr. A.H. Marif, Çi li barey zimanî kurdiyewe nûsrewe, Bexda, 1974.
6- Dîsan li wir.
7- Ebdella Peşêw, Yadî kellepyawek, Li pirtûka “90 salîya ji dayîk bûyîna zimanzanê mezin Qnatê Kurdo”, rû. 108.
Beşa îngilîzî
The Liberal Arts Are Not Elitist
Martha C. Nussbaum
The Chronicle of Higher Education
February 28, 2010
We are in the midst of a crisis of huge proportions and grave global significance. No, I do not mean the global economic crisis that began in 2008. At least then everyone knew that the crisis was at hand, and many world leaders worked to find solutions. No, I mean a crisis that goes largely unnoticed; a crisis that is likely to be, in the long run, far more damaging to the future of democratic self-government: a worldwide crisis in education.
Radical changes are occurring in what democratic societies teach the young, and these changes have not been well thought through. Thirsty for national profit, nations and their systems of education are heedlessly discarding skills that are needed to keep democracies alive. If this trend continues, all over the world we will soon be producing generations of useful machines, rather than complete citizens who can think for themselves, criticize tradition, and understand the significance of another person's sufferings and achievements. The future of the world’s democracies hangs in the balance.
What are these radical changes? The liberal arts are being cut away in both elementary and secondary education and in universities. Indeed, what we might call the humanistic aspects of science and social science—the imaginative, creative aspect, and the aspect of rigorous critical thought—are also losing ground.
Read more at:
http://chronicle.com/article/The-Liberal-Arts...
Faculty: Martha C. Nussbaum
Comments
The Empirical Evidence Doesn't Support Nussbaum's View
Submitted by Zachnonymous (not verified) on May 9, 2013 - 3:54am.
Would you consider Bill Gates, Steve Jobs, and Sergey Brin to be people who lack respect for democracy and humanity? Obviously this is a rhetorical question, we know quite to the contrary, that these people are/were advocates democracy and human rights. I find the personalities of celebrities like this to be a microcosm of the numerous personalities with which I interact in tech/finance/industial organizations whom likewise have no real depth of formal education in "liberal arts" and yet manage to be high quality global citizens who find themselves to be living meaningful, enjoyable lives. How could this be when these people have such little formal education in liberal arts? I believe that their formative formal and informal educational experiences have "ignited a flame of interest" in key liberal arts topics that have led to an informal but highly valuable life-long, self-driven education on these topics.
I think it is important to acknowledge that the knowledge of mankind has vastly expanded since the days of ancient Greco-Roman civilizations. Back then, perhaps it was feasible for someone like Aristotle to sit down and explain everything mankind knows to a young Alexander. However, in today's world, even if we commit to life-long learning, as mankind accumulates vaster and vaster knowledge we must be choosier and choosier with what we learn in our earliest years. Today, I believe prioritizing the formal education of many "liberal arts" such as history, philosophy, and literature/arts at the expense of learning the skills most urgently needed to succeed in 21st century businesses is resulting in unemployment/underemployment that is financial disrupting people's ability to live meaningful, enjoyable, and intellectual lives. Simultaneously, it must also be said (and I think that the empirical evidence is obvious) that "liberal arts" such as critical thinking and communication skills are certainly in serious demand by today's leading organizations (be they for-profit or not-for-profit). So I find that lamenting about the decline of "liberal arts" as a whole is inaccurate -- it is only a certain subset of liberal arts that is being de-prioritized and we need to be specific in this discussion.
Lastly, using terminology like "useful machines" is creating a false dichotomy. We can have (and I attest already do have) programmers/accountants/engineers who watch documentaries on history/philosophy/religion/art over dinner, craft music, art and videos on their weekends, and spend their vacations learning about different cultures -- our lives are not characterized by a monotonous pursuit -- as long as "the flame of interest has been ignited" many liberal arts subjects can have a meaingful role in the lives of life-long learners who have first prioritized learning the skills that are most directly applicable at highly-demanded, entry-level career positions. I find this is quite preferable to a society that loves driving Toyota Priuses, doing Google queries on Foxconn-manufactured tablets after returning from a taxpayer-financed medical check-ups, but can't be bothered spending any significant portion of its time learning how to make/perform any of the products/services it consumes.
As a final note, I find it somewhat ironic that Nussbaum's title states that the liberal arts are "Not Elitist" when access to the article is only provided to the sorts of academic elites that have paid subscribtions to "The Chronicle". I think it is quite telling that only a very narrow group of elites is even able to hear (or perhaps even interested) in her argument that liberal arts is not elitist.
Liberal arts yet again
Submitted by Anonymous on March 3, 2010 - 6:49pm.
Well, forgive me, but it seems I've heard this song before --- not that it's still not worth singing. My take is as follows: decades of experience in higher education have convinced me that those most committed to the liberal arts, especially those dedicated to teaching introductory humanities and other courses in general education, are the least respected professionally. Those particularly invested in teaching careful reading and the ability to understand and construct arguments, are usually un -or underemployed as contingency workers. Scholars like the late Wayne Booth of the University of Chicago are all too rare these days when fashionably clotted prose addressed to increasingly narrower audiences is what is overvalued in higher education, especially in the humanities. A humane and humanistic rhetoric as a democratic capacity seems beyond our efforts despite the eloquent pleas of people like Danielle Allen (see TALKING TO STRANGERS) who understand that developing rhetoricians (not admen) is crucial to the life of democracy.
I would recommend two other pieces to converse with on this topic. First, Mark Slouka's recent essay in Harper's lamenting the dehumanizing of education, and Michael Roth's "Beyond Critical Thinking" in the Jan 2 CHRONICLE OF HE REVIEW. That such voices still exist gives one some hope.
George T. Karnezis MA '66
Kurdolojî û kurdolog
..........